NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyê û hêzên paramîlîter ên giradayê wê êrişî Eyn Îsayê kirin û du sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê ji serê sibehê ve êriş birin ser gundên Mişêrfê, Cehbel û Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4'ê. Hêzên QSD'ê di cih de bersiva êrişan dan û êriş hat şikandin.
Di şer de gelek endamên hêzên paramîlîter hatin kuştin, 2 cenazeyên wan ketin destê hêzen QSD'ê.
Her wiha hat ragihandin di bombebaranê de 2 welatiyên sivîl ên ji gundê Cehbeyê jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku li herêmê şer berdewam dike.