Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê

img
ENQERE - Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî qursa zimanê kurdî ya rêxistina HDP'ê ya Mamakê dide. Kesên tevli qursê bûne, bang kirin ku her kes xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve. 
 
Eleqeyeke mezin ji bo qursên zimanê kurdî heye. Kesên ji bêgavî koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê kirine ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî bênavber hewl didin. Qursa zimanê kurdî ya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mamakê ya Enqereyê rastî eleqeyeke mezin tê. Qurs heftê rojekê û 4 saet e. Ji 12 saliyan heya 62 saliyan gelek kes tevli qursa zimanê kurdî dibe. 
 
DIXWAZE BIBE MAMOSTEYÊ KURDÎ
 
Mûhammet Alî Kûrt ê 12 salî anî ziman ku li mala wan bi kurdî tê axaftin, lê ew fêm nake û ji bo vê hatiye qursê. Kûrt got: "Ez qenalên kurdî temaşe dikim. Stranên di wan de bala min kişandin. Meraqa min ji vir tê. Dixwazim xwe pêş bixim û paşê dersê bidim."
 
Kûrt, bang li hevtemenên xwe kir û got: "Ger hebin qursên kurdî li bajarên we biçin wan, ger tune bin li ser înternetê hîn bibin." 
 
Nişmiye Kart a 62 salî jî anî ziman ku ew bi zaravayê kirmanckî dizane, lê ji bo zaravayê kurmancî hîn bibe hatiye qursê û got: "Ji bo ez nûçeyên kurdî baş fêm bikim hatim qursê. Divê zimanê zikmakî neyê jibîrkirin, bigihê nifşên nû. Divê hejmara kursên wiha bê zêdekirin. Divê kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê. Divê li her derî kurdî azad be. Jiyana gelekî girêdayî zimanê wî yê zikmakî ye. Ger ziman bimire, ew gel jî dimire." 
 
‘DIVÊ BIBE ZIMANÊ HEVPAR Ê GELAN'
 
Ercan Ozben ê ji Yozgatê jî got: "Min his kir ku gava mirov nebe şirîkê êşên gelê kurd, kêmasî ye. Lewma tevli qursê bûm. Dixwazim kurdiya xwe pêş ve bibim. Her wiha divê kurdî jî bibe zimanê hevpar ê gelan. Di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin. Li herêma Mamakê çi kurd çi tirk ferq nake, her kesî vedixwînim vê kursê." 
 
Yilmaz Yavûz jî got: "Ji bo ez nasnameya xwe, paşeroja xwe baş fêm bikim tevli qursê bûm. Lidarxistina vê qrusê pir baş bû. A rast diviyabû em di zarokatiya xwe de hîn bibin. Em bi salan hatin asîmlekirin. Ji bo kurdiya xwe pêş ve bibim hatim vira. Kurdî divê wekî hemû zimanên cîhanê bibe zimanekî hevpar. Banga me ji bo her kesî ye; bi kurdî biaxivin. Ev perwerdehî divê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe." 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Mamosteyê qursê Mûrat Kayataş jî got: "Di demên dawî de ji bo kurdî gelek kampanya hatine çêkirin. Gava me bi gelê Mamakê re xeber da, gelekî xwestin tiştekî wiha çêbibe. Me jî dest pê kir. Di 2 rojan de 17 hevalên me qeyda xwe çêkirin. Ev ji bo me bû cihê moral û kelecanek mezin. Divê em li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bitêkoşin. Me ji bo pêşeroja kurdî ev xebat kir. Em bihêvî ne, em ê bi ser bikevin." 

Sernavên din

03/02/2022
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye