* Berteka herî mezin a li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" bû.
* Li Şirnexê ajokarên mînîbusan bertek nîşanî bihabûna motorînê dan û destnîşan kirin ku êdî nikarin debara xwe bikin.
* Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Ez natirsim. Heya edalet pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 338’emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Binefser Yûsûf Ç. yê Dîlek Kaya qetil kir ku ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tê darizandin wê li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (10.00)
* Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, wê li Amedê serdana dikandaran bike. (10.00-16.00)
* Têkildarî pêvajoya doza qetilkirina parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar ku didome de dê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsyar Umît Dede û hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê were lidarxistin. (11.00) ZINDÎ
* Platforma Azadiyê ya Îzmîrê û Şaxa Egîtîm Sen a bi Hejmar 2 ya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan dê bi daxuyaniyekê banga tevlibûna platformê bikin. (11.00)
* 9’emîn danişîna doza rojnameger Rûken Demîr ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê îro li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Bayrakliyê bê dîtin. (11.45)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş li baroyên Wan û Amedê dabû destpêkirin îro jî berdewam dike. (13.00-16.00)
* Berdevka Jinan a Meclisa HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, li hotêleke Enqereyê bi hiqûqnasan re hevdîtinê bike. (17.30)
* Ma Musîc, di çarçoveya 4’emîn Rojên Muzîkê de ku diyarî Egîdê Cimo kiribû dê îro jî çalakiya xwe bidomîne. (18.30)