MELETÎ - Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê, di salvegera 15’emîn a qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hirant Dînk de ew li pêş mala jê dayik bû bi bîr anî.
Komîsyona Li Dijî Cihekarî û Nijadperestiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiyê, di salvegera 15’emîn a qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hirant Dînk de ew li pêş mala jê dayik bû bi bîr anî. Nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiye ya Meletiyê tevlî bîranîna ku li pêş mala Dînk a li Taxa Çavûşoglû ya Meletiyê pêk hat bûn. Di bîranîna ku pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin” hat vekirin de, wêneyên Dînk û rojnameya Agos hat hilgirtin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê û di bin berfê dest pê kir de Serokê Şaxa ÎHD’a Meletiyê Abdulmelîk Kop axivî û got: “Hrant Dînk di têkoşîna me ya li dijî nijadperestiyê de dijî wê bijî.”
Kop, bi bîr xist ku bi ser qetilkirina Dînk re 15 sal derbas bûn û wiha berdewam kir: “Ji sala 1915’an ve dewlet bi rêxistinên sûc re tevdigere, bi hev re dixebitin û sûc dikin. Li Tirkiyeya ku hêj bi hev re sûc dikin, cînayeta Dînk ji aliye dijminên ermenan ên girseyên tirk ku ji aliyê rayedaran hatine sorkirin ve hatiye kirin.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI WÎ RE BIDIN’
Kop, destnîşan kir ku Dînk parazvanê mafê mirovan e û got: “Ew dijminê nijadperestî, pêşpiryarî û nefretê bû. Em weke ji wî demî heta niha, ji vir û şunda jî weke komîsyon têkoşîna ku em li dijî cihekarî, nefret, nijadperest, hewldana lincê didin em ê Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin û têkoşîna xwe bi wî re bidin.”
Biranîn bi berzkirina dirûşmeya “Hrant Dînk wê di têkoşîna me de bijî” û qurnefîlên danîn li pêş mala wî bi dawî bû.