Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

img
STENBOL - Jinan Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bi çalakiyên hem wext li sê navçeyên Stenbolê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku mîrateya Sakîneyan dewr girtine. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, li sê navçeyên Stenbolê bi hin çalakiyan hatin bibîranîn. Jinan di çalakiyên bi dirûşmeya “Ji Sarayan heta Sêveyan dema dema têkoşîna jinê ye” li navçeyên Kuçukçekmece, Umraniye û Eyup li dar xistin de diyar kirin ku komkujî li dijî têkoşîna jinan hatine kirin û destnîşan kirin ku mîrateya Sakîneyan û Sêvêyan dewr girtine. 
 
KUÇUKÇEKMECE
 
Çalakiya li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kuçukçekmeceyê de hat lidarxistin, ji bilî aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên rêxistina HDP’a navçeyê û gelek kes beşdar bûn. Li Eywana ku bîranîn lê hat lidarxistin pankarta “Ji Sarayan heya Sêvêyan dem dema têkoşina jinê ye” hat daliqandin û posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û jinên hatin qetilkirin danîn ser maseya bi qurnefîl û findan hat xemilandin. Bîranîn bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo jinên jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 
 
Ewilî aktivîsta TJA’yê Tulay Guler, diyar kir ku komkujî li ser tevgera jinan a tevgera azadiya kurd pêş ve birî hatiye kirin û bi lêv kir ku di encama komployeke navnetewî de Sakîne û hevrêyên wê hatin qetilkirin. Guler, dazanîn ku komkujiyên Parîs û Silopiyayê li dijî jina azad hatiye kirin û wiha got: “Dibe ku 6 hevalên me yên jin qetil kiribin, lê me bi hezaran jinan têkoşîna wan dewr girtin û em vê didomînin. Têkoşîna Sarayan îro li Rojava tê mezinkirin.” Pişt re li ser mijara têkoşîn û berxwedana Sakîne û hevrêyên wî xwepêşandaneke sînevîzyonê hat lidarxistin. Dema di sînevîzyonê de demên hestewar hatin jiyîn, bi taybet di dema axaftina Sakîne Cansiz de jinan dirûşmên “Şehîd namirin” berzkirin û lîlandin.  
 
  ‘EM Ê BERXWEDANA BIDOMÎNIN’
 
Pişt re Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk jî axaftineke kurt kir. Ozturk, destnîşan kir ku komkujiyê nadin ji bîr kirin û wiha got: “Em soz didin wan ku em ê têkoşîna wan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bidomînin. Em ê bibin hezar û berxwedana Sakîne û Sêvêyan bidomînin. AKP û MHP difikirin ku wê me bitirsîne, lê me bi ciwan û dayikan dest pê kir û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û em ji wan natirsin.”
 
‘SOZA ME YA JI BO WAN BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNE’
 
Pişt re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Heta jin azad nebin civak azad nabe. Soza me ji bo wan heye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daxwaza wan  ji me eve.”
 
Di bîranînê de herî dawî li ser navê TJA’yê Makbûle Yilmaz axivî. Yilmaz, bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Sakîneyê û destnîşan kir ku li dijî dijmin tu car serî netewand. 
 
Bîranîn bi stranên dengbêj Xalîde ya ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dawî bû. 
 
UMRANIYE
 
Di bîranîna ku li Rêxistina Navçeya Umraniye ya HDP’ê hate lidarxistin de pankarta “Ji Sarayan heya Sêvêyan dem dema tekoşîna jinê ye” hate vekirin. Di bîranîna ku mûm hatin pêxistin de, sînevîzyona jinên kurd hat nîşandan. Di bîranînê de Meclîsa Dayikên Aştiyê û her wiha gelek kes amade bûn. 
 
‘HETA MIRINÊ EZ Ê DI RÊYA WAN DE TÊBIKOŞIM’
 
Dayika Aştiyê Bediya Gokguz a di bîranînê de axivî, diyar kir ku 6 jinên siyasetmedar ên kurd ji bo hemû jinan têkoşiyane û wiha got: “Dewleta tirk naxwaze jin azad bibin. Ji ber ku ji jinan ditirsin. Ji ber vê yekê jin her tim di hedefa wan de ne. Penasekirina herkesê ya azadiyê heye, penasekirina me ya azadiyê jî azadiya hevrê Sara ye. Ez jî dayika jineke azad im. Ez weke dayikeke aştiyê heta mirinê ez ê di rêya wan de têbikoşim.”
 
‘JINÊN KURD TU CAR SERÎ NATEWÎNIN’
 
Dûre aktivîsta TJA’yê Aysel Ozbey jî dazanîn ku ev roj weke rojeke reş ketiye dîrokê û wiha got: “Ji berê ve li dijî jinên kurd ên têdikoşin komkujî pêk hatin û hêj jî didome. Lê jinên kurd tu caran serî netewandin û ji têkoşînê paş ve gav neavêtin. Em jî ji bo pêşvebirina vê mîrateyê tu carî dest ji berxwedanê bernadin.”
 
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê stran sitirandin. 
 
EYUP
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, li avahiya HDP’a Eyupê çalakiya bîranînê li dar xist. Li salona ku bîranîn pêk hat pankarta “Ji Sarayan heta Sêvêyan dem dema têkoşîna jinê ye” hat daliqandin û wêneyên jinên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi mûm û qurnefilan hatin vekirin. Aktîvîstên TJA'yê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêxistinên HDP'ê yên navçeyan, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Aktîvîstên TJA’yê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêxistinên navçeyan ên HDP’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. 
 
JI HEMÛ JINAN RE PÊŞENGTÎ KIR
 
Ewilî Dayika Aştiyê Perîhan Akbûlût axivî û wiha got: “Sakîne Cansiz pêşenga têkoşînan jinên kurd e. Peyv têra nakin ku mirov qala wê bike, destaneke û deryayeke.”
 
‘BERXWEDANA SAKÎNEYÊ PÊŞİYA JINAN VEKIR’
 
Pişt re aktivîsta TJA’yê Gulsen Bîter axivî. Gulsen, bi bîr xist ku hişmediya serweriya zilam jin qetil kirin û wiha got: “Em li dijî van komkujiyan, li dijî vê zilm û zîhniyeta ku têkoşîna jinê ji nedîtî ve tê, li ber xwe didin. Hevrêya me Sakîne Cansiz di Zindana Amedê de berxwedaneke mezin kiriye. Û vê berxwedanê rê li ber têkoşîna jinê vekir. Hevrêyên me yên jin ên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku em ê her tim vê têkoşîna giranbuha ya ku emanetî me kirine, heta em bi ser bikevin em ê bidomînin.”
 
Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/01/2022
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin
15:32 Bi tevî halê wî yê emeliyatkirî dîsa birine girtîgehê
15:20 Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin
14:09 Li Qersê 4 herêm hatin qedexekirin
14:09 ‘ATK bi fermanê dixebitin’
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin