* Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş civîna bi bangawaziya HDP'ê hat kirin nirxand û destnîşan kir ku vebijêrka sêyemîn bivê nevê ye.
* Rabîa Ataş ku ji bo keça xwe ya nexweş a girtî di Nobeda Edaletê de ye got: "Kujerên jinan berdidin, lê kesên doza zimanê xwe û çanda xwe dikin mehkûmî mirinê dikin. Zarokên me bi tecrîdê dikujin."
* Cemîl Dagdelen anî ziman ku di çanda kurdî de bilûr xwedî cihekî girîng e û got: "Enstrumana ku dengêbjiyê aniye vira, bilûr e. Tiştekî wekî girînê, wekî qîrînê ye. Di heman demê de serîrakirin e jî."
* Li Wêranşarê malbata ku tekane dahata wê meaşê astengdariyê yê zarokekî wan e, ji ber deyn ceryana wan hat qutkirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 325'emîn de berdewam bike.
* Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk da zanîn ku pergala girtîgehên tîpa S pergaleke nû ye ku bingeha xwe ji tecrîdê digire. Eksîk diyar kir ku ev girtîgeh bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin.
* Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk nîqaşên li ser riya sêyêmîn nirxand û Nûnerê DÎSK'ê yê Anatoliya Navîn Tayfun Gorgun jî bang li rêxistinên kedê û hêzên demokrasiyê kir ku bingaha rêya sêyemîn xurt bikin.
* Danişîna ewil a doza Serkan Ozgun ku li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Reşo qetil kiribû dê li Dadgeha Midyadê were lidarxistin. (11.00)
* Şaxa OHD'a Stenbolê wê li dijî bêhiqûqiyên tên kirin wê li ber Deriyê C ê Dadgeha Stenbolê şermezar bike. (11.30)
* Danişîna doza Hevgerenîndeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan ku ji ber nûçeya derbarê Berkîn Elvan de tên darizandin wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (11.45)
* HDP, HDK û Kolektîfa Jinan dê li Bodrûmê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk dê kartên piştevaniyê jê re bişînin. (13.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Wanê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê wê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî çalakiya nobedê li dar bixe. (17.00)