Halê bazarê: Destvala vedigerin malê

img

WAN - Li Taxa Xaçortê ya Wanê şêniyên diçin bazarê, ji ber bihabûna fiyetan bêyî ku tiştekî bikirin destvala vedigerin malê.   

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên aboriyê yên şaş ên îqtidarê krîzeke mezin heye. Ji ber vê krîzê hema bibêje her roj fiyet biha dibin û betalî zêde dibe. Ji ber vê bihabûnê êdî welatî nikarin debara xwe bikin.
 
Li Taxa Xaçort a Wanê welatiyên ji bo lazmatiyên xwe diçin bazarê, ji ber bihabûna fiyetên fêkî û zebzeyan destvala vedigerin malê. 
 
‘EM NIKARIN ZIKÊ XWE TÊR BIKIN'
 
Zeynep Eryilmaz, diyar kir ku ji ber bihabûnê êdî nikarin tiştekî bikirin û got: "Min bi 100 lîreyî tenê çend kîlo tişt stendin. Bi rastî jî em bi zorê debara xwe dikin. Niha ez rabim bi 300 lîreyî tiştan bikirim dîsa jî ez ê nikaribim tevahiya lazmatiyên xwe bikirim. Em 4 kes in û em nikarin debara xwe bikin. Berê gava ez bi 100 TL'yî dihatim bazarê, hema bibêje min hemû lazmatiyên xwe dikirîn, lê niha bi heman pereyî ez nikarim tiştekî jî bikirim. Êdî em nikarin zikê xwe têr bikin." 
 
‘BERPIRS ÎQTIDAR E'
 
Esnaf Abdûllah Tunel jî bilêv kir ku ji ber bihabûnê karê wan sekiniye û got: "Berê me qezenc dikir, lê niha ez nikarim debara xwe bikim. Pere bi mirovan re tune ye û destvala vedigerin. Gelek tişt biha bûne. Fiyetê marolê par 4 lîre bû, niha bûye 8 lîre. Îspenax bi 3 lîreyan bû, niha bûye 8 lîre. Bexdenûz bi lîre û nîvê bû, niha bûye 3 lîre. Her roj biha dibin. Tiştê niha bi 5 lîreyan bifiroşim, sibê dibe 8 lîre. 40 sal in vî karî dikim, lê cara ewil e tiştekî wiha dibînim. Ên welêt xistin vî halî AKP û MHP ne." 
 
‘EM NIKARIN LAZMATIYÊN XWE BIKIRIN'
 
Leyla Gulce, bilêv kir ku ji ber zeman her diçe bêtir xizan dibin û ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin. Gulce got: "Li welêt krîzeke pir mezin heye. Ev yek tesîrek mezin li me dike. Ji ber krîza aborî em pir feqîr bûn. Ez bi 10 lîreyan hatim bazarê. Lê ez destvala vedigerim malê. Îqtidara AKP'ê feqîran bêtir feqîr dike, zengînan jî bêtir zengîn dike. Êdî em nikarin lazmatiyên xwe yên sereke bikirin. Vê mehê heqê ceryanê 500 lîre hat. Difikirim em ê çawa bidin." 
 
‘NIKARIN WELÊT BI RÊ VE BIBIN'
 
Fahrettîn Şakar ê etariyê dike jî got: "Ez hatim bazarê. Lê ji ber bihabûnê nikarim tiştekî bikirim. Berê bi 100 lîreyî dihatim, min têra hefteyekê zebze û fêkî dikirîn. Lê niha bi 100 lîreyî tenê çend kîlo zebze tê stendin. Nikarin welêt bi rê ve bibin. Ez bi etariyê debar xwe dikim, lê herî zêde 50 TL bi dest min dikeve. Ez bi vî pereyî debara 12 kesan dikim." 
 
‘ZAROKÊN MIN NIKARIN FÊKÎ BIXWIN'
 
Nezmî Dîlce yê cotkar jî bilêv kir ku 9 kes in lê tenê ew dixebite û ji ber bihabûnê 2 meh in nikare ji bazarê tiştekî bikire. Dîlce got: "Ez hatim bazarê, lê ez destvala vedigerim. Min tenê du kîlo petat, qevdek bexdenûz, 2 kîlo firingî, marolek stend, hemû bi 100 lîreyî." 
 
Dîlce, destnîşan kir ku ji ber bihabûnê ev çend meh in zarokên min fêkî nexwarine û got: "Musebîbê van meseleyan ên welêt bi rê ve dibin bi xwe ne. Gel ne di etra wan de ye, tenê yên piştgiriya wî dikin berîkên wan tije dike. Ez bawer nakim îqtidara heyî vê krîzê hel bike." 
 
Fahrettîn Çakan jî got: "Divê ez ji bazarê hin tiştan bikirim, lê nikarim bikirim. Berê em dihatin me bi 150 lîreyî gelek tişt dikirîn. Lê niha gava ez lazmatiyan bistînim divê 500 TL'yî xerc bikim." 
 
Kamîl Aydin jî got: "3 meh in ez têm bazarê lê destvala vedigerim. Tenê ne ez her kes ji ber vê krîzê perîşan bûye. Kes nikare debara xwe bike. Ez bi hemaltiyê debara xwe dikim, lê herî zêde 50 TL bi dest min dikeve. Vê mehê heqê ceryanê 850 TL hat. Aboriya welêt xistine nav lepên xwe, çawa bixwazin wisa dikin. Ger wisa bidome dê xela çêbibe." 
 
MA / Hakan Yalçin 

Sernavên din

03/06/2022
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin