Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin

img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bang li qada navneteweyî kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgeheke navdewletî were avakirin. Rêveberiya Xweser da zanîn ku DAIŞ ji bo hemû mirovahiyê talûkeyeke mezine û divê cîhan di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de berpirsyariya xwe bi cih bîne. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der bare êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Hesekê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji ewil serkeftina hêzên ewlekariyê û gel a li dijî êrişa DAIŞ’ê hat pîrozkirin û kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. 
 
Rêveberiya Xweser diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hêzên wan ji bo parastina mirovahiyê heta niha 12 hezar şehîd dane û wiha domand: “Her wiha 25 hezar jî birîndar û gazî hene. Tevî vê yekê jî pirsgirêka terorê ya li herêmê didome. Her wiha 12 hezar çeteyên DAIŞ'iyên ji zêdetirî 50 welatên cuda niha di destê me de girtî ne. Her wiha 5 hezar jê ji Sûriyeyê, bi dehezaran malbatên wan jî li kampên Hol û Rojê dimînin. Vê yekê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê giran kir.”
 
DAXWAZA DADGEHA NAVNETEWEYÎ
 
Di berdewamê de jî Rêveberiya Xweser da zanîn ku talûkeya heyî hemû civaka navneteweyî eleqedar dike û wiha pê de çû: “Divê ev pirsgirêk, bi koordîneya civaka navdewletî û Rêveberiya Xweser bê çareserkirin. Bi avakirina dadgeheke navneteweyî yan jî bi damezirandina dadgeheke ku xwedî taybentmendiyên navdewletî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare edalet bi cih bê. Ji bo vê jî divê dewletên ku welatiyên wan di nava rêxistina DAIŞ'ê de berpirsyariyên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe bi taybet jin û zarokan vegerînin, wan darizînin, tev li civakên wan bikin û wan ji nû ve perwerde bikin. Ji bo ji nû ve perwerdekirina van zarokan û derxistina wan a ji cihên nebaş, divê alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser.  Ji bo biewletirkirin û başkirina girtîgeh û kampan jî divê alîkarî bê dayîn.” 
 
‘XWESTIN RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBIN’
 
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji ber kêmasiyên civaka navdewletî, rojane li kampa Holê bûyerên qetilkirin, serjêkirin, şewitandina kampan û hwd diqewimin. Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrişa li dijî Girtîgeha Sînaayê û ev agahî dan: “Derdora 200 çeteyên DAIŞ’ê êriş kir. Ev kes ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de û ji Iraqê hatibûn. Hewl didin DAIŞ’ê zindî bikin, aloziyan derxînin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Bi êrişa DAIŞ’ê re hemwext, dewleta tirk û çeteyên wê jî êrişî sivîlên Eyn Îsayê kir. Desthilata Şamê û îtîlafa Erdogan jî ji rewşê sûd girt û HSD û hêzên koalîsyonê bi sûcên şer û guhertina demografyayê tawanbar kirin. Xwestin Rêveberiya Xweser têk bibin, piştgiriyên bidin terorîstan û di navbera gelan de fitneyê derxînin. Ev her du aliyên binkeftî bila bizanin ku tenê xizmeta terorîzmê dikin. Bi saya fedekariya gelên me û hêzên leşkerî, ev plan têk çû.”
 
Rêveberiya Xweser herî dawî jî daxwazên xwe yên ji bo koalîsyona navneteweyî û civaka navneteweyî rêz kir. Daxwazên Rêveberiya Xweser wiha ne: 
 
“* Li dijî xetereya terorê û şaneyên DAIŞ'ê yên terorîst, divê alîkariya bo HSD û hêzên ewlekariyê re bê zêdekirin. 
 
* Divê dadgeheke navneteweyî yan jî dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku sûcdar werin darizandin û edalet pêk were.
 
* Divê hemû dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, erkên xwe bi cih bînin û hemwelatiyên xwe yên çekdar, jin û zarok vegerînin. An jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê li kamp û girtîgehan baştir bike. Her wiha divê jinên sûc kirine bên darizandin.
 
* Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê divê piştgiriya aborî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser were dûrxistin. Da ku rê li ber hewldanên rêxistina DAIŞ'ê venebe ku sûdê ji aliyê lawaz werdigire û di aliyê biçekkirina şaneyan û rêxistina îdeolojîk de bi kar neynin.
 
* Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber ku alîkariyên mirovî yên ku ji civata navneteweyî bi rêya Şamê derbas dibin kêm in. Alîkariyên NY dişîne nagihijin ber destê me ji ber ku ev alîkarî ji çargoşeya ewlekariyê ya Qamişloyê re diçin ku di bin serweriya Şamê de ye.
 
* Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji bo ewlehiya herêmê asta xebatê were xurtkirin, zext li dewleta tirk a dagirker were kirin da ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji terorîstan re bûne navend vekişe, êrişên xwe li ser herêmê rawestîne ku sivîlan dike hedef û destekê dide terorê da ku ewlehiya herêmê têk bibe.
 
* Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, divê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.”
 

Sernavên din

02/02/2022
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’