‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’

  • rojane
  • 15:07 12 Çile 2022
  • |
img
AMED - Rêveberê Egîtîm Sena Amedê Fasîh Zîrek diyar kir ku li dibistanan midûr û rayedarên dibistanan berê xwendekar û malbatan li şûna bijartina dersa bijarte berê wan didin hin dersên din û heke ew tesbît bikin wê derbarê wan de gilî bikin.  
 
Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) ên Şaxên Amedê têkildarî dersên bijarte li avahiya Şaxa Jimara 2’yan civîna çapemeniyê li dar xistin. Sekrterê Rêxistinkirinê yê Şaxa 2’yan Fasîh Zîrek daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartina dersên bijarte di 4’ê çile de dest pê kiriye û wê heta 20’ê çile berdewam bike û ji bo dersa bijarte ya kurdî bang li xwendekar û malbatan kir. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Zîrek ve hat xwendin wiha ye:
 
“Ji alî Wezareta Perwerdehiyê hate eşkerekirin ku dê di navbera 4-20’ê çile de li dibistanên navîn û lîseyan dersên bijarte bêne bijartin. Gelek girîng e ku zarok û dê û bavê xwe bi hev re vê biryarê bidin û dersên xwe bibjêrin.
 
Her çiqas ku ji alî Wezaretê ve tê gotin ku ev dersan zarok û malbat bi hev re dibijêrin, di rastiyê de wisa pêk nayê û em dibihîsin ku Gerînende li dibistanan li gor xwestekên xwe mejbûr dihêlin ku zarok tenê hinek dersan bibijêrin.
 
XWENDEKARAN BER BI DERSÊN DIN VE DIBIN 
 
Ders bijartin divê li gor pêdivî, behre û xwestekên zarokan bêne kirin ne li gorî xwestekên rayedar û gerînendeyan. Lê belê rêvebir bi hinceta ku fêrgeh tune, mamoste tune û hwd. Xwendekaran ber bi hinek dersen ku ew dixwazin yan jî ji wan tên xwestin ve bi rê dikin. Ev biryar jî ne li gor feraseta dersên bijarte ye. Li ser vê mijarê civînên ku li gerînendetiya navçeyan û a bajêr bi xwe têne kirin, dilêriyê dide gerînendeyên dibistanan  ku ne li gor rêzikan tev bigarin û van kiryarên şaş pêk bînin. 
  
Bi van helwestan jî xwendekarên ku behreyên xwe pêş de nabin, nirxandinê nakin, napirsin, lêkolînê nakin  û biryarên xwe bi xwe nadin derdikevin holê. Ev zarokên wisa jî dikevin rewşeke ku, kî çi bibêje bi a wan bikin û tim di xizmeta kesan de bin.
 
Jixwe rayedar  bi rêbaza azmûnan vê helwesta çewisandinê têra xwe li ser xwendekaran didin meşandin. Nayê xwestin ku tu kes bi deng û renge xwe bigihên. Ev çewisandin li ser xwendekaran bi saya qadroyên ku rayedariyê di saziyên têkildarî perwerdeyê tevan de bi cîh kirine  tê kirin. Her wiha ev helwest ne tene li saziyên têkildarî perwedrdeyê heye, ev qadrobicîhkirin hema bê li hemû saziyan heye.
 
Bi vê re jî bi saya van qadroyan gelek kar û barê perwerdeyê bi hevkariya; cemaet, komele û weqfên dînî tê kirin. Em ji vir de bang li rayedaran dikin. Dev ji helwestên xwe ên li hember zanîn û zanistê ne berdin. Dibistan ne ew ciyan e ku kes yan feraset fikra xwe û baweriya xwe li ser zarokan ferz bikin.
 
KU EM TESBÎT BIKIN EM Ê GILÎ BIKIN
 
Ew kesên ku di mijara dersen bijarte de zextan li ser malbat û xwendekaran dikin yan jî wan tune dihesibînin.  Em we hişyar dikin. Tiştên ku hûn dikin rast e rast sûc e. Û ku em tesbît bikin em ê derheqî we de gilî bikin. 
 
Ji malbat û xwendekarên me kî rûqalî van zextan bên bila serî li me bidin, ji alî dadî de heta dawiyê em ê piştgitî bidin wan. Ji bilî vê, dema serlêdana dersên bijarte jî bî pîrsgirêk e.  Zarok niha serî lê didin lê piştî 8 mehên din ev pêk tê. Ev ne ras e.  Divê di meha tebaxê de ev kar bibin û di îlonê de jî plansaziya mamosteyan li gor vê bê kirin. Em dibên bila hemû xwendekar û malbat azad bin. Kî zîmanê xwe dibijêre, kî lî gor behreya xwe dibijêre û kî çi dibijêre bila bibijêre. Ev maf ji alî rayedaran ve bi qanûnan hatiye dayin û sererastkirin.
 
Em bawer dikin ku hemû reng û deng dikarin bi hev re bijîn. Di nêvengeke demokratik de her gel dikarin bi zimanê xwe ê zikmakî perwerdeyê bibinin û ev ji me kêm nake  dijberî wê me pêş da dibe. Dîsa em weke Egîtîm Sen dibêjin ku heta bi dawiyê em ê vê pêvajoya dersen bijarte bişopînin û rê nedin tu neheqiyan."  
 

Sernavên din

17/01/2022
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin