‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’

  • rojane
  • 09:58 27 Çile 2022
  • |
img

ÎDIR – Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk da zanîn ku pergala girtîgehên tîpa S pergaleke nû ye ku bingeha xwe ji tecrîdê digire. Eksîk diyar kir ku ev girtîgeh bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin. 

 
Li gorî rêjeya nifûsa Ewropayê, herî zêde li Tirkiyeyê girtî hene. Li gorî Îstatîstîkên Ceza ya 2020’an a Konseya Ewropayê, di hejmara girtiyan de Tirkiye di rêza ewil de ye. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya 31’ê çileya 2021’an, li Tirkiyeyê 297 hezar û 726 girtî hene. Ji çileya 2022’yan ve li 383 girtîgehan 27 hezar 658 girtî tên girtin ku ev hejmar ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e. Di demên dawî de girtîgehên tîpa S yên Antalya, Bodrum, Îdir, Manavgat û Samsunê jî li girtîgehên heyî hatin zêdekirin. Girtîgeha Tîpa S a Îdirê demekî kin berê hatibû çêkirin lê tevî vê jî yek ji girtîgehên herî zêde bi binpêkirina ketiye rojevê ev der e. Qawîşên vê girtîgehê ji odeyên yekkesî yan jî sêkesî pêk tên û girtî her tim bi kamerayan tên şopandin. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, li girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, girtî bi awayekî sîstematîk tên derbkirin, girtî li erdê tên dirêjkirin û kelemçeyê ji pişt ve dixin destên wan. 
 
LI GIRTIYAN DIXIN
 
Girtiyê bi navê Hogir Batu ku di 23’yê kanûna 2021’an de ji Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê veguhestin Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Batu da zanîn ku lêgerîna tazî li wî hatiye ferzkirin û ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Batu, ji bo protestokirina vê rewşê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wî 31 roj li pey xwe hişt. Her wiha hat zanîn ku girtiya nexweş Rûken Yildiz dema ji bo tedaviyê dibirin nexweşxaneyê, kelemçeyên wê dernexistin. Lewma jî Yildiz tedavî red kir û vegeriya girtîgehê.
 
ZÎHNIYETA SERDEMA NAVÎN 
 
Têkildarî mijarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk axivî û got ku derheqê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê re axivî ye. Eksîk girtîgeh şiband qampê û wiha domand: “AKP’ê ev girtîgeh bi zîhniyeta Serdema Navîn ava kirine. Pergala tecrîdê li Îmraliyê hat destpêkirin û niha li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Hewceye hemû hêzên muxalefetê yên Tirkiyeyê li dijî vê pergala tecrîdê derkevin û ji vê pergalê re bibêjin êdî ‘bes e’.” 
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ
 
Parlamenter Eksîk destnîşan kir ku li girtîgeha tîpa S’yê 129 odeyên yekkesî hene û wiha pê de çû: “Li gelemperiya van odeyan cihê hewadariyê nîne. Girtî, li van odeyan bi tena serê xwe tên hiştin. Hefteyek berê min bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Min jê re got ku sepanên li girtîgehê, li dijî rêgezên heyî, yên CPT û navneteweyî ne. Li gorî qanûnên înfazê pir aşkera ye ku kîjan girtî dikarin li odeyên yekkesî bimînin. Me dît ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bêyî ku cudahiyekî bixin navbera girtiyan, hemû kes xistine odeyên yekkesî. Gerînendeyê girtîgehê dibêje ku ev yek ne bi destê wî ye û li gorî biryara wezareta edaletê tevdigere. Her wiha sepanên wek lêgerîna tazî û hwd. jî red dike. Lê xuyaye ku AKP’ê ev plan ji berê de amade kiriye û dixwaze vê bêhiqûqiyê têxe meriyetê.” 
 
‘MÎNA KAMPÊN NAZIYAN E’ 
 
Eksîk daxuyand ku AKP bi polîtîkaya xwe hewl dide faşîzmê mayînde bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civakê bi tirs û faşîzmê birêve dibe. Ji bo sepandina vê pergalê jî ji ewil li girtîgehan dikevin meriyetê. Lewma bi hemû hêza xwe hewl didin bi ser girtîgehan de biçin. Mîna li kampên Naziyan, her roj li girtîgehan agahiyên mirinê tên. Girtiyên nexweş ku ATK di rapora xwe de dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’, hefteyek nakeve navberê ku jiyana xwe ji dest didin. Em baş dizanin ku van biryaran bi zexta AKP-MHP’ê didin. Gelek kes niha li kolanan ji bo edaletê diqîrin. Banga min a ji bo gelê me jî ew e ku xwedî li van qêrînan derkevin. Her wiha hewce ye girtîgehên bi tîpa S bên girtin.” 
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

31/01/2022
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin