‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara, diyar kir ku tu hêleke mirovî ya NY'yê nemaye û got: "NY, ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e." 

Ambargoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser Kampa Mexmûrê 3 sal in didome. Li Kampa Mexmûrê 12 hezar kurdên di salê 90'an de ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê û ji ber valakirina gundan û ferzkirina cerdevantiyê koç kirine, dimînin. Kamp ji sala 1998'an ve di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û xwedî statuya penaberên siyasî ya navdewletî de ye. Lê belê ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi gelek êrişan re rû bi rû maye û piştî di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li Hewlêrê 3 peywirdarên balyozxabeya Tirkiyeyê hatin kuştin, PDK'ê dest bi ambargoyê kir. Ambargoya PDK'ê ya li ser kampê ji Tîrmeha 2019'an ve didome. 
 
Ji xeynî vê ambargoyê gelek caran jî bi êrişên Amûrên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) ên Tirkiyeyê re rû bi rû maye. Di van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Niha jî rayedarên Iraqê hewl didin kampê bi têlan dorpêç bikin. Hêzên eskerî yên Iraqê di 27'ê Kanûna 2021'ê de têl anîn û xwestin dora kampê bigirin. Lê belê piştî şêniyên kampê li ber vê pêkanînê rabûn, rayedarên Iraqê nikaribûn dora kampê bigirin. Lê vê carê jî dest bi çêkirina qûleyên "ewlehiyê" kirin.
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara geşedanên dawî yên li kampa ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
 
‘DIXWAZIN KAMPÊ BELA BIKIN"
 
Kara, bibîr xist ku şêniyên kampê 27 sal in bi her cure tahde û zordariyê re rû bi rû ne, lê belê tu carî serî netewandine û bedêlên giran dane. Kara, diyar kir ku piştî zor û zehmetiyek giran li kampê bi cih bûne û êriş û çewisandinên li ser wan ji roja li kampê bi cih bûne heya niha didomin. Kara, destnîşan kir ku armanca van êrişan jî ew e ku mirovên têkoşer bela bike û got: "Lewma kampa me dorpêç dikin. Çûn hatina me asteng dikin. Di warê aborî û civcakî de astengiyan didin der, lê em şêniyên kampê em ê tu carî serî netewînin." 
 
‘IRAQ DI BIN BANDORA TIRKIYEYÊ DE YE'
 
Kara, destnîşan kir ku tiliya Tirkiyeyê di êrişên li ser kampê de heye û Hikûmeta Iraqê jî di bin bandora Tirkiyeyê de ye û li gor wê hereket dike. Kara, bilêv kir ku Iraq bi statuya dewleteke azad siyasetê nake û got: "Ji lew re hin koman dewleta Iraqê êsîr girtine. Nikare hikûmeteke siyasî ava bike. Hikûmetên tên avakirin jî di bin bandora Îran, Amerîka û Tirkiyeyê de ne. Lewma bêîstikrarî didome."
 
‘EM QÛLEYÊN EWLEHIYÊ QEBÛL NAKIN'
 
Kara, destnîşan kir ku Iraq li gor fermanên Tirkiyeyê berê xwe dide kampa me û got: "Hewldana wan a bi têlan girtina dora kampê mînekeke vê ye. Gelê me nehişt dora kampê bi têlan bê girtin. Lê ev tê wateya ku dê di pêş de tiştine din bikin. Niha jî em dibihîsin li nêzî kampê qûleyên ewlehiyê tên çêkirin. Me lêkolîn kirin. Me tespît kir ku qûle anîne. Me hevdîtin kirin. Gotin ev ne ji bo kampê ji bo deverine din in. Em dişopînin. Ger van qûleyan li dora kampa me çêbikin, tu ferqa wan û têlan tune ye. Me hevdîtin bi nûnerên NY'yê re jî kirin, wan jî got hewldanên ji bo girtina dora kampê tune ne. Wisa tê fêmkirin ev hewldanên Tirkiyeyê û yên nêzî wê ne. Bedêl çi dibe bila bibe em ê vê yekê qebûl nekin." 
 
‘NY, PENABERAN NAPARÊZE'
 
Kara, bibîr xist ku Kampa Mexmûrê cihekî ku penaberên siyasî lê dimînin û di warê tenduristî, perwerdehî, aborî, civakî û siyasî de di bin banê NY'yê de ye û got: "Lê NY, mîsyona xwe ya ji bo parastina penaberan bi cî nayne. Tirkiye di vî warî de jî bandora xwe didomîne. Ji bo berjewendiyên xwe bandorê li NY'yê jî dike. NY jî qaşo saziyeke mirovî ye, lê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hereket dike. Lewma li ber êrişên li ser kampê xwe li bêdengiyê datîne. Qanûnan dieciqîne. Bi milyonan dolar pere xerc dikin, lê ne diyar e bê ji bo çi û ji bo kê xerc dikin. NY, ne saziya ji bo yekbûna neteweyan, saziya çend dewletên ji bo berjewendiyên xwe li hev kombûne. Ji lew re pratîka wan vê yekê nîşan dide. Lê em ê li ber tu êrişan serî netewînin. Di vî warî de em bang dikin ku NY û Hikûmeta Iraqê peywira xwe bînin cî." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

05/02/2022
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'