Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike

img
ENQERE – Alîkara Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derheqê binçavkirina ciwanên ku bi kurdî strîn û hatine binçavkirin de axivî. Beştaş strana ‘Yara min a bedewe’ striya û got: “Kes nikare kurdî qedexe bike.” 
 
Alîkara Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş civîna çapemeniyê ya meclisê li dar xist. Beştaş qala guherandina wezîr û burokratan a bi Biryarnameyan kir û diyar kir ku ev burokrat di nîvşevekê de ji peywirê hatine girtin.
 
Beştaş diyar kir ku dema sersibehekî ji xew hişyar bûyîn, dîtin ku wezîreke nû yê edaletê hatiye tayînkirin û wiha got: “Serokekî nû yê TUÎK’ê jî heye. An nîvşevekê yan jî sersibehekî em hîn dibin ku burokrat ji peywirê hatine girtin. Di esasê xwe de ev, encama pergala ku desthilatiyê di tarîtiyê de fetisandî ye.” 
 
‘EDALET JI PEYWIRÊ HATIYE GIRTIN’
 
Di berdewamê de jî Beştaş got ku di esasê xwe de ne wezîrê edaletê lê edalet bi xwe ji peywirê hatiye girtin û wiha domand: “Edalet ne li ser kar e. Ji bo domandina bêedaletiyê, wezîr têne guherandin. Ji ber ku di her qada jiyanê de bêedaletî heye. Ev guherînên dawî nîşaneya rageşî û aloziya di navbera desthilatiya AKP’ê û şirîkê wê MHP’ê ye. Guherandina wezîran ji ber hevsengiyên navxweyî ye. Ne duh edalet hebû û ne jî niha heye. Biryarên DMME’yê, jinên her roj tên kuştin, jinên rastî tundiyê tên, cenazeyên ji girtîgehan derdikevin an jî rojnameger û siyasetmedarên girtî nayên nîqaşkirin. Di rewşeke wiha de tu wezîr bi têrî pergala bêedaletiyê nakin.” 
 
GUHERANDINA SEROKÊ TUÎK’Ê
 
Meral Daniş Beştaş piştre jî qala guherandina serokê TUÎK’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guherandina serokê TUÎK’ê wek têkoşîna li dijî enflasyonê dihesibînin. Nikarin pêşî li bihabûn û enflasyonê bigirin. Daneyên heyî yên bihormon jî nikarin bi gel bidin qebûlkirin. Guherandina serokê TUÎK’ê jî mîna ya wezareta dadê ye ku dixwazin gel bixapînin. Ketine halê bêhalan ku di nîvşevekê de burokratên di bin fermana xwe de diguherînin. Hefteyek beriya aşkerakirina daneyên enflasyonê, serokê TUÎK’ê hat guherandin. Ev jî nîşan dide ku dê daneyên heyî manîpule bikin.”
 
SANSÛRKIRINA ÇAPEMENIYÊ
 
Beştaş da zanîn ku giştînameya çapemeniyê derketiye û wiha berdewam kir: “Giştînameyeke ecêb e. Giştînameyeke derhiqûqî û binpêkirina makeqanûnê ye. Erdogan xwe li ser makeqanûnê re dibîne. Xwe girêdayî makeqanûnê nabîne. Di halê hazir de li gorî makeqanûneke derbeyê jî serokomar nikare di mijara mafên bingehîn de biryarnameyan derxîne. Di xala 28’emîn a makeqanûnê de tê gotin ku çapemenî azad e.”
 
DIJMINATIYA LI ZIMANÊ KURDΠ
 
Beştaş bal kişand ser zimanê kurdî û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di vê navberê de bûyerekî gelek girîng qewimî. Lê ji ber ku kurd û kurdî ne di xema wan de ye, çapemeniya giştî cih neda vê bûyerê. Komeke ku li Taksîmê stranên kurdî digotin hatin astengkirin. Polîsek dibêje, ev dever tevek ji min tê pirsîn. Gelo ev kes hêza xwe ji ku digirin? Ev yek, encama dijminatiya li dijî kurdan û kurdî ye. Bi ser dawetên kurdan de digirin, stranên kurdî tên qedexekirin. Hûn nikarin van zimanên qedîm qedexe bikin. Ji Colemêrgê heta Îzmîrê ev stranên kurdî dê li her deverê bên gotin. Hûn çawa dikarin stranên miletekê bi milyonan qedexe bikin? Ziman, yek ji parçeyên herî girîng ên hebûna mirovekî ye. Bi mebesta protestokirina vê helwestê, ez ê çarînekî ji wê strana duh hatiye astengkirin bistirim. Ziman, hebûna me ye. Ziman, pêşeroja me ye. Em ê zimanê xwe her tim biparêzin.”
 
Beştaş piştre jî strana ‘yara min a bedewe’ striya. 
 

Sernavên din

03/02/2022
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû