Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê

img

COLEMÊRG - Ûzan Tokay ku 17 rojan tevî Ramazan Tûranê jiyana xwe ji dest da di qawîşa karantînayê de ma, diyar kir ku mirina Tûran ne mirineke asayî ye, cinayet e û çendî rewşa wî giran bûye jî ancax piştî 13 saetan ew rakirine nexweşxaneyê. 

  
Ramazan Tûran ê 70 salî, li Girtîgeha Wanê ji dêvla 14 rojan di karantînayê de bê hiştin, 22 rojan hatibû hiştin û di 21'ê Çileyê de wî rakiribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Ûzan Tokay ku 17 rojan tevî Tûran di qawîşa karantînayê de maye, nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 
 
Tokay, di nameya xwe de gotiye, mirina Ramazan Tûran ne mirineke asayî ye, cinayet e. 
 
‘LAZMATIYÊN WÎ NEDABÛN WÎ'
 
Tokay, aniye ziman ku gava Tûran ji nexweşxaneyê anîne ew xistine qawîşa karantînayê û ji bo ev mesele zelal bibe name nivîsiye. Tokay, destnîşan kiriye ku ya qewimiye ne meseleyeke hêsan a qeyrana dil e û gotiye: "Ev cinayet e. Ez li Bloka C'yê bûm. Ji ber nexweşîna xwe çûm nexweşxaneyê. Di 3'yê Çileyê de min anîn, xistin Bloka A-36'an. Ev qawîşqawîşa karantînayê ye. Kesên ji nexweşxaneyê tînin dixin vê qawîşê. Gava ez ketim hundirê qawîşê, hevalê Ramazan Tûran bi tenê di qawîşê de bû. 3-4 roj bûn ew anîbûn vira. Bi tena serê xwe bû. Li cem wî lazmatiyên wî yên sereke tune bûn. Wî li ser rêya Çelê girtine û zûzûka anîne vira. Ji roja hatibû girtin hevdîtin bi malbata xwe re nekiribû. Ez û wî heya 20'ê Çileyê bi hev re di heman qawîşê de man." 
 
Tokay, di nameya xwe diyar kiriye ku di sibeha 20'ê Çileyê de Tûran xwe baş his nekiriye û gotiye: "Heval çawa şiyar bû, got ez nebaş im. Qirika xwe rê min da. Qirika wî werimîbû. Min jî pêl bişkoka ku gazî gardiyanan dike kir. Min rewşa wî ragihand. Gardiyanan ji min re got, 'Bila jimarî biqede, em ê pê re eleqedar bibin.' Piştî jimariyê heya nîvro min 5 caran pêl bişkokê kir û min got rewşa heval nebaş e, lê paxav bi min nekirin. Nîvro bijîşkê revîrê hat, lê tenê di mazgalê de li heval mêze kir. Dermanek belxemê da wî. Gotin, 'Bila îro vî dermanî bixwe, em ê sibê testa wî ya Covîd-19'ê bikin.' Bijîşk xwest derman bi zikê têr bixwe. Min jî ji wan re got, 'Heval nikare tiştekî bixwe û vexwe.' Bijîşk ji min re got, tiştekî ku ew bikin tune ye, bila heya sibê îdare bike. Min ji wan re got, divê biçe nexweşxaneyê. Herî dawî saet di heftê êvarî de du gardiyan hatin li rewşa wî pirsîn." 
 
13 SAET BI ŞÛN DE EW BIRIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Tokay, di berdewama nameya xwe de ragihandiye ku piştî pir israr kiriye vê carê sergardiyan hatiye qawîşê û li rewşa Tûran mêze kiriye. Tokay di nameya xwe de gotiye: "Sergardiyan tevî hin gardiyanan saet di heştê êvarî de hat. Ji heval re gotin, 'Jixwe wê sibê werin testa te bikin, heya sibê îdare bike.' Min bi israr got, rewşa wî cidî ye. Sergardiyan got, 'Ger em te bibin nexweşxaneyê di vegerê de em te naynin vê qawîşê.' PIştî vê ji qawîşê derketin. Heval êdî nikaribû tiştekî vexwe jî. Bi zorê xeber dida. Saet di heş û nîvê êvarî de hatin, ji bo wî bibin nexweşxaneyê. Sendeliya biteker anîn. Wî birin nexweşxaneyê. Yanî 13 saet bi şûn de ew birin nexweşxaneyê." 
 
SAETEK BI ŞÛN DE HATIN
 
Tokay, diyar kiriye ku piştî Tûran rakirine nexweşxaneyê bi saetekê gardiyan hatine qawîşê û jê xwestine eşyayên Tûran berhev bike. Tokay gotiye: "Piştî heval birin bi saetekê gardiyan dîsa hatin. Ji min xwestin ez eşyayên wî top bikim. Gotin, wê Ramazan bibin qawîşek din. Min eşyayên wî hazir kirin, lê eşyayên wî a din rojê birin. Min li rewşa wî pirsî, gotin li nexweşxaneyê ye û ji xeynî vê nikarin tiştekî bibêjin. Paşê ez hîn bûm ku heval jiyana xwe ji dest daye." 
 
EV CINAYET E
 
Tokay, destnîşan kiriye ku têkildarî vê îfade daye îdareya girtîgehê û gotiye: "Min di îfadeya xwe de jî got, îhmalkariyek mezin hat kirin û ev cinayet e. Min pirsî, min got min pir israr kir, çima piştî 13 saetan heval birine nexweşxaneyê. Mihtemelen dê vê yekê înkar bikin, lê qeydên kamerayên korîdorê yên 20'ê Çileyê hene. Divê lêpirsîneke bêalî û adil bê kirin. Ez wisa bawer dikim ku dê raya giştî jî hesas tevbigere. Ez sersaxiya malbata hevalkê me û hezkiriyên wî dikim. Ji bo edalet pêk bê çi ji destê min bê ez ê bikim. Teqez divê berpirsiyar bên eşkerekirin."
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

05/02/2022
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'