Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî

img

STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku hewceye muxalefet pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bibîne û wiha got: “Yek ji pîvanên sereke ya demokratbûna vî welatî, Îmrali ye. Yê ku Îmraliyê jinedîtî tê, nikare demokrasiyê bîne vî welatî.”

Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Zêdetirî 10 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin û ev yek rê li ber fikaran vedike. Di rewşeke wiha de Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 12’ê çileyê de got; “Ew kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide Îmraliyê.” Gotina Erdogan bi rojan hat nîqaşkirin û Erdogan herî dawî di 26’ê çileyê de beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser pirsa rojnamegeran wiha got; “Divê ev pirs ji Ocalan bê kirin.” Li gorî partiyên muxalefetê, ev gotinên Erdogan nîşaneya hilbijartinê ye û qet qala tecrîda li ser Ocalan nekirin. 
 
 
‘OCALAN JI ZÎHNIYETA ERDOGAN NEFRET DIKE’
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî gotinên Erdogan ên derheqê Îmraliyê, helwesta partiyên muxalîf û û geşedanên di rojevê ji ajansa me re axivî. Çîçek ji ewil bal kişand ser nîqaşên derheqê Îmraliyê de û wiha got: “Erdogan, hewl dide her tiştekî wek amûra lîstika desthilatiyê bi kar bîne. Lê divê mirov vê rastiyê bibîne ku heke kesek hebe ku birêz Ocalan hez neke, ew kes Erdogan bi xwe ye. Birêz Ocalan ji zîhniyet û daxwaza dîktatoriyê ya Erdogan aciz e. Birêz Ocalan, hewldana avakirina hegemonyayê ya Erdogan di qirika wî de hişt, nehat lîstikên Erdogan û rê li ber girt. Lewma jî di bin pergala tecrîd û îşkenceyê de ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Girtîgeh, 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Û Erdogan baş pê dizane bê ka ev 23 sal in tişta birêz Ocalan motîve dike çi ye, li dijî kê bihêrs e û li dijî kê têdikoş e.”
 
‘OCALAN, ERDOGAN HIŞYAR KIRIBÛ’
 
Di berdewamê de jî Cengîz Çîçek da zanîn ku Ocalan bi salan berê Erdogan hişyar kiribû û wiha domand: “Birêz Ocalan ji Erdogan re gotibû; ‘Heke ku tu li pey dîktatorî û hegemonyayê bigerî, wê demê ji ewil dê min li hemberî xwe bibînî. Lê heke tu hewl bidî pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikî, hem tu û hem jî welêt dê bi ser keve. Dê hemû gel bi ser kevin.’ Bi vî awayî Erdogan hişyar kiribû. Heta digot; ‘Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke ewqas zehmete ku divê tu baş li ber xwe bidî. Lê heke mîna desthilatiyên berê, tu jî ji bo mezinkirina hegemonyaya xwe ya siyasî bi kar bînî, dê aqûbeta te jî mîna desthilatên din be.’ Dema em îro lê dinihêrin, dibînin ku Erdogan jî li ber têkçûnê ye. Lewma divê em vê yekê baş destnîşan bikin; di navbera xeta demokratîk û azadîxwaz a birêz Ocalan û zîhniyeta koledar û mêtinger ku nûnertiya wê Erdogan dike de şer heye. Di esasê xwe de Erdogan ev rastî bi awayekî cuda anî ziman.” 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Çîçek anî ziman ku venekirina deriyên Îmraliyê derbekî mirinê li tevahiya civakê dixe û wiha pê de çû: “Hemû kes vê rastiyê dibîne. Erdogan ji bo parastina desthilatiya xwe, bi qasî ji dest tê tecrîdê girantir dike. Erdogan dibêje; ‘Ocalan dê hesabê bipirse.’ Madem wisa ye, wê demê deriyan vekin bila ew bi xwe biaxive. Bi vê yekê xuya dibe bê ka Erdogan ji bo hilbijartinê dê rêyên çawa bi kar bîne. Lê hewldaneke vala ye ku kes pê naxape.” 
 
NÊZIKATIYA PARTIYÊN MUXALEFETÊ
 
Têkildarî nêzikatiya partiyên muxalefetê ya li hemberî gotinên Erdogan ên derheqê Ocalan jî Çîçek ev nirxandin kir: “Erdogan, her tim hewl dide di hêla polîtîk û bîrdozî de serê kurdan tevlihev bike û yekitiya wan xerab bike. Ew jî dizane ku heke bikare vê pêk bîne, wê demê dê bikare yekitî û feraseta sosyalîst, kedkar, gundî û jinên li Tirkiyeyê parçe parçe bike. Di vê mijarê de yek ji qada herî girîng jî, şerê taybet ê li dijî birêz Ocalan e. Her tim hewl dide bi spekulasyonan û ji tarîtiya tecrîdê sûd bigire da ku serê gelê Kurd û xelkên Tirkiyeyê tevlihev bike. Partiyên muxalîf vê rastiyê nabînin. Her yek ji berê xwe ve dibêje ‘ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim û demokrasiyê bînim.’ Lê heta ku tu bêhiqûqiya li Îmraliyê nedî sekinandin, tu nikarî bibî demokrat. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, hûn neçarin ku rastiya Îmraliyê qebûl bikin. Di pergala heyî de yek ji mijarên ku partiyên muxalefetê mîna desthilatdariyê difikire jî ev mijar e. Pîvana demokrasîparêzî û azadîxwaziyê ya vî welatî, nêzikatiya li dijî pirsgirêka kurd e. Yek ji xalên vê pirsgirêkê jî birêz Ocalan e. Em ê tu zîhniyeteke vîn û nûnertiya gelê kurd red dikin, qebûl nekin. Ev nêzikatî, sibe du sibe tenê dikare dewleta netewperest ava bike.” 
 
MUXALEFET HEWCEYE ÇI BIKE?
 
Çîçek destnîşan kir ku yek ji demokratîknebûna komarê ya herî bingehîn, pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Heke hûn bi rast û durist nêzî pirsgirêka kurd nebin, tenê ji bo çend dengan nêzî rastiya Ocalan bibin, bêhiqûqî û îşkenceya li wir jinedîtî ve bên, sibe du sibe hûnê ji bo berjewendiyên xwe mijara demokratîkbûnê jî paşguh bikin. Heke di demên berê de çavên xwe li rastiya gel, kedkar û çandên Tirkiyeyê negirtibûya, we di yekperestiyê de israr nekira, Erdogan ji xwe nedikariya îro wiha bi we bilîze. Îmrali, yek ji wan deveran e ku pîvanên demokratîkbûnê lê diyar dibin. Ka bila biçin ji gelê kurd bipirsin bê ka gelê kurd azadiya birêz Ocalan dixwaze yan na? Gelo hûn dê pirsgirêka kurd çawa çareser bikin? Heke muxalefet bixwaze lîstikên Erdogan vala derxîne, bila bang li Erdogan bike û jê re bibêje; ‘deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne.’ Ji bilî van gotinan, hemû nîqaşên din vala ne, lîstik in.” 
 
GELO KÎJAN KILIÇADAROGLU?
 
Derheqê gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de ku ji ewil digot ‘em ê Qendîlê serûbin bikin’ û piştre jî digot; ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’ de jî Çîçek ev nirxandin kir: “Hem gelê kurd û hem jî rêxistinên kurd êdî ji van gotinan têr bûne. Jixwe bi salan berê Erdogan ev gotin kiribû. Lê niha rejîmeke faşîst ava kiriye û mîna cinawirî ye. Gelo ma kî dizane sibe du sibe tu jî mîna wî nabî? Ji bo ku neveguherî cinawirekî, divê hûn rastiya gelê kurd, vîna wan a polîtîk qebûl bikin. Em hewl didin fêm bikin bê ka yê ku digot ‘em ê Qendîlê bi erdê re bikin yek’ Kiliçdaroglu ye yan yê digot ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’? Heke yê ku qala Qendîlê dikir be, wê demê em ji we re bibêjin derbasî be. Ev zimanê nîjadperest, li Konyayê vediguhere komkujiyê. Ji bo kurdan Amed cihekî girîng e. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta ew derî neyên vekirin, dê tu pêşketin çênebin.”
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Çîçek di berdewamê de balkişand ser hevdîtina 8 partî û rêxistinan û wiha derbirî: “Hewcehiya me bi tabloyeke wiha hebû. Di asta pîvanan de divê em bikarin bên cem hev. Çawa ku hêzên dewletparêz bi hemû derfetên xwe ji bo desthilatiya xwe seferber kiribin û hatibin cem hev, hewceye ji bo parastina berjewendiyên civak, kedkar û bindestan em jî bên cem hev. Em li hev du bêhtir xwedî derbikevin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma hatina van rêxistinan ya li gel hev, em dikarin wek wêneyeke dîrokî jî pênase bikin.  Ji bo destpêkê, gavekî baş bû. Lê bes nake. Em dixwazin hemû derdorên cuda di vî wêneyî de cih bigirin. Hewldana me ji bo vê ye. Derdê me ne ‘tifaqa hilbijartinê’ ye. Jixwe hewcehiya me jî pê nîne. Heta ku em tifaqa xwe neguherînin tifaqeke civakî, em ê nekarîn bi ser kevin. Ji bo vê, du pêşniyarên me hene. Li hêlekê hilbijartin dê hebin lê li hêla din dê bibe tifaqeke ji hilbijartinan gelek berfirehtir. Anku dê tifaqa gelan, tifaqa bindestan bê avakirin. Ku ev kes dê di her qadên jiyanê de mil bi mil têbikoşin. Jixwe rejîmên dîktator jî ji van tifaqan ditirsin.”
 
PÊVAJOYA BERXWEDANÊ 
 
Cengîz Çîçek axaftina xwe wiha xelas kir: “Wek HDK’ê, yek ji mijara bingehîn a xebata me ya nû dê bibe ew ku em birêxistinkirina tifaqa hemû hêzên azadîxwaz ên Tirkiyeyê, hêzên çepgir û hemû derdorên ku xwe wek tevgerên civakî dibînin, bi perspektîfeke nû binirxînin. Xebatên me yên di vê çarçoveyê de dest pê kirin. Hevdîtinên me yên bi pêkhateyên din re didomin. Ji vir û şûnde yek ji xebatên sereke ya HDK’ê dê bibe birêxistinkirina Tifaqa Demokrasiyê ya di nava gel de. Xebata me ya di vê çarçoveyê de ev nêzî meh û nîv in dest pê kiriye. Pêvajoyeke giran û hesas heye. Divê em bêhtir bên cem hev, bi şêwazên cuda pêngavên nû biavêjin û pêvajoyeke berxwedanê ya mezin bidin destpêkirin. Ji bo vê amadekariyên me hene. Ji bo vê jî em bang li hemû pêkhateyên xwe û rêxistinên dost dikin.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

31/01/2022
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat