* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku daxuyaniya "Dê hesab bidin Îmraliyê" ya Erdogan "bêcîdiyetî" ye û got: "Erdogan sûcên mezin kirin. Ew ê hesab bide gelê kurd û gelên Tirkiyê."
* Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî da zanîn ku plansaziya êrişa li hemberî girtîgeha Xiwêranê li Serêkaniyê û Girê Spî hatiya amadekirin. Elî got: “Armanca êrişê, neteweya demokratîk bû. Soza ku me dabû gelê xwe em ê bi cih bînin.”
* Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku wê serdana Amedê bike. Xelkê Amedê ji bo hatin û daxuyaniya Kiliçdaroglu wiha got: “Divê Kiliçdaroglu ne ji bo xapandinê, ji dil be û were Kurdistanê. Divê gotin û kirinên wî yek bin.”
* Girtiyê nexweş Çetîn Çîftçî ku ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku di warê tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.
* Semra Gumuşlu ku her roj tevî keça xwe ya 5 salî tevli Nobeda Edaletê dibe, got: "Divê her kes xwedî li vê nobedê derkeve. Ger em bibin yek dê edalet pêk bê."
* Berdevka EHP'ê Ozge Akman, diyar kir ku Tifaqa Demokrasiyê ji bo têkoşînê bûye cihê zemîneke girîng û got: "Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin."
* Li Amedê di lêpirsîna derbarê 13 siyasetmedar û sendîkavanên hatin girtin de, logoya ajansa me wekî "delîla sûc" hatiye hesibandin û bi îfadeyên "şahidên nepen" jî hatiye xwestin ku ajansa me bê krîmînalîzekirin.
* Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. Gunay ku hewl dide bibe dengê girtiyan, diyar kir ku dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo kurê xwe yê ku li Girtîgeha Bûcayê de di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din bang kir.
* Sekretera Jinan a Egîtm Senê ya Şaxa Şirnexê Serap Ok diyar kir ku dersa bijarte ya kurdî mafek e lê bes ev maf têrê nake û divê beriya her tiştî pêşiya perwerdehiya kurdî were vekirin û zarokên kurd bi zimanê xwe werin perwerdekirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 324'emîn de dê berdewam bike.
* Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza aktîvîsta TJA'yê Fîgen Aras wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza derbarê Sekreterê TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn de hatiye vekirin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê wê rapora sê mehan a binpêkirina mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiya xwe eşkere bike. (12.30)
* Şaxa ÎHD'a Êlihê wê têkildarî binpêkirinên mafan ên sala 2021'an de li bajêr qewimîne civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)