Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin

img

ÇEWLIG - Li Çewligê xwediyê dikanekê ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên zêde hatine bide li ser cama nivîsîbû, "Me dişêlînin." Piştî vê gelek esnaf fatûreyên xwe yên zêde hatine, tînin bi cama vê dikanê vedikin.

Li Çewligê berber Sadîm Balat û Erhan Bayantemûr, ji bo bertek nîşanî fatûreyên giran ên ceryanê bidin fatûreya xwe ya ku berê 300 lîre dihat û niha hezar û 50 lîre tê, bi cama dikana xwe vekiribûn û li ser nivîsîbûn "Me dişêlînin! Ji zilma TEDAŞ'ê re na". Piştî vê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê esnafên din jî fatûreyên xwe anîn li vê dikana berber daliqandin. 
 
Her wiha piştî ev bertek berbelav bûye Midûriyeta Giştî ya TEDAŞ'ê telefonî her du şirîkan kiriye û gotiye li herêmê karbidestî di destê Aksa Firat Elektrîkê de ye. Vê carê jî her du şirîk nivîsa "Me dişêlînin. Ji zilma Aksa Firatê re na" bi cama dikana xwe vekirine. 
 
 
BETALÎ Û FATÛREYÊN GIRAN
 
Sadîm Balat, anî ziman ku 3 kes li dikanê dixebitin û got: "Kar tune, dikan vala ye. Hefteya borî ji ber berfê dikan hefteyekê girtî ma. Lê fatûreya meha borî 300 lîre bû, lê ya vê mehê hezar û 100 lîre hat. Li dikanê ji xeynî makîneya fonê ttu tişt nayê şixulandin. Li dikanê ji xeynî makîneya fonê tiştekî din tune ye." 
 
Balat, axaftina Serokkomarê AKP'î Erdogan a têkildarî fatûreyan de bibîrxist û got: "Bila werin fatûreyan bibînin. Tişta em êvarî dikirin, em nikarin serê sibehê bikirin. Her tişt pir biha bûye. Ev qas zem tê kirin, lê em fiyet biha nakin. Çimkî kar tune ye. Gava em biha bikin dê mişterî nemînin." 
 
Erhan Bayantemûr jî got: "Dikana me 8 metrekare ye. Kar tune ye, lê fatûre ev qas zêde hat. Em şaş man. Ji ber fatûreyê em sobê vênaxin em xwe bi montên xwe germ dikin. Ger wiha bidome em ê dikanê bigirin." 
 
Bayantemûr, bilêv kir ku ji ber van fatûreyan hêrs bûne û got: "Çawa çav pê ketim, ji bo bertek nîşan bidim min nivîsî 'Me dişêlînin' û min ev bi cama dikanê vekir. Ma heq e? Ev diz in. Mirov tên ber dikanê û bertek nîşanî fatûreyên giran didin. Wêne digirin û ji ber ku me tiştekî wiha kiriye me pîroz dikin." 
 
SOYGÛN
 
Mîkaîl Bozan ku li dikana berbe dixebite, fatûreyan wekî "şêlandinê" nirxand. Bozan got: "Sedema van zeman polîtîkayên şaş ên hikûmetê ne. Dixwazin me bi vî awayî terbiye bikin. Ev pergal bi vî awayî nadiome." 
 
Cûma Karaaslanê ku di ber dikanê re derbas bû got berteka "Me dişêlînin" bertekek di cî de ye û got: "Madem ew qas wêrek in bila KDV'ê rakin. Ger wêrektir bin bila bêjin 'ên van zeman dikin ne em in.'" 
 
Welatiyekî din jî zemên tên kirin wekî "bêedaletiyê" pênase kir. 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

05/02/2022
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'