AGIRÎ - Rojnamevan Abdullah Kaya di doza jê tê darizandin de parastina xwe kir û got parvekirinên wî ne sûc in û di dozê de rojnamevanî tê darizandin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a Biryarnameya di Qanûnê Hukmê de hat girtin Abdullah Kaya bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “alîkariya rêxistinê kiriye tê darizandin. Danişîna 17’emîn a doza Kaya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin.
Kaya ji Dadgeha Diyadînê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerê wî Tîmûr Demîr di danişînê de amade bûn. Kaya di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku agahî û nûçeyên wî li ser medya dîjîtal parve kiriye ne sûc in, wî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de belav kiriye û di dozê de ne ew rojnamevanî tê darizandin.
Piştî parastina Kaya û parêzerên wî şandeya dadgehê danişînê taloqî 19’ê nîsanê kir.