Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin

  • rojane
  • 10:29 14 Çile 2022
  • |
img

AMED - Hesîna Guler li pey têkoşîna edaletê ye. Lawek wê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Lawek wê û hevjînê wê jî girtî ne. Yek ji wan dayikên ku pêşengiya Nobeda Edaletê dike ye. Guler dixwaze cîhanek azad û xweş were avakirin.  

Hesîna Guler (74) yek ji dayikên ku ev du meh in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin e. Ew li navçeya Çinara Amedê hatiye dinê. Ew hêj zarok e bar dikin diçin gundê Kerxa Jêr a bi ser navçeya Bismila Amedê ve. Hesînayê liv î gundî bi Siddik Guler re dizewice û 13 zarokan wan çêdibin. Bi karê çandiniyê ango cotkariyê debara xwe dikin. 
 
 
DU BIRA TÊN GIRTIN 
 
Her çiqas kar û barên gund zor bin jî lê Hesînayê ji jiyana gund kêfxweş bûye. Di sala 1994’an de li gundê wan di navbera leşker û gerîlayên PKK’ê de şer diqewime û pişt re leşker bi ser mala Hesînayê de digirin. Mehmet û Siddik Guler ên birayê hev tên binçavkirin. Her du jî li qereqolê demek dirêj bi her cûre îşkenceyê re rûbirû dimînin û pişt re tên girtin. Sîleha ku aydî Siddik Guler e li malê tê girtin wek “delîlê sûc” tê qebûlkirin û tevî ku delîlek nebû jî tê gotin Guler ketiye şer. Mehmet Guler çend sal şûn ve tê berdan û ji ber vê sîlehê 36 sal ceza li Siddik Guler tê birîn. 
 
MALA WAN ŞEWITANDIN Û WAN JI GUND DERXISTIN 
 
Piştî girtinê jî zextên li ser malbatê naqedin. Carek din leşker bi ser gund de digirin û dixwazin ku malbata Guler di 24 saetan de gund biterkîne û mala wan didin ber agir. Her çiqas malbat bi darê zorê ji gund were derxistin jî lê xwe ji axa xwe dûr naxe. Malbat koçî navenda Amedê dike û tên li taxa Korhata navçeya Rezanê bicih dibin. Di wan serdeman de dîtina malan jî gelek zor bûye. Du jinên û bi kom û kulfetên xwe ji nû ve dest bi têkoşînê dikin. Di vê pêvajoyê de lawên Hesînayê, Yaqûp û Hebîb berê xwe didin çiya. Yakûp piştî ku tevlî PKK’ê dibe di sala 1998’an de li şerek Çiyayê Dorşînê jiyana xwe ji dest dide. Malbat bi salan ji lawê xwe agahî wernagire û piştî salên dûr û dirêj di sala 2015’an de agahiyê didin malbatê ku lawê wan jiyana xwe ji dest daye. Hebîb Guler jî di sala 2000’î de li şerek li navçeya Heskîfê birîndar dibe û tê girtin. 
 
EMRÊ WÊ LI BER GIRTÎGEHAN DERBAS BÛYE 
 
Hesînayê ji bo hevjîn û lawê xwe bibîne bi salan e diçe ber deriyê girtîgehan. Hesînayê ji aliyekî ve bi êşan re rûbirû dimîne û ji aliyekî jî neçar e ku hêz bide hevjîn û lawê xwe. Hesînayê dibêje wextê lawê wê tê girtin hevjînê wê li Girtîgeha Midyadê girtî ye û wextê diçe hevdîtina hevjînê xwe dibîhîze ku lawê wê birîndar bûye û hatiye girtin. Wextê agahiya girtina lawê dide hevjînê xwe ew jî dibêje, “Xwezî qet nehatibûya girtin, mayîna li vir gelek zor e.” 
 
DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞ KETIYE 
 
Hesîna Guler 26 sal in li diçe ber deriyê girtîgehan û ji ber sewqên law û hevjînê wê ew li gelek bajaran digere. Siddik Guler niha li Girtîgeha Îskenderûnê girtî ye û nexweş e. Du caran anjiyo bûye, carek ji çavê xwe emeliyat bûye û gelek nexweşînên din pê re hene. Her wiha demek li ser sandalyeya bi teker çûye û hatiye. 
 
BERDANA GULER TÊ REDKIRIN 
 
Ji bo Siddik Guler were berdan gelek caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) û Wezareta Dadê hat xistin lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî ji bo Guler were berdanê serlêdan kiribû lê hat redkirin. Hebîb Guler jî serlêdana ku li ve bavê xwe binêre kiribû û ev serlêdan jî hatiye redkirin. 
 
JI BER ÇALAKIYÊ TÊ GIRTIN 
 
Hesîna Guler dibêje, “Emrê min li ber deriyê girtîgehan derbas bû.” Ew di heman demê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ye. Di çalakiyek dayikan ku di sala 2006’an de li Parka Koşuyolu ji bo protestokirina şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dar dixin de bi 23 dayikên aştiyê re tê girtin. 40 rojan li Girtîgeha Amedê dimîne û pişt re tê berdan. 
 
ME ŞAHIDIYA HESÎNAYÊ KIR 
 
Guler bi salan e tevî hemû zextan jî gavek jî ji têkoşîna xwe paş de gav neavêtiye. Niha ew yek ji pêşengên wan dayikên ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin e. Me jî şahidiya rojek têkoşîna Hesînayê kir û me berê xwe da mala wê. Hesînayê deriyê mala xwe li me vekir û xêrhatina me kir. Beriya biçe Nobeda Edaletê nimêja xwe kir û diayan kir. Tevî temenê wê dirêj e û gelek nexweşînên wê hene jî diçe beşdarî nobedê dibe. 
 
BARO BÛYE MALA WÊ DUYEMÎN 
 
Ji malê derdikeve, hêdî hêdî di merdîwanê dadikeve û diçe li wesayîtê siwar dibe û berê xwe dide Baroya Amedê ku jê re bûye wek mala wê ya duyemîn. Heta em gihîştin avahiya Baroyê di rê de ji me re qala çalakiyên ku beşdar bûye dike. Hesîna Guler destnîşan kir ku heta edalet bicih were, cîhanek azad ji bo zarokên wan were avakirin wê tu tiştek nikaribe wê ji doza bi paş ve bihêle. Her kes li avahiya Baroyê dicive û ji hev re dibêjin “bi xêr hatî.” Çimkî ev mekan êdî bûye mala wan dayik û malbatan. Nobed li ber wêneyê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin û tu pêşketin di doza wî de pêk nehatiye dest pê dike. Malbat dibêjin ew tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwazin.
 
SÊ SAL E KU  KURÊ XWE NEBÎNE 
 
Guler anî ziman ku sê sal in wê kurê xwe Hebîb ê li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tê ragirtin nedîtiye û ji destpêka pandemiyê ve tenê meha bihûrî çûye hevjînê xwe Siddik dîtiye. Li gel ewqas di riyek dirêj de diçe jî tenê 30 deqîqe hiştine ku hevdîtin pêk were û li hember vê bi nerazîbûn e. 
 
'EM Ê WAN BÊXWEDÎ NAHÊLIN’ 
 
Guler da zanîn ku li gel hemû bêderfetiyan jî dixwaze ji hevjîn û lawê xwe re piştevaniyê bike û got: “Duh zarokên min çûn hevdîtina bavê xwe. Tenê nîv saet hevdîtin pêk hatiye. Hêj em rewşa hev napirsin dibêjin dema we qediyaye. Her meh em ji her yekê re 500 lîre dişînin. Em deyn dikin û dişînin. Girtiyên me tu demê ne bêxwedîbûn û wê bêxwedî jî nemînin.” 
 
Guler destnîşan kir ku ji çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar feyzê girtine û got: “Dema ez li televîzyonê temaşe dikim, dilê min dişewite. Ez çûm serdana malbata Şenyaşar. Di bin germ û baranê de çalakiya wan dewam dike.” 
 
‘DAXWAZA ME Û MALBATA ŞENYAŞAR YEK E’ 
 
Guler anî ziman ku daxwazên malbatên girtiyan û malbata Şenyaşar heman daxwaz e û wiha got: “Em hatin wê rewşê ku em biryara çalakiyê li Baroya Amedê li dar bixin. Me qet nebe wê parêzer me bibînin û em ê rewşa xwe ji wan re bêjin û belkî bo me bibin alîkar, lê belê haya parêzeran ji me nîne. Em edaletê dixwazin. Em mirovatî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye werin berdanê. Her dever kirine girtîgeh. Zilmek mezin li ser girtiyan heye. Her tim bi ser odeyên wan ve digirin.” 
 
HETA KU GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN DÊ TÊBIKOŞE
 
Guler diyar kir ku hevjînê wê extiyar e, nexweş û rewşa wî xeternak e û girtiyên nexweş êdî hatine wî halî ku nikarin li xwe binêrin û wan terkî mirinê dikin. 
 
Guler bal kişand ser girîngiya têkoşîna edaletê û got: “Çavên min nabînin, çongên min diêşin lê dîsa jî ez têm vir û ez ê her li vir bim. Em dixwazin hemû xizmên girtiyan werin vir. Em tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwazin.”
 
Dayika Hesînayê piştî van gotin û hestên xwe li kêleka malbatan dest bi Nobeda Edaletê dike. 
 
MA / Dîcle Muftuoglu – Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

20/01/2022
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo