COLEMÊRG - Di sersibeha îro de li çoltarê gundê Tilora yê navçeya Geverê û çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî ya berfireh hat destpêkirin.
Di sersibeha îro de li çoltara gundê Tilora yê navçeya Gever a Colemêrgê û derdora wê, operasyoneke berfireh a leşkerî hat destpêkirin. Operasyon hêj jî berdewam e û helîkopter li ser herêmê digerin. Operasyon bi taybet jî li ser çiyayên Spîrêzê disekine û nehat zanîn bê ka heta niha pevçûnek derketiye yan na.