NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê careke din gelek gundên bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kirin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek gundên bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebe kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, îro saet li dor 14.30'yî gundê Qesrok, Çemşeref, Newala Gura û Kasanê yên Dêrikê hatin bombekirin.
Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de bi awayekî hevwext êriş biribûn ser Dêrik, Mexmûr û Şengalê û di santrala ceryanê ya Gir Kendal a Dêrikê de 4 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 5 karker jî birîndar bûbûn.