Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive

  • rojane
  • 13:37 27 Çile 2022
  • |
img

RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku Erdogan li ser birayê wî siyasetê dike û wiha got: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast ev e. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike.”

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin, 23 sal in berdewam dike. Ji Ocalan ê piştî di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re axivî re, ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parezerên wî agahiyê jê nagirin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di 12’ê Çileyê de di komcivîna partiya xwe de gotibû “Ew ê li Edîrneyê wê hesaba mezin bide yê li Îmraliyê” di bernameya televîzyonê ku duh şev tevlîbû de careke din têkildarî Ocalan nirxandin kirin. Erdogan ê têkildarî axaftinên beriya niha pirsên rojnamevanan bersivandin wiha got: “Esas divê mirov wê ji Ocalan pirs bike.”
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî gotinên Erdogan ên derbarê Ocalan de ji ajansa me re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û xwest ku demildest malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Mehmet Ocalan, bertek nîşanî nirxandinên li ser navê birayê wî tên kirin dan û wiha got: “Bila bihêlin ew bi xwe biaxivive, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike.”
 
MAFÊN QANÛNÎ HATIN XESPKIRIN
 
Mehmet Ocalan ê qala axaftinên Erdogan ên demên dawî kir û anî ziman ku şûna dê li ser navê birayê wî biaxivin, divê bi awayê hiqûqî bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk were û got: “Serokkomar siyasetê dike. Çi li wir diqewime em nizanin. Hemû têkiliyên me yên bi Îmraliyê re hatine qûtkirin. Li Girava Îmraliyê mafên qanûnî, demokratik hatine xespkirin, tune hatine hesibandin.”
 
DIVÊ MALBAT Û PARÊZER HEVDÎTINÊ BIKIN
 
Ocalan, destnîşan kir ku şirovekirina li ser kesekî ku dengê wî tê qûtkirin ne rast e û bi lêv kir ku daxwaza wan ewe ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk were. Ocalan, anî ziman ku hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Lê rastî cuda ne. Vê herkes jî dizane. Pirsgirêka hiqûqî ya Ocalan heye. Carek du caran wî bi xwe bi lêv kir ku beriya malbatan divê pirsgirêka hiqûqî bi parêzeran re were çareserkirin. Heke ser vê yekê were axaftin wê rast be. Ji tu tiştî agahiya me nîne. Agahiya me jê nîne ku dijî an na. Mafên Ocalan ên hiqûqî hene, divê pirsgirêka hiqûqî were çareserkirin. Heke ev neyê kirin di fermiyetê de tu nikarî tiştekî bikî. Ev ne pirsgirêkeke 5-10 deqîqeyan a hevdîtina malbatê ye. Divê ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin, pişt re malbat biaxivin. Ev mafê herî demokratîk e.”
 
QANÛN LI ÎMRALIYÊ DERBASDAR NÎNIN
 
Ocalan, diyar kir ku li Girava Îmraliyê qanûn nayên pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev qanûnên li vir hatine nivîsîn li wir derbas nab in. Vê yekê herkes dizane. Me çiqas bandor li vê yekê kir. Ji ber ku Ocalan ne kesayetek e, heza wî ya nûnertiyê heye. Me tiştek kir an nekir? Mijar ev e. Dewlet dibêje ez li vir tu mafan qebûl nakin. Dibêje qanûnên wan bi xwe nivîsîne li Girava Îmraliyê derbasdar nînin. Divê me weke gel tiştek kiribûya. Ocalan kesekî ku li Rojhilata Navîn giranahiya wî heye ye. Me çi kir?”
 
‘OCALAN DIKARE FIKRÊN XWE AŞKERE BIKE’
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji bo Ocalan bikare fikrên xwe aşkere bike divê hevdîtin pêk werin û wiha pê de çû: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast eve. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike. Hevdîtina malbatê mirovî ye lê parêzeran hiqûqî ye. Heke bi rêya parêzeran hevdîtin pêk were, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike. Lê ya herî bi tendurist ewe ku ew bi xwe biaxive.”
 
‘BILA EWILÎ HEVDÎTINA PARÊZERAN PÊK WERE’
 
Mehmet Ocalan, bi lêv kir ku dixwazin bi birayê xwe re hevdîtinê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke malbat dixwazin hevdîtinê bikin. Ev mafê me yê herî demokratîk û qanûnî ye. Em bi awayî hiqûqî jî dixwazin ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

31/01/2022
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin