ÎZMÎR - Danişîna duyemîn a doza Denîz Poyraz ku kujer Onur Gencer jê tê darizandin sê saetan dereng dest pê kir.
Danişîna duyemîn a doza Denîz Poyraz ku Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê sê saet dereng dest pê kir. Eywana danişînê biçûk bû biryar hat girtin ku 100 kes dozê bişopînin.
GELEK PARÊZER LI DANIŞÎNÊ NE
Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Abdullillah Poyraz û xwişk û birayên wê, gelek parêzer, nûnerên rêxistinên hiqûqê, serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Mûş, Îzmîr, nûnerên baroyên Stenbol, Bûrsa, Trabzon, Şirenx û Yalovayê beşdarî danişînê bûn. Kujer Onur Gencer jî li eywanê hat amadekirin.
SANCAR JÎ DOZÊ DIŞOPÎNE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û nûnerên pêkhateiyên HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl dozê dişopînin.
DADGER HIŞYARÎ DA Û GEF XWARIN
Serokê dadgehê diyar kir k udi danişîna din de ji ber dîmenên li ser medya dîjîtal hatine belavkirin Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîna res’en daye destpêkirin. Dadger beriya danişîn dest pê kir hişyarî dan û gefan jî li beşdaran xwar.
Pişt re danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.
Danişîn bi daxwazên saziyên dixwazin mudaxilî dozê bibin didome.