Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin

  • rojane
  • 18:36 25 Çile 2022
  • |
img
 
HESEKÊ - Bawer Cûdî û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin nehiştin bi hezaran DAIŞ'î ji girtîgeha li Hesekê birevin. Cûdî, tiştên di 20'ê Çileyê de li girtîgehê hatin serê wî û hevalên wî ji ajansa me re got. 
 
Operasyonên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên QSD'ê yên li hemberî DAIŞ'iyên di 20'ê Çileyê de êriş biribûn ser Girtîgeha Sînayê didomin. 
 
DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de li Taxa Xwiran a Hesekê êriş biribûn ser Girtîgeha Sînayê û xwestibûn endamên xwe yên girtî ji girtîgehê xelas bike. Lê belê 12 peywirdarên ewlehiyên yên girtîgehê nehiştibûn DAIŞ'î birevin. Duh bi operasyoneke taybet 10 peywirdarên ewlehiyê yên Girtîgeha Sînayê hatibûn rizgarkirin. Piştî rizgarkirina 10 peywirdarên ewlehiyê hatibûn hînbûn ku 2 peywirdarên ewlehiyê jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Yek ji peywirdarên ewlehiyê yên Girtîgeha Sînayê ku QSD'ê ew bi operasyoneke taybet rizgarkiribûn Bawer Cûdî, tiştên di 20'ê Çileyê de qewimîn û tiştên piştî 20'ê Çileyê hatin serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
Cûdî ku ji ber derbên ji serê xwe xwarine li nexweşxaneyê tedawî dibe, tiştên roja 20'ê Çileyê qewimîn bi vî awayî ragihandin: "Roja pêncşemê bû saet li dor 7an an 8'an bû. Teqînî çêbû di hundirê hepsê de. Di dema teqînê de em jî di hundirê hepsê de bûn. Me rahişt çekên xwe. Ez û çend hevalên xwe bûn. Em derketin derve. Mermî hatin. Em niakribûn derketana. Me bersiva wan mermiyanan da. Me çi qas bersiv dida, yekî çete di ber derî re derket û xwe avêt çeka min. Gava xwe avêt çeka min, min û wî li hev da. Wî xwest çekê bibe, min jî nedihişt. Hin çeteyên din jî hat alîkariya wî. Şûr di destên wan de bûn. Bi şûr li serê min dan. Gava li serê min dan ez ketim xwarê. Di wî şerî, di wê pevçûnê de min şarjora xwe ji çeka xwe derxist, lê çeka min li wir winda bû. Çi bi çeka min hat nizanim. Lê şarjor li gel min ma. Em derketin qatê jorê. Wan jî xwest li dû me werin qatê jorê û me bigirin. Wê gavê min rakir çeka hevalê Akif. Hevalê Akif li wir ma. Me berda, paşê bombeyek avêtin nav me. Ew bombe teqîya û hevalê Akif şehîd xist. Em jî li wir ketin, em birîndar bûn. 
 
 
Em derketin jor, me qatê jor girt û me mewziyên xwe li wir çêkirin. Me derî saxlem kirin. Û me li qatê jor, me li ber xwe da. Me bersiva çeta dida. Fîşek dihatin me. Dixwestin ji qatê jêrê werin me bigirin, me ew li wir dikuştin. Lê belkî hinek gihabin derî, paş derî derbas kiribin, lê me gelek jê di hundir de hiştin. Me hejmarek pir mezin, me nehiştin derkevin. Bi wan fîşekan, me ji jor de li wan dida, me nehiştin derkevin. Paşê agir vêdixistin, li jêra me. Agir bi bînayê hemû xistin. Yanî dûman, agir... em şewitîn di hundir de. Lê dîsa me li ber xwe da. Em teslîm nebûn. Me hîna jî fîşekên xwe davêtin wan. Bang dikirin, navê min digotin 'were xwe teslîm bike.' Min xwe teslîm nekir. Gotin, 'Werin, va hevalên we li cem me hene, êsir in. Hûn jî werin.' Me dîsa xwe teslîm nekir."
 
Cûdî, bilêv kir ku bi mewziyeke ku çêkirin bi rojan li ber xwe dane û nehiştine DAIŞ'Î derkevin derve û got: "Paşê heval ji derve bi çekên giran, bi erebeyên zirxî dihatin. Min di şibakeyê re detsê xwe ji wan re li ba dikir. Alek di destê min de hebû, lê ala me hemû reş bûbû. Hevalekî di wesayîta Hamirê de jî destê xwe ji min re li ba kir. Ez ji xwe re fikirîm, 'Gelo wî hevalî got sebir bike, temam me te nas kir? Lê ew heval çi fikirî ez nema dizanim, lê ew kom çû, ew hevalên li derve. Nizam çûn plana me nîqaş bikin, ji bo werin me xelas bikin. Jixwe paş wê operasyonek wisa taybet çêbû. Bi çekên giran, bi doçkeyan, bi erebeyên zirxî hatin cihê ku em tê de bûn. Hatin wir, her hal xwestin me bibin. Ji ber ku deng hat min jî, hevalan  ba min kirin, gotin 'Hevalê Bawer, wer dakev jêrê, em te xelas bikin.' 
 
Ez daketim, lê ji bîna hember mermî hatin min, ji bo ez dernekevim. Hamira hatibû min xelas bike, fîşek berê yên jorê dan. Piştî fîşek bera wan da, nema fîşek hatin min. Paşê hatin ji bo min xelas bikin derî vekirin. Çawa derî vebû min xwe avêt hundirê Hamirê. Gava min xwe avêt hundirê wê, hevalên bi min re j, xwe avêtin hundirê wê. Em bi vî rengî ji hundirê hepsê derketin." 
 
PÊWENDIYA WAN BI YÊN DERVE RE HEBÛYE
 
Cûdî, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku DAIŞ'iyên xwestine firar bikin pêwendî bi yên derve re danîne û got: "Lê beriya wê, wexta em di hundirê bînayê de bûn pêwendiya wan bi derve re hebû. Bê ka cîhaz bi wan re hebûn çi bû. Bi hev re dişetxilîn. Ên derve digotin, 'em nikarin bên.' Yanî pêwendiya wan bi derve re hebû. Digotin, 'Werin me xelas bikin, em bigihîjin hev du. Em Hesekê bi dets bixin.' Deng dihat min. Gelo îja dengê telefona bû, yê cîhazan bû, ez nizanim. Bi qasî deng dihat min, ên derve jî digotin ew nikarin bin, zehmet e. Me bi vî rengî êrişên wan ên hovane dîtin. Min bi çavê xwe dîtin ku hevalan dişewitandin. Hevalek birîndar bû, li erdê bû, betanî û tiştine din avêtin ser wî hevalî û agir berdanê. Yanî hîna ruh di canê wî hevalî de hebû, lê agir berdanê û ew heval bi wî awayî şehîd xistin."
 
'BERXWEDANA ME PÊŞÎ LI BER QETLÎAMEK MEZIN GIRT'
 
Cûdî, destnîşan kir ku ji xeynî teslîmbûnê tu çareyeke DAIŞ'iyan nemabû û got: "Xwestin me jî teslîm bigirin, lê me xwe teslîm nekir. Niha heps hemû di bin kontrola QSD'ê de ye. Ew mewziyên ku me girtin, pir bi kêrî me hatin, pêşî li ber gelek qetlîaman girt. Wekî min di detspêkê de jî got, destpêkê belkî hinek ji wan derketibin, lê piştî me mewziyên xwe girtin me nehiştin çete derkevin. Gelek çete di hundir de man. Yanî kî ji wan derketa min fîşek diavêtin wan. Min nehiştin derkevin. Lê ev pir bi kêr hat ku çete negihîjin miletê me û qetliamek pir mezin çêbibe. Ev berxwedana me pêşiya gelek qetlîaman girt. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

26/01/2022
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN