Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!

  • rojane
  • 15:40 28 Çile 2022
  • |
img

ENQERE – Di nava mehekê de der barê 25 parlamenterên HDP’ê de 29 fezleke hatin amadekirin. Der barê parlamentera HDP’ê ku 3 kesên li Şaredariya Sêrtê 30 milyon lîre nelirêtî kirîn xistibû rojevê de jî bi îdiaya ‘ji ber karê karkerê cemewariyê heqaret lê hatiye kirin’ fezleke hat amadekirin. 

 
Çapemeniya girêdayî desthilatdariyê ev demeke ji ber wêneyên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku di sala 2014’an de kişandibûn, parlamenterên HDP’ê kirine hedef. Piştî van weşanan jî derheqê HDP’iyan de li ser hev fezleke hatin amadekirin. Li gorî daneyên dawî, ji hezar 478 fezlekeyên hatine meclisê, hezar û 120 jê yên parlamenterên HDP’î ne. Di nava mehekê de derheqê 25 parlamenterên HDP’ê de bi giştî 29 fezleke hatine amadekirin. Ji bo amadekirina fezlekeyan, parvekirinên li ser medyaya civakî, bertekên li dijî êrişên nîjadperest, axaftinên ku di kongreyan de hatine kirin û çalakiyên li ser medyaya civakî wek sedema amadekirina fezlekeyan tê destnîşankirin. 
 
DOZGER, ERDOGAN TEQLÎD DIKIN: ‘BI ESLÊ XWE KURD’
 
Di fezlekeyên dawî de xuya dibe ku li dijî parlamenterên HDP’ê xebateke taybet tê kirin. Di fezlekeyan de derheqê parlamenteran de îdiayên weke ‘propagandaya rêxistinê’, ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ tên kirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di sala 2007’an de ji bo kurdan digot; ‘Li Tirkiyeyê hemwelatiyên me yên bi eslê xwe Kurd hene.’ Balkêşe ku dozgeran jî di fezlekeyan de heman ziman bi kar aniye. Dozgeran ji bo peyva Kurdistanê jî got ku ev peyv ji hêla PKK’ê ve tê bikaranîn. Yek ji pênaseyên nû ku ji hêla dozgeran ve di fezlekeyan de hatiye nivîsandin wiha ye: “PKK/KCK (...) deverên ku hemwelatiyên me yên bi eslê xwe kurd lê dijîn wek Kurdistan pênase dikin (...) Rêveberên payebilind ên rêxistinê di axaftinên xwe de gelek caran peyvên Kurdistan û Bakurê Kurdistanê bi kar tînin (...)” 
 
Fezlekeyên derheqê çend parlamenteran de bi îthamên nêzî hev hatine amadekirin wiha ne: 
 
JI BO DIZ KARÊ CEMAWERIYÊ KIRIN MERTAL!
 
Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di 26’ê hezîrana 2018’an de li Sêrtê di mîtîngê de nelirêtiyên qeyûm vegotibûn û dozgeriyê ji ber vê axaftinê bi îdiaya ‘ji ber karê karkerê cemaweriyê heqaret lê hatiye kirin’ fezleke amade kir. Axaftina Beştaş wiha ye: “(…) Sê alîkarên serokê şaredariyê hatin tayînkirin. Gelo haya we jê heye ku ev kes ji kar hatine avêtin? Ev kes Zekeriya Batur, Yener Tanik û Gulay Akgun in. Ji bo ku kesek nebihîze, têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan. Lê wan kesan karê dizînê anî Şaredariya Sêrtê jî. Ev kes, bi îdiaya ku 30 milyon lîra nelirêtî kirine ji kar hatine dûrxistin (...)” 
 
Dadgeha venêrînê di sala 2019’an de rapora xwe amade kir û diyar kir ku li Şaredariya Sêrtê ji ber ku hesaba pereyên diviya bihatina berhevkirin nehatiye kirin, ji pereyên ku diviya bû bihatina komkirin 4 milyon û 6 hezar lîre kêm hatiye nivîsandin. 
 
JI BO BERTEKA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ FEZLEKE AMADE KIRIN
 
Ciwanê Kurd Bariş Çakan li Enqereyê ji ber strîna strana kurdî hat kuştin. Beştaş jî têkildarî mijarê twîtek parve kir û dozger ji ber vê twîtê bi îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ derheqê Beştaş de fezleke amade kir. Twîta Beştaş wiha ye: “Kesek, ji ber ku straneke kurdî guhdar dikir hate qetilkirin! A rast, faîlên vê cînayetê diyar in. Kesên ku tovê kîn û nefretê di dilê gelan de diçînin, yên ku gel li dijî hev sor dikin û peyva aştiyê qedexe dikin, ev berhema we ye (...)”Di heman demê de derheqê parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Necdet Îpekyuz, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Mûrat Sarisaç de jî fezleke hatin amadekirin. 
 
Parvekirinên parlamenteran ên bûne mijara fezlekeyan wiha ne: 
 
Garo Paylan: “Hewayê nefretê bû sedema mirineke din jî. Bariş Çakan ji ber ku straneke bi kurdî strî, bi cînayeteke nîjadperest hat qetilkirin. Berpirsyarê vê cînayetê, siyaseta desthilatdariyê ya nefretê ye. Yên ku dengê xwe ji nîjadperestiya li DYA’yê dikin lê li hemberî nîjadperestiya li welatê xwe bêdeng dimînin, durûtiyê dikin.” 
 
Necdet Îpekyuz: “Tirsa we ya herî mezin aştî ye. Yên ku bi tovê kîn û nefretê dilê gel tije dikin û an dikin dijberên hev, berpirsyarên qetilkirina Bariş Çakan in.” 
 
REXNEKIRINA GOTINÊN YILDIRIM
 
Bînalî Yildirim di sala 2019’an de, di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de ji bo piştgiriyê hatibû Amedê.  Di axaftineke xwe de Yildirim digot; “Gazî Mustafa Kemal Ataturk hêj di destpêka salên têkoşîna rizgariyê de li Enqereyê Meclisa Gel ava kir û di wê meclisê de mebûsên Kurdistanê, mebûsên Lazistanê û ji her devera Anatoliyayê mebûs hebûn.” Sarisaç jî ev axaftina Yildirim rexne kiribû. Dozgeriyê, ji bo rexneya Sarisaç îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” kir û fezleke amade kir. 
Sarisaç di axaftina xwe de dibêje navê van herêman Kurdistan e. Dozgeriyê di fezlekeyê de ji bo axaftina Sarisaç wiha gotiye: “PKK/KCK (...) deverên ku hemwelatiyên me yên bi eslê xwe kurd lê dijîn wek Kurdistan pênase dikin (...) rêveberên payebilind ên rêxistinên di axaftinên xwe de gelek caran peyvên Kurdistan û Bakurê Kurdistanê bi kar tînin (...)” 
 
Axaftina Sarisaç wiha ye: “Êdî em vê peyva Kurdistanê jî safî bikin. Navê vê derê Kurdistan e. Ne tenê dema Bînalî Yildirim navê wê bi kar tîne, rewa dibe (...) Navê vê derê Kurdistan e (…)”    
 
Sarisaç di parvekirineke xwe de jî qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan wek provakasyona AKP’ê destnîşan dike. Dozgeriyê ji bo vê parvekirinê jî bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ fezleke amade kir. 
 
‘DER BARÊ NASNAMEYA ETNÎKÎ YA KURD DE AXIVÎ’
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca di 21’ê Adara 2018’an de beşdarî Newroza Nisêbîn a Mêrdînê bûbû. Di pîrozbahiyê de Uca bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û qala pêvajoya çareseriyê kir. Bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘gel ji bo kîn û nefretê sor kiriye’ derheqê vê axaftina Uca de fezleke hat amadekirin. Axaftina Uca ya derheqê tecrîda li ser Ocalan de wek axaftina li ser nasnameya etnîkî ya Kurd û rewakirina Ocalan a di qada navneteweyî de hat nirxandin. 
 
TEVLIBÛNA PROTESTOYÊ JÎ SÛC E!
 
Bi sedema ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag di 30’ê çileya 2021’an de li Rezan a Amedê beşdarî daxuyaniya bi mijara ‘tecrîdê’ bûye, derheqê wê de fezleke hat amadekirin. Delîlên fezlekeyê jî li ser medyaya civakî hatin berhevkirin. Di fezlekeyê de wiha hatiye gotin: “Li ser hesaba @HDPAMED21, di twîta “em beşdarî daxuyaniya Komeleya 78’an a der barê tecrîdê de bûn (...) de xuya dibe ku Dersim Dag jî beşdarî daxuyaniyê bûye (...)”
 
‘CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YA QAŞO’
 
Di fezlekeya derheqê Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel de hatiye amadekirin de jî axaftina wî ya di 15’ê gulana 2020’an de li Amedê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî kiribû û axaftina derheqê tayînkirina qeyûmên Sêrt, Îdir, Misirc û Hawêlê wek delîlên sûc hatin pênasekirin. Di fezlekeyê de ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî peyva ‘qaşo’ hat bikaranîn û rexnekirina qeyûman jî wek ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ hat nirxandin. Dozgeriyê di fezlekeyê de îdia kir ku bi kar anîna peyva ‘Kurd’, ji bo ewlehiya cemaweriyê talûkeyeke dûr û nêz e. 
 
‘ÇARESERIYEKE MAYÎNDE NÎNE LÊ PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ YE’ 
 
Axaftina Temel a di 18’ê hezîranê de li Amedê di “Meşa Demokrasiyê” de kiribû jî weke sûc hat dîtin.  Axaftin bi kurdî hatibû kirin û di wergera axaftinê ya bi tirkî de li 20 cihan peyva ‘nehat fêmkirin’ hatibû bikaranîn. Lê tevî vê jî Temel bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ hat sûcdarkirin û fezleke hat amadekirin. Dozgeriyê ji bo meşa HDP’ê ya ‘Meşa Demokrasiyê’ jî peyva ‘qaşo’ bi kar anî. 
 
BERTEKA LI DIJÎ KOMKUJIYÊ
 
Ji ber parvekirineke li ser medyaya civakî, derheqê Tulay Hatimogullari de jî fezleke hat amadekirin. Parvekirina Hatîmogullari ya der barê Vedat Ekîncî de ku di 2’yê tebaxa 2019’an de ji ber gulebarana helîkopterê jiyana xwe ji dest dabû, wek sûcê ‘gel ji bo kîn û nefretê sor dike’ hat dîtin.
 
Twîta Hatîmogullari wiha ye: “Duh Roboskê, îro jî Çemêkurk a Rûbarokê (...) VedatEkîncî hêj di 14 saliya xwe de li navçeya Rûbarok a Colemêrgê bi guleyên helîkopterê hat qetilkirin. Zû yan jî dereng hûn dê hesabê Roboskê û Vedat bidin!” 
 
REXNEKIRINA QEYÛM
 
Ji bo amadekirina fezlekeya derheqê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr de, axaftina wê ya di 30’ê cotmeha 2019’an de li ser qeyûman kirî wek hincet hat nîşan dan. Dozger axaftina Îmîr bi îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ sûcdar kir û fezleke amade kir. Axaftina Îmîr wiha ye: “Kolanên Cizîrê yên me ne, ew diz in, ji me kurdan ditirsin (...) Ev gel, ev vîn a me ye, dê tu carî nekarin ji me bistînin, em tu carî serî li ber wan natewînin, bila vê wisa bizanin, em li vir in (...)” 
 

Sernavên din

01/02/2022
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN