AMED - Dema binçavkirina endamê Lijneya Şaxa ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar 4 rojên din hat dirêjkirin.
Endamê Lijneya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ferhat Berkpinar, di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê bi rê ve dibir de di 3’ê Sibatê bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û pişt re biribûn Semsûrê. Hat hînbûn ku dema binçavkirina Berkpinar ê li Miduriyeta Polîsan a Semsûrê tê ragirtin 4 rojên din jî hat dirêjkirin.