Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin

  • rojane
  • 09:08 21 Çile 2022
  • |
img

AMED - Şêniyên Taxa Ben û Senê ku qeyûmê Amedê ji bo wan gotibû "em û wan li hev dikin" gotin: "Bi fiyetê ji bo xaniyên me diyar kirine em nikarin axurekî jî bikirin. Bi tu awayî guh li mexdûriyetê nakin."  

Şêniyên Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi rûxandina di bin navê "restorekirina sûran û paqijkirina derdora wan" de tên mexdûrkirin. Şêniyên taxê gotin: "Bi fiyetê ji bo xaniyên me diyar kirine em nikarin axurekî jî bikirin. Bi tu awayî guh li mexdûriyetê nakin."  
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû, derpêş dike ku piştî wan û şêniyên taxê li hev kiriye dest bi xerakirina xaniyan kirine. Lê belê şêniyên taxê jî diyar dikin ku tiştekî wisa tune ye. 
 
Şêniyê taxê Mûhammed Ordek, got: "3 caran hatin ev der xera kirin. Ji me re gotin, 'Werin em hesabên xwe bikin.' Lê me dît ku li gor qafê xwe hesab çêkirine. Yek a min yek jî ya bavê min du daîreyên me hebûn. Ne pîvan ne qet. Min îtiraz kir. Gotin, me şi gor dîmenên peykê hesab kiriye. Ma wisa dibe?"
 
Ordek, bilêv kir ku ji ber ku xanî bê tapo ne, bi vê yekê gef li wan hatine xwarin û got: "Gotin, 'We ev der dagir kiriye.' Ordek, destnîşan kir ku gava wan ev xanî çêkirin jî heman hikûmet li ser kar bû û got: "Em çend sal berê hatin vira. Em feqîr bûn, kar tune bû. Em hatin em ji xwe re xebitîn. Lê niha li malê kes naxebite. 2 kurên min hene. Her du jî betal in." 
 
‘BI FIYETÊ DIBÊJIN EM NIKARIN AXUREKÎ JÎ PÊ BIKIRIN'
 
Ordek, diyar kir ku 95 hezar TL teklîfî wan hatiye kirin. Ordek, destnîşan kir ku dê nikaribin bi vî pereyî debara xwe bikin û bal kişand ser bihabûna kirêyan û krîza aborî. Ordek got: "Fiyetê xaniyan nayên bazrakirin jî. Li Gazîlera xaniyê herî erzan 800 hezar TL ye. Kes guh li vê mexdûriyeta me nake. Piraniya mirovên li vira feqîr in. Bi mehan e em di vî halî de ne. Fiyetê ku ew teklîf dikin hebikekî zêde kirin, lê dîsa jî ne pereyekî ku mirov qebûl bike. Em bi wî pereyî bikarin axurekî jî bikirin. Hin kes hene nikarin heqê kirê jî bidin. Hezar lîre rojekê di dets mirov de namîne. Niha tu qîmetê pere nemaye." 
 
JIYANA TAXÊ HEDEF HAT GIRTIN
 
Azad Guler ku li taxê çêbûye û mezin bûye got: "Ev der ji bo me ji taxekê wêdetir gundek bû. Em hemû di nav hev de mezin bûn. Jiyaneke me ya pir xweş hebû. Dibêjin 'veguherandina bajêr.' Lê piştî tevahiya Amedê bû bîna û beton, wê mirovahî bimire. Dê cînartî bimire. Gava ez ji vir biçim têkevim bînayan, dê hizûra me nemîne. Jiyan û cînartiya vira pri xweş bû. Ma dê bi xerakirina vê derê çi bi dets wan bikeve?"
 
Guler, destnîşan kir kiu rewşa aborî ya taxê nebaş e û got: "Hûn bi mexdûrkirina mirovan nikarin tiştekî bikin. Pêşî hela guh li derdên mirovan bikin, paşê hûn ê xebatên xwe yên ji bo Amedê bikin. Belkî tiştekî xweş çêbibe, lê ez ê mexdûr bibim. Dê cînarê min mexdûr bibe. Dê yên kêlekê mexdûr bibin. Pêşî divê vê meseleyê hel bikin û bi mirovan re xeber bidin." 
 
Guler got: "Ewilî ji ber Sûrê dest pê kirin. Paşê hatin vira. Ê dawiya me çawa be em jî nizanin. Qada vê malê 300 metrekare ye. Lê 230 hezar TL teklîfî me kirin. 3 malbat li vira dimînin, dê vî pereyî bikin sê par. Xaniyekî sê ode di ser 200 hezarî re ye. Meseleyek me jî ev e. Ez li kafeyekê bi meaşê kêm dixebitim. Herî kêm pêdiviya me bi xaniyekî pên odeyî heye. Lê em nikarin xaniyekî wisa bikirin." 
 
HEM MEXDÛR HEM XEMGÎN
 
Guler ku got "Bila werin bipirsin bê ka kî bi dilxweşî ji vir çûye" got: "Pereyekî baş jî bidin dê kes bi dilxweşî ji vir neçe. Em hem mexdûr in hem jî xemgîn. Xwezî nehatan xerakirin û wisa nebûna. Xwezî Amed nebûna beton. Her kes mexdûr e. PIştî vira dê berê xwe bidin Rezanê, Fîskayayê. Dê yên li wir jî mexdûr bibin." 
 
DÊ XANIYÊN WAN BI SER WAN DE XERA BIKIN
 
Sebahat Çarar, demeke dirêj li Bûrsayê xebitiye û bi pereyê ku daye ser hev li Ben û Senê xanî stendiye, anî ziman ku jiyana wê li vê taxê derbas bûye. Çarar, bilêv kir ku dikaneke wan a biçûk heye û debara xwe pê dikin û got: "Havînê ne li vira bûm. Ew jî ji bo xerakirinê hatine taxê. Ez û 3 kurên xwe em li taxê diman. Piştî xanî hatin xerakirin 2 kurên min çûn ketin xaniyên bi kirê. Kurê min ê din jî girtiye û zarokên wî li cem me ne." 
 
Çarar, destnîşan kir ku ew li dijî xerakirinê ne, lê şaredarî dixwaze xaniyê wan bi ser serê wan de bîne xwarê. 
 
Çarar, got: "Nexweşîna şekir bi hevjînê min re heye. Wî çavtirsandî dikin. Jê re dibêjin em av û ceryana we bibirin. Ew jî radibe îmze dike. Min ji wan re got çima we gazî min nekiriye. Niha eşyayên me di kîsan de li derve ne. Cihekî em pê de biçin tune ye. 3 caran çûm şaredariyê. Ji min re gotin 'ha tu ha hevjînê te ferq nake.' Em nizanin em ê çi bikin. Giliyên me jî qebûl nakin. Dibêjin, 'we îmze daye, temam e.' Walî hat vira. Got, 'Feqîr û zengîn di nav xwe de hel bikin.' Ên li vira hemû feqîr in. Pereyekî pir hindik dane. Şaredarî dibêje hûn derên jî û hin derneyên jî ew ê xaniyan xera bikin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin