Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin

  • rojane
  • 09:15 30 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Di piraniya îfadeyên wekî hinceta domandina Doza Kobanê de tên nîşan dan de, gelek kes û sazî diyar kirin ku naxwazin tevli dozê bibin. 
 
Danişîna 9'an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêvebir a Navendî yên HDP'ê jî di nav de 108 tê de tên darizandin, sibê dest pê dike. 
 
Di danişîna dawî de bêyî parastina siyasetmedaran biqede û parêzer parastinê bikin, beyanên muştekî û mexdûran hatibûn girtin. Îfadeyên hatibûn girtin wekî hinceta domandina girtina siyasetmedaran hatibû nîşandan. Ji danişîna ewil heya ya 8'an têkildarî îfadeyên muştekî û mexdûran de tenê hatibû gotin "îfade hatiye girtin, hatiye xwendin û daxilî nav dosyeyê hatiye kirin." Piştî parêzeran îtiraz kiribû hûrgulîyên îfadeyan jî hatibûn diyarkirin. Lê di piraniya îfadeyên wekî hinceta domandina girtina siyasetmedaran tên nîşandan de, gelek kesan diyar kiriye ku gilî nakin û naxwazin daxilî nav dozê bibin. 
 
642 KESAN ENXWEST TEVLI DOZÊ BIBIN
 
Îfadeyên di dosyeyê de hatin bicihkirin, hewldana dadgehê pûç kirin. Di danişîna dawî de îfadeyên 867 kesan û saziyan daxilî nav dosyeyê hatin kirin. Ji kesên îfadeyên wan hatine girtin tenê 225 kesan gotiye ew gilî dikin û dixwazin tevli danişînan bibin. 236 kesan jî gotiye gilî dikin, lê naxwazin tevli danişînan bibin. 406 kesan jî gotiye gilî nakin û naxwazin tevli dozê bibin. 
 
Di nav sazî û kesên dadgehê îfadeya wan girtine de kes û saziyên tu xisarek wan çênebûye jî hene. Ji van saziyan yek jê Midûriyeta Navenda Xizmeta Civakî ya Mûşê, yek jê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û yek jê jî Şîrketa Anonîm a Enerjiyê ya Enerjîsayê ye. Hat tespîtkirin ku wê demê tu zirar negihaye van saziyan. 
 
ÊN NEXISIRÎNE JÎ DAXILÎ DOSYEYÊ KIRINE
 
Piraniya kesên ku hatiye gotin gilî kirine, diyar kirine ku nizanin musebîbê xisara wan kî ne û ji ber ku xisara wan nehatiye dayîn gilî kirine û xwestine tevli dozê bibin. Yek ji van kesan jî O.B. ye ku derpêş kiriye bi qasî 6 hezaran xisar li wesayîta wî çêbûye, lê nizane kî wesayîta wî şewitandiye. 
 
Ajovanê texsiyê A.K. jî diyar kiriye ku 10-15 kesên birûpoş pêşiya erebeya wî girtine û xisara wî 60-70 hezar TL ye, lê nedîtiye kî zirar daye texsiya wî. G.Ş. jî gotiye, "Min belge dane midûriyeta polîsan. Xisara min nehat dayîn. Ez gilî dikim, lê xisara min nehat dayîn. Ger bê dayîn ez ê dev ji giliya xwe berdim." 
 
Piraniya kesên ku xwestine tevli dozê bibin û gilî kirine jî destnîşan kirine ku tenê giliyê kesên xisar dane wan dikin. 
 
‘KESÊ KU POLÎSAN EW PARAST BERA MIN DA'
 
H.A. jî gotiye: "Di bûyerên Kobanê yên 6-7-8'ê Cotmeha 2014'an de, ez wekî çayger li Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Yûkari Şehîrlerê dixebitîm. Gava dixebitîm ji ser çavê xwe birîndar bûm. Ez wisa difikirim ku kesê xwe li pişt polîsên sivîl ên ez wan nas dikim xwe veşartibû, bera min da. Ez wisa difikirim ku ev kes bi zanebûnî bera min da." 
 
Di dosyeyê de nehatiye diyarkirin ku bê ka H.A. giliyê kê dike. 
 
GILIYÊ MIDÛRIYETA POLÎSAN Û WALÎ KIR
 
Z.K. ku gilî kiriye û xwestiye tevli dozê bibe, di îfadeya xwe de ragihandiye ku roja bûyerê telefonî polîsan kiriye, lê polîsan jê re gotiye "Li çareya serê xwe mêze bikin" û îtfayeyê jî gotiye "Ewlehiya canê me tune, em nikarin bên." 
 
Muştekî M.N.G. jî gotiye, "Min gelek caran telefonî midûriyeta polîsan kir, lê gotin 'her kes li çareya serê xwe mêze bike.' Me jî got, nexwe çekên xwe bidin me em xwe biparêzin. Lê tu alîkarî nekirin. Ez giliyê kesên bûne sebebê vê, giliyê polîsan û hemû organên peywira xwe neanîne cî, walî, midûrê midûriyeta polîsan û hemû peywirdarên midûriyeta polîsan dikim." 
 
HIN POLÎS JÎ GILÎ NEKIRIN
 
Di nav kesên nexwestine gilî bikin û nexwestine tevli dozê bibin de polîs B.C., Î.K. û G.K. jî hene. 
 
MA / Zemo Aggoz 

Sernavên din

03/02/2022
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye