Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî

img

STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku hewceye muxalefet pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bibîne û wiha got: “Yek ji pîvanên sereke ya demokratbûna vî welatî, Îmrali ye. Yê ku Îmraliyê jinedîtî tê, nikare demokrasiyê bîne vî welatî.”

Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Zêdetirî 10 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin û ev yek rê li ber fikaran vedike. Di rewşeke wiha de Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 12’ê çileyê de got; “Ew kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide Îmraliyê.” Gotina Erdogan bi rojan hat nîqaşkirin û Erdogan herî dawî di 26’ê çileyê de beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser pirsa rojnamegeran wiha got; “Divê ev pirs ji Ocalan bê kirin.” Li gorî partiyên muxalefetê, ev gotinên Erdogan nîşaneya hilbijartinê ye û qet qala tecrîda li ser Ocalan nekirin. 
 
 
‘OCALAN JI ZÎHNIYETA ERDOGAN NEFRET DIKE’
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî gotinên Erdogan ên derheqê Îmraliyê, helwesta partiyên muxalîf û û geşedanên di rojevê ji ajansa me re axivî. Çîçek ji ewil bal kişand ser nîqaşên derheqê Îmraliyê de û wiha got: “Erdogan, hewl dide her tiştekî wek amûra lîstika desthilatiyê bi kar bîne. Lê divê mirov vê rastiyê bibîne ku heke kesek hebe ku birêz Ocalan hez neke, ew kes Erdogan bi xwe ye. Birêz Ocalan ji zîhniyet û daxwaza dîktatoriyê ya Erdogan aciz e. Birêz Ocalan, hewldana avakirina hegemonyayê ya Erdogan di qirika wî de hişt, nehat lîstikên Erdogan û rê li ber girt. Lewma jî di bin pergala tecrîd û îşkenceyê de ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Girtîgeh, 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Û Erdogan baş pê dizane bê ka ev 23 sal in tişta birêz Ocalan motîve dike çi ye, li dijî kê bihêrs e û li dijî kê têdikoş e.”
 
‘OCALAN, ERDOGAN HIŞYAR KIRIBÛ’
 
Di berdewamê de jî Cengîz Çîçek da zanîn ku Ocalan bi salan berê Erdogan hişyar kiribû û wiha domand: “Birêz Ocalan ji Erdogan re gotibû; ‘Heke ku tu li pey dîktatorî û hegemonyayê bigerî, wê demê ji ewil dê min li hemberî xwe bibînî. Lê heke tu hewl bidî pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikî, hem tu û hem jî welêt dê bi ser keve. Dê hemû gel bi ser kevin.’ Bi vî awayî Erdogan hişyar kiribû. Heta digot; ‘Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke ewqas zehmete ku divê tu baş li ber xwe bidî. Lê heke mîna desthilatiyên berê, tu jî ji bo mezinkirina hegemonyaya xwe ya siyasî bi kar bînî, dê aqûbeta te jî mîna desthilatên din be.’ Dema em îro lê dinihêrin, dibînin ku Erdogan jî li ber têkçûnê ye. Lewma divê em vê yekê baş destnîşan bikin; di navbera xeta demokratîk û azadîxwaz a birêz Ocalan û zîhniyeta koledar û mêtinger ku nûnertiya wê Erdogan dike de şer heye. Di esasê xwe de Erdogan ev rastî bi awayekî cuda anî ziman.” 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Çîçek anî ziman ku venekirina deriyên Îmraliyê derbekî mirinê li tevahiya civakê dixe û wiha pê de çû: “Hemû kes vê rastiyê dibîne. Erdogan ji bo parastina desthilatiya xwe, bi qasî ji dest tê tecrîdê girantir dike. Erdogan dibêje; ‘Ocalan dê hesabê bipirse.’ Madem wisa ye, wê demê deriyan vekin bila ew bi xwe biaxive. Bi vê yekê xuya dibe bê ka Erdogan ji bo hilbijartinê dê rêyên çawa bi kar bîne. Lê hewldaneke vala ye ku kes pê naxape.” 
 
NÊZIKATIYA PARTIYÊN MUXALEFETÊ
 
Têkildarî nêzikatiya partiyên muxalefetê ya li hemberî gotinên Erdogan ên derheqê Ocalan jî Çîçek ev nirxandin kir: “Erdogan, her tim hewl dide di hêla polîtîk û bîrdozî de serê kurdan tevlihev bike û yekitiya wan xerab bike. Ew jî dizane ku heke bikare vê pêk bîne, wê demê dê bikare yekitî û feraseta sosyalîst, kedkar, gundî û jinên li Tirkiyeyê parçe parçe bike. Di vê mijarê de yek ji qada herî girîng jî, şerê taybet ê li dijî birêz Ocalan e. Her tim hewl dide bi spekulasyonan û ji tarîtiya tecrîdê sûd bigire da ku serê gelê Kurd û xelkên Tirkiyeyê tevlihev bike. Partiyên muxalîf vê rastiyê nabînin. Her yek ji berê xwe ve dibêje ‘ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim û demokrasiyê bînim.’ Lê heta ku tu bêhiqûqiya li Îmraliyê nedî sekinandin, tu nikarî bibî demokrat. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, hûn neçarin ku rastiya Îmraliyê qebûl bikin. Di pergala heyî de yek ji mijarên ku partiyên muxalefetê mîna desthilatdariyê difikire jî ev mijar e. Pîvana demokrasîparêzî û azadîxwaziyê ya vî welatî, nêzikatiya li dijî pirsgirêka kurd e. Yek ji xalên vê pirsgirêkê jî birêz Ocalan e. Em ê tu zîhniyeteke vîn û nûnertiya gelê kurd red dikin, qebûl nekin. Ev nêzikatî, sibe du sibe tenê dikare dewleta netewperest ava bike.” 
 
MUXALEFET HEWCEYE ÇI BIKE?
 
Çîçek destnîşan kir ku yek ji demokratîknebûna komarê ya herî bingehîn, pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Heke hûn bi rast û durist nêzî pirsgirêka kurd nebin, tenê ji bo çend dengan nêzî rastiya Ocalan bibin, bêhiqûqî û îşkenceya li wir jinedîtî ve bên, sibe du sibe hûnê ji bo berjewendiyên xwe mijara demokratîkbûnê jî paşguh bikin. Heke di demên berê de çavên xwe li rastiya gel, kedkar û çandên Tirkiyeyê negirtibûya, we di yekperestiyê de israr nekira, Erdogan ji xwe nedikariya îro wiha bi we bilîze. Îmrali, yek ji wan deveran e ku pîvanên demokratîkbûnê lê diyar dibin. Ka bila biçin ji gelê kurd bipirsin bê ka gelê kurd azadiya birêz Ocalan dixwaze yan na? Gelo hûn dê pirsgirêka kurd çawa çareser bikin? Heke muxalefet bixwaze lîstikên Erdogan vala derxîne, bila bang li Erdogan bike û jê re bibêje; ‘deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne.’ Ji bilî van gotinan, hemû nîqaşên din vala ne, lîstik in.” 
 
GELO KÎJAN KILIÇADAROGLU?
 
Derheqê gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de ku ji ewil digot ‘em ê Qendîlê serûbin bikin’ û piştre jî digot; ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’ de jî Çîçek ev nirxandin kir: “Hem gelê kurd û hem jî rêxistinên kurd êdî ji van gotinan têr bûne. Jixwe bi salan berê Erdogan ev gotin kiribû. Lê niha rejîmeke faşîst ava kiriye û mîna cinawirî ye. Gelo ma kî dizane sibe du sibe tu jî mîna wî nabî? Ji bo ku neveguherî cinawirekî, divê hûn rastiya gelê kurd, vîna wan a polîtîk qebûl bikin. Em hewl didin fêm bikin bê ka yê ku digot ‘em ê Qendîlê bi erdê re bikin yek’ Kiliçdaroglu ye yan yê digot ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’? Heke yê ku qala Qendîlê dikir be, wê demê em ji we re bibêjin derbasî be. Ev zimanê nîjadperest, li Konyayê vediguhere komkujiyê. Ji bo kurdan Amed cihekî girîng e. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta ew derî neyên vekirin, dê tu pêşketin çênebin.”
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Çîçek di berdewamê de balkişand ser hevdîtina 8 partî û rêxistinan û wiha derbirî: “Hewcehiya me bi tabloyeke wiha hebû. Di asta pîvanan de divê em bikarin bên cem hev. Çawa ku hêzên dewletparêz bi hemû derfetên xwe ji bo desthilatiya xwe seferber kiribin û hatibin cem hev, hewceye ji bo parastina berjewendiyên civak, kedkar û bindestan em jî bên cem hev. Em li hev du bêhtir xwedî derbikevin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma hatina van rêxistinan ya li gel hev, em dikarin wek wêneyeke dîrokî jî pênase bikin.  Ji bo destpêkê, gavekî baş bû. Lê bes nake. Em dixwazin hemû derdorên cuda di vî wêneyî de cih bigirin. Hewldana me ji bo vê ye. Derdê me ne ‘tifaqa hilbijartinê’ ye. Jixwe hewcehiya me jî pê nîne. Heta ku em tifaqa xwe neguherînin tifaqeke civakî, em ê nekarîn bi ser kevin. Ji bo vê, du pêşniyarên me hene. Li hêlekê hilbijartin dê hebin lê li hêla din dê bibe tifaqeke ji hilbijartinan gelek berfirehtir. Anku dê tifaqa gelan, tifaqa bindestan bê avakirin. Ku ev kes dê di her qadên jiyanê de mil bi mil têbikoşin. Jixwe rejîmên dîktator jî ji van tifaqan ditirsin.”
 
PÊVAJOYA BERXWEDANÊ 
 
Cengîz Çîçek axaftina xwe wiha xelas kir: “Wek HDK’ê, yek ji mijara bingehîn a xebata me ya nû dê bibe ew ku em birêxistinkirina tifaqa hemû hêzên azadîxwaz ên Tirkiyeyê, hêzên çepgir û hemû derdorên ku xwe wek tevgerên civakî dibînin, bi perspektîfeke nû binirxînin. Xebatên me yên di vê çarçoveyê de dest pê kirin. Hevdîtinên me yên bi pêkhateyên din re didomin. Ji vir û şûnde yek ji xebatên sereke ya HDK’ê dê bibe birêxistinkirina Tifaqa Demokrasiyê ya di nava gel de. Xebata me ya di vê çarçoveyê de ev nêzî meh û nîv in dest pê kiriye. Pêvajoyeke giran û hesas heye. Divê em bêhtir bên cem hev, bi şêwazên cuda pêngavên nû biavêjin û pêvajoyeke berxwedanê ya mezin bidin destpêkirin. Ji bo vê amadekariyên me hene. Ji bo vê jî em bang li hemû pêkhateyên xwe û rêxistinên dost dikin.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

05/02/2022
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'