ŞIRNEX - Li Şirnexê, hejmara kesên hatin binçavkirin bû 24.
Li navçeyên Şirnexê Cizîr, Silopiya, Hezex û Bêşebabê û li bajarê Sêrtê hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatin binçavkirin bû 24. Kesên duh di avêtina ser malan de hatin binçavkirin hê jî li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ne.
Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî binçavkirinan de diyar kir ku 3 kes hatine berdan û 21 kes jî di binçavan de ne.
Nehat hînbûn bê kesên hatine binçavkirin ji ber çi hatine binçavkirin û tê payîn dê sibê sewqî dadgehê bên kirin.
Navê hin kesên di binçavan de ev in: "Li navêeya Hezexê Medya Hezar, li navçeya Cizîrê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBYA-DER'ê Huseyîn Înedî, rêvebirê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca BElek Azîz Sonmez, Mele Saît Ozdemîr, Şukru Acar, MEhmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Baklik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît Işikli, Îsmaîl Nerse, Metîn Mendere û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Sêretê Berfîn Can."