Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku wê bi esasgirtina yekitiya neteweyî, paradigmaya azadiyaxwaziya jinê û ekolojiyê 6’emîn kongreya xwe li dar bixin û wiha got: “Li dijî tecrîda li welat em ê rêxistinkirina civakî ji nû ve saz bikin.”

 
Bi tevlîbûna Hevberdevkên Komîsyona Kongreya Partiyên Hêrêmên Demokratîk (DBP) Belgîn Dîken û Adnan Akgul û Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî 6’emîn Kongreya xwe ya Giştî ku dê di 27’ê Sibatê de li Enqereyê li dar bixin, li Rêxistina DBP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Adnan Akgul bi kurdî Belgîn Dîken jî bi tirkî daxuyanî xwendin. 
 
Daxuyaniya ku Adnan Akgul xwend wiha ye:
“Êdî faşîzma AKP û MHP’ê bi tu awayî nikare xwe li ser piyan bigire û bi rêve biçe. Di hemû hêlan de; wekî aborî, siyasî, civakî û bîrdozî hatiye ber hilweşînê. Pergala netewe dewletê ya mezhebperest û îtihatçi ku dixwaze hegemonyaya xwe ya herêmî bi vî rengî bi rêve bibe, ji ber xwezaya civakî ne pêkan e bi ser bikeve. Armanc ew e ku hemû çand û cihêrengiyên li Mezopotamya û Anatolyayê tune bike.
 
Ji ber ku dijminahiya kurdan çavên wan tarî kiriye, desthilata heyî li herêmê û derveyî herêmê agirê ku xwe neavêtiye navê hema bêje nemeye. Êdî hemû êrîşên wan ên wêranker, pêl bi pêl li wan dizîvirin. Bi xewn û xeyalên Osmanî rabûn lê bi hilweşîna Enwerê maceraperest re rûbirû ne. Li hundir xeta Evdilhemîd ji derve jî xeta Enwerî êdî bi temamî di navbera Katar, Dûbaî û Hewlêr de bûye bezirgan û parsek, temenê wan bi qasî pifekê ye.
 
ÊRIŞÊN QIRKER BI BERXWEDANÊ HATINE PÛÇKIRIN
 
Di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê pergala faşîzan di nav liv û tevgerê de ne. Li ser bingeha krîza aborî; hêrs, nifrîn û nerazîbûna gel ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ji bingeha siyasî ne qut e. Ji rejima talanê ya ku bi salan e tê bi rêvebirin, gelên li Tirkiyeyê êdî bes e dibêje. Li Kurdistanê jî êrîşên qirker bi berxwedanê hatine pûçkirin. Di şert û mercên faşîzmê de li Sêrt û Wanê qêrîna ‘ev der Kurdistan e’ çirûskên şewata mezin in.
Di rastiya Kurdistanê ya niha de ku kirine mîna girtîgeheke servekîrî, berxwedana gelê me ya li hemberî hemû êrîşan, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. İsrara xwedî li nasnameya xwe ya azad derketin û bandora heqîqeta civaka azad pêl bi pêl zêde û mezin dibe.
 
PÊWÎSTE EM KESÊ BÊRÊXISTIN NEHÊLIN
 
Wekî gel çawa ku di dîrokê de me li ber xwe da, niha jî em li ser esasê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, di rewşa kaos û qeyranê de divê ji bo xatirê nirxên azadî, yekitî û wekheviyê em bêtir beşdarî pêvajoyê bibin. Di vê sala nû de derfetên ku em destkeftiyên nû bi dest bixin ji her demê zêdetir in. Em vê Kongreya Mezin a Asayî ya 6’emîn a Partiya Herêmên Demokratîk ku em ê pêk bînin, bi vê berpirsiyariya dîrokî pêşwazî dikin. Ji bo Kurdistan azad bibe pêwîst e em yek kesê/î jî bêrexistin nehêlin.
 
DIXWAZIN HEBÛNA XWE LI SER TUNEBÛNA GELÊ KURD AVA BIKIN
 
Bi rêxistinbûyînê em armanc dikin ku li ser esasê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan meşa xwe mezintir bikin. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk armanc dikin ku li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin. Em armanc dikin ku bibin partiya herî bi rêxistinbûyî û xwedî erk.
 
Em xwedî berpirsiyar in ku erka xwe ya ji bo ziman, çand, nasname, ewlehî û niştiman a gelê xwe pêk bînin. Dîsa em xwedî berpirsiyar in ku hemû hemwelatî azad û wekhev ji mafê aborî, tenduristî û perwerdehiyê sûdê werbigirin. Ligel vê yekê em dizanin ku rejîma kujer, hebûna gelê kurd û Kurdistanê qebûl nake. Dîsa em pê dizanin; dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava bike. Lê em baş dizanin ku firsendên heyî yên ku vê têkoşînê bibin serkeftinê ji salên borî gelek zêdetir in.
 
Nebûna Yekitiya Neteweya kurd hêj lewaziya herî mezin a gelê kurd e. Di vê mijarê de her kes dizane ku em çiqas têdikoşin û di nava hewldanan de ne. Di rastiyê de ev yekitî di nava gel û civakê de hatiye avakirin. Lê li pêş Yekitiya Neteweyî gelek astengî hene. Astengiyên wekî kesên malbatperest, eşîr û êlên biçûk diparêzin, her wiha hevkarî û tevkariya bi hêzên mêtinger û destilatdar re dibe sedem ku Yekitiya Neteweya kurd bi pêş nekeve. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk ji bo li Kurdistanê Yekitiya Neteweyî saz bikin, xwedî hêz, zanîn, biryar û bawerî ne.
 
Ji ber ku jin jiyanê diparêze û ji bo jiyana azad têkoşîna azadiyê dide, li me ferz dike ku em jinan û xebatên jinan bêtir bi taybet û cuda bigirin dest. Rola jinan a pêşengtiyê bi giştî di têkoşîna demokratîk û şoreşgerî de û bi taybetî di serkeftinên DBP’ê de pir zêde ye. Dewleta ku ji serî heta binî bi feraseta pergala mêrê serdest hatiye avakirin û faşizm a ku cewherê vê pergalê ye, ji ber têkoşîna jinan, herî zêde êrîşî jinan dike. Êrîşî Pergala Hevserokatiyê dike. Di pergala desthilatdar de jiyan bi her awayî li gorî pîvan û desthilata mêr hatiye sazkirin. Di encamê de çi derdikeve holê diyar e.
 
Divê mirov jiyanê li gorî xwezaya wê saz bike. Navê vê yekê jî hev-jiyana azad e. Di vê pergala Hevjiyana Azad de mêr û jin li ser pîvan û esasê têkiliyên wekhev jiyanê ji nûve ava dikin. Ji bo em Pergala Hevjiyana Azad û pergala Hevserokatiyê têxin meriyetê, em hewl didin ku rêxistina jinan xurttir bikin. Em hewl didin ku rêxistinbûyîna xwe bêtir bi hêz û bi bandor bikin.
 
Li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîneke pir mezin heye. Ciwan li ber xwe didin. Jin li ber xwe didin. Di şexsê birêz Ocalan de hemû girtîgeh li ber xwe didin. Karker, kedkar, li ber xwe didin. Kesên xwezayê diparêzin li ber xwe didin. Siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Bi gelemberî kurdên azad li ber xwe didin. Her kes li gorî rêbazên xwe li ber xwe didin. Lê em dizanin ku faşîzm wekî feraset tu cari nerm nabe. Tu carî demokratîk jî nabe. Divê hilweşe û tune bibe. Nirx û destkeftiyên heta îro me bi dest xistine tev bi encama têkoşînê çêbûne. Bi têkoşîn û berxwedanê azadî heyî dibe.
 
Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk bi kongreya mezin dikevin pêvajoya nû. Ji bo ku kongreya me bi ser bikeve şert û merc û derfet ji her demê zêdetir in. Li ser vê bingehê em bang dikin û dixwazin gelê me yê welatparêz di partiya me DBP’ê de peywirê werbigire û li dora Partiya xwe bicive.
 
Komîsyona Navendî ya Kongreya DBP’ê”
 
‘EM Ê BI KONGREYA XWE AKP’Ê BIŞÎNIN’
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Ev rewşa em tê de derbas dibin rastiya faşîzma AKP’ê û MHP’ê ye. Ev kongreya me wê bibe wesileya çûyîna AKP’ê û MHP’ê. Em dixwazin bi vê kongreyê gelê xwe azad bikin. Em bawer dikin ku wê gelê me bi rihê berxwedanê û dîrokî dê xwedî li vê kongreya me derkeve. Banga me ji 7 salî heta 70’ê salî li herkesê ye ku wê rojê li ji vê faşîzma mezin re bibin bersiveke mezin.”
 
‘EM LI DIJÎ TECRÎDÊ KETIN RÊ’
 
Dûre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku du sal in li Kurdistanê xebatan dimeşînin û wiha got: “Bi esasgirtina yekitiya neteweyî, paradigmaya azadiyaxwaziya jinê û ekolojiyê 6’emîn em ê kongreya xwe li dar bixin. Em ê ligel vê kongreyê jiyanê ji nû ve saz bikin. Em bi awayekî bi coş û bibiryar em ê kongreya xwe li dar bixin. Em li kolanê li taxê li Kurdistanê bi seferberiyekê em ê xebatên kongreyê bi rê ve birin. Ji ber ku li vî welatî tecrîdeke mezin heye. Em ê li dijî vê tecrîdê rêxistinkirina civakî ji nû ve saz bikin. Em bi misyona ku gelê me daniye ber me vê armanca xwe pêk bînin. Em diyar dikin ku li dijî vê pergala faşîst em ê tu caran paş ve gavê naavêjin û li dijî vê pergala faşîst em ê têbikoşin. Em hemû gelê xwe vedixwînin kongreyê.”
 
 
 

Sernavên din

11/01/2022
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin
15:32 Bi tevî halê wî yê emeliyatkirî dîsa birine girtîgehê
15:20 Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin
14:09 Li Qersê 4 herêm hatin qedexekirin
14:09 ‘ATK bi fermanê dixebitin’
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin