RIHA - Li Rihayê 6 kesên ku di 2'yê Sibatê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li gundên Rihayê Hacîler, Salûca û Qabarcikê 6 kesên ku di 2'yê Sibatê de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Her 6 kesên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Rihayê sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Dozgeriyê kesek berda û 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.
5 kesên çûn dadgehê bi şertê kontrola edlî û biryara qedexeya derketina derveyê welêt hatin berdan.