NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû hatibû birîn, xera kir.
Di Tîrmeha 2019'an de bi sûcê "propagandaya rêxistinê" ceza li derhênerên fîlmê "Bakur" Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû hatibû birîn. Dadgeha Îstianfê cezayê ku li derhêneran hatibû birîn xera kir.
Li gor nûçeya di Bîanet2'yê de, dê doz cardin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan dest pê bike.
4 sal û 6 meh ceza li her du derhêneran hatibû birîn.