Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye

  • rojane
  • 09:09 12 Çile 2022
  • |
img

WAN - Li Îranê, Zara Mohammedî ji ber dersa kurdî dabû 5 sal ceza lê hatibû birîn û hatibû girtin. Parêzerê wê Ciwamêr Abdullahî, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye. 

Li Îranê mamosteya kurdî û aktivîst Zara Mohammedî, ji ber ku dersa kurdî dabû 5 sal ceza lê hatibû birîn. Mohammedî ku seroka saziya sivîl Nojînê ye, di 23'yê Gulana 2019'an de li bajarê xwe Senendecê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Mohammedî 6 mehan di girtîgehê de mabû û di 2'yê Kanûna 2019'an de bi bedêla 700 milyon riyalî hatibû berdan. Paşê Dadgeha Şoreşê ya Senendecê di 14'ê Tîrmeha 2021'ê de bi îdiaya "avakirina komeke dijî dewletê" 10 sal ceza li Mohammedî birîbû. Di Cotmeha 2021'ê de jî Dadgeha Temyîzê ya Senendecê cezayê ku Dadgeha Şoreşê li Mohammedî birîbû daxistibû 5 salan. Mohammedî, piştî 5 sal cezayê wê hat erêkirin di 8'ê Çileyêd e hatibû girtin û wê xistibûn girtîgeha jinan. 
 
‘DI DOSYEYÊ DE TU SÛC TUNE YE'
 
Parêzerê Mohammedîyê Ciwamêr Abdullahî ku 16 sal in li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kurdistanê akademîsyen e, hêla hiqûqî ya girtina Mohammediyê nirxand. 
 
 
Abdullahî, anî ziman ku karê sereke yê Mohammedî xebatên zimanê zikmakî ne û di qanûnên Îranê de ji xeynî zimanê farisî, mafê perwerdehiya bi zimanên din jî heye, lê belê di dosyeya Mohammediyê de têkildarî vê sûcek jî tune ye. Parêzer Abdullahî, bilêv kir ku dadgehan derpêş kiriye ku Mohammedî ji bo Partiya Karker-Komunîst a Îranê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê xebitiye û got: "Min, gava li dosyeyê mêze kir min sûcekî ku li dijî Rejîma Îranê hatibe kirin tê de nedît. Lê Dadgeh jî dibêje Zara komeke bi navê Nojîn ava kriye. Min jî got, jixw eev kom bi destûra dewletê xebatên xwe didomîne. Jixwe di misyona vê komê de dayina perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye. Rejîma ku serlêdana komeleyê nirxandiye ev yek qebûl kiriye." 
 
ALÎKARÎ WEKÎ SÛC HATIYE HESIBANDIN
 
Parêzer Abdullahî, da zanîn ku dadgehê alîkariya ku Mohammedî ji bo mexdûrên lehiya li Loristanê berhev kirine û di dema alîkariyê de kincên herêmî li xwe kirine jî sûc hesibandiye. Abdullahî, destnîşan kir ku alîkariya ku Mohammedî kiriye alîkariyeke mirovî ye û tu sûcî di xwe d enahewîne. Abdullahî, ji bo kincên herêmî yên Mohammedî yên sûc hatine hesibandin jî bilêv kir ku Mohammedî gava çûye girtîgehê jî bi wan kincan çûye û got: "Lê dadgeh diyar nake ku Mohammedî ji bo kîjan komê xebitiye. Têkildarî koma Nojînê, tu sûc di dosyeyên dadgehan de tune ne. Lê ya tê kirin binpêkirina hiqûqê ye. Ev nakokiyek e. Kîjan kom? Endamên wê kî ne? Dadgeh nikare van pirsan bibersivîne. Navê komê tune ye, endamên wê tune ne lê dadgeh radibe tenê Zarayê wekî kom dihesibîne." 
 
Abdullahî, da zanîn ku heya niha di warê hiqûqî de çi hebin kirine, lê dadgehê bê delîl ceza li Mohammediyê biriye. Abdullahî, destnîşan kir ku di biryara dadgehê de têkildarî perwerdehiya bi kurdî de tu tişt nehatiye diyarkirin, tenê bi avakirina komekê tê tawanbarkirin lê koma pê tê twanbarkirin jî nediyar e. Abdullahî got: "Ez hiqûqnasek im. Bi van pirsan re rû bi rû dimînim: Li Îranê gelek komên di warê zimanê zikmakîd e hene. Çima kes ji wan koman nayê girtin, lê Zara tê girtin? Min ev pirs ji dadgehê jî kir, lê nabersivîne. Du 2 dadgerên doza Zarayê hene. Ez çûm cem yekî ji wan. Dadger ji min re got, 'Tu sûcekî Zarayê tune ye. Me ji polîsan delîl xwestin, lê gotin tune ye.' Yanî li gor qanûnê diviyabû Zara beraet bike. Lê paşê rejîmê ev dadger ji dozê girt. Dadgerekî din xist şûna wî. Axirê çendî dadgehê ev biryar dabe jî, lê ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye." 
 
‘EZ Ê DI GIRTÎGEHÊ DE DERSÊ BIDIM'
 
Abdullahî got: "Biryara dadgehê çi dibe bila bibe, lê dîrokê nivîsî jineke bihêz ûs erbilind Zarayê ji ber ku bi kurdî perwerdehî daye hatiye girtin." 
 
Aabdullahî, bilêv kir ku roja ku dê Mohammedî biçûne girtîgehê çendî bang nekriibû jî gelek eks çûbûn ber girtîgehê û kesên hatibûn wira gotibûn bila Zara neyê girtin, ji dêvla wê çi qas pere ehwce be dê bidin û got: "Lê Zarayê got, 'ez ji bo zimanê xwe yê zikmakî dikevim girtîgehê, ne ji ber sûcekî. Lewma hewce nake. Ji bo min tu ferqa girtîgehê û pritûkxaneyê tune ye. Ez ê li girtîgehê perwerdehiyê bidim kesên bi zimanê xwe yê zikmakî nizanin.'"
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

17/01/2022
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin