* Li Şirnexê li şûna dibistanên di dema qedexeyên derketina derve de hatin hilweşandin navendên bazirganiyê tên çêkirin. Egîtîm Sen a Şirnexê bertek nîşanî vê da.
* Li Wanê derheqê Samî Tay de ku ji ber strana kurdî ya bi navê "Erdalê Pirsûsî" di telefona xwe de guhdar kiriye hat binçavkirin û paşê hatiye berdan, bi îdiya "propagandaya rêxisyinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 5 sal ceza li Tay bê birîn.
* Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 187 rojan di greva birçîbûnê de mabû, têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Her rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Divê ciwan erka xwe ya dîrokî pêk bînin."
* Kazim Yilmazê ku piştî 20 salan çû gundê xwe yê li Dersimê û bi zor û zehmetiyên krîza aborî re rû bi rû ma, got: "Ji ber zemên tên kirin em nikarin debara xwe bikin."
* Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê ya ku ji bo meseleya girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û zextên li girtîgehan çareser bike hat avakirin, ragihand ku ji bo rayedar gavina bavêjin çi hewce be dê bikin.
* Seroka Giştî ya TKDF'ê Canan Gullu, anî ziman ku piştî bi şaredariyan re protokola Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê îmze kirine serlêdan zêde bûne. Gullu, da zanîn ku di 15 salên dawî de 82 hezar û 253 jinên mexdûrê tahdeyê telefonî xetê kirine.
* Nobeta malbata Şenyaşar di roja 316’an de berdewam dike.
* Danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de li Serokê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK'ê hatibû girtin Mehmet Şerîf Çamçi hatibû vekirin wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.
* Wê HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45) ZINDÎ
* Wê li Stenbol û Enqerê ji bo xwendekarê zanîngehê Enes Kara û zarokê 16 salî Bahadir Odabaşi ku dawî ber bi întiharê ve hatibû defandin daxuyanî bên dayîn. (11.00-13.30)
* Wê xebatên mitînga ku HDP li Qada Stasyonê ya Amedê li dar bixe berdewam bikin. (13.00)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 64'an de berdewam bike. (13.00-16.00)