Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin

  • rojane
  • 12:02 28 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Kesên rastî gef û lêferzkirinê sîxuriyê tên kirin wiha gotin: “Ji bo me ji HDP’ê veqetînin, hewl didin me bitirsînin û bi zextan biqûtifînin.”

Polîtîkayên sîxurkirinê ku di encama polîtîkayên ewlekariyê yên desthilatê de li ser ciwanan û beşa muxalîf tên pêkanîn, di sala 2022’yan de jî berdewam kir. Li Enqereyê di nava hefteyekê de li 2 kesan sîxûrtî hat ferzkirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a “Rapora Taybet a Têkildarî Bûyerên Revandin, Sîxurkirin, Mulakat Kirin, bi Rêbezan Gef û Zextê Îfade Wergirtin a Sala 2021’an” di navbera mehên Çile û Mijdarê de herî kêm 150 kes hatin revandin, sîxurtî lê hatin ferzkirin û gef lê hatin xwarin.  Li gorî raporê herî kêm 13 kes hatin revandin û sîxurtî lê hat ferzkirin û gef li wan hatin xwarin, herî kêm 66 kes jî di bin çavan de û li qadên cemaweriyê de rastî heman pêkanînan hatin. 
 
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Mamakê Ercan Ozben û xwendekara zanîngehê E.O. ku ji aliyê kesên ku xwe weke polis dan nasîn ve zext û gef li wan hatin kirin, têkildarî tiştên jiyan axivîn. 
 
ÇI KARÊ TE LI HDP’Ê HEYE?
 
Ozben, diyar kir ku endamên îstîxbaratê 2 sal in zexta li wî dikin, çend caran van kesan bi awayekî fîzîkî êrişî wî kirine. Ozben ê Yozgatî, da zanîn ku gelek caran bi gotina “Tu tirkekî Yozgatî yî çi kare te li HDP’ê heye’ hatiye tacîzkirin. Ozben, bi lêv kir ku di 20’ê Çileyê de careke din ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve pêşiya wî hat birîn û wiha got: “Ez da ji bo karên xwe yên teqawîtbûnê biçim avahiya SGK’ê ya Ruzgarliyê. Li PTT’ê jî karekî min hebû. Dema ez ji PTT’ê derketim 2 kes hatin cem min. Nasnameya xwe ya polîsan nîşanî min dan û xwestin bi min re bi axivin. Min ji wan re got ‘tiştek nîne ez bi we re biaxivim’. Van kesên ku israr kirin bi min re biaxivin, bi gotinên ‘evraqên xwe bide bila hevalên me karê te pêk bînin” sîxurtî li min ferzkirin. Piştî ku min ev daxwaza wan red kir ji min re gotin ‘Heke tu bi me re nexibitî wê dozgerî derbarê te de lêpirsînê bide destpêkirin.’ Dû re min bi awayekî şid bersiva wan da û dûr xistin.”
 
PEYAMÊN TACÎZÊ
 
Ozben, diyar kir ku bi telefonê ew aciz kirine û wiha berdewam kir: “Li ser Whatsappê peyam şandin lê berî ku ez wêneyê wan bikişînim peyam jê birin. Di peyaman de digotin ‘Em ew hevalên bi te re hevdîtin kirine, nebêje hevalên xwe yên partiyê ku em bi te re axivîne. Heke tu ji wan re bêjî dibe ku te bi sîxurtiyê sûcdar bikin. Dibe ku te veder bikin. Bi rêzdarî.’”
 
‘EM Ê VALA DERXÎNIN’
 
Ozben, destnîşan kir ku HDP ne tenê partiya kurdan partiya hemû gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê ji bo mirovan ji HDP’ê veqetînin, hewl didin bi tirs û zextê biqûtifînin. Em tiştê ew dixwazin bikin hemûyan vala derxînin. Ez weke tirkekê serbilindim ku di nava HDP’ê de me. Ji xwe helwesta gelên li Kurdistanê diyar e. Dema ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve diçin dibînin ku di nava HDP’ê de Yozgatî, Sêwazî û Çorûmî hene. Dewlet ji vê gelek aciz e. Çi bikin bila bikin encam nayê guhertin. Heta ji destê me were em ê di nava HDP’ê de têkoşîna xwe bidomînin. Em bi HDP’ê hene, em ê bi HDP’ê hebin.”
 
ŞOPANDIN Û TACÎZ 
 
Polîsan li Enqereyê di 20’ê Çileyê de sîxurtî li xwendekara zanîngehê ferz kirin. E.O ya ji bo karekê diçû Batikentê dema li rawestgeha otobûsê bû da zanîn ku polîsekî li TEM’ê dîtibû nêzîkî wî bû û wiha got: “ Polîsê nêzîkî min bû got ‘E.O. ez bawer nakim, lê binêre em çawa li Batikentê rastî hev hatin’ Dema min lê nêrî min fêm kir ku ew kesê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqereyê xwe weke polîs da nasîn bû. Min dû re rêya xwe guhert û berê xwe da cihekî qelebalixtir û çûm metroyê. Di wê navberê de nimreyek li min geriya. Min çawa telefon vekir ew gotinên tacîzê yên di rê de ji min re gotin dubare kirin. Dûre min çawa zanî ew e min telefon girt û rêya xwe berdewam kir.”
 
E.O. bi lêv kir ku êvara wê rojê bavê wî li wî geriyaye û gotiye ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hatiye gerandin û ji wî re gotine “Keça we li cihên nebaş dimîne, hevalên derdora wê gelek nebaş in. Wê hişyar bikin.”
 
WÊ TÊKOŞÎNA CIWANAN BIDOME
 
E.O. bi bîr xist ku li Enqereyê ferzkirina sîxurtiyê, gef xwarin û şopandin demekî dirêje didome û wiha axivî: “Ev polîtîka nikarin ciwanan ji têkoşînê paş ve gavê bidin avêtin. Ciwanên ku pêşengê civakê ne, wê têkoşîna xwe bidomînin.”
 

Sernavên din

02/06/2022
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an