ÎZMÎR - Rojnameger Rûken Demîr, di doza ku jê dihat darizandin de beraet kir.
Danişîna 9'emîn a doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li rojnameger Rûken Demîr hatibû vekirin, li 19'êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Demîr û parêzerê xwe Zafer Încîn tevlî danişînê bûn. Demîr, di danişînê de li dijî mutalaaya ku di danişîna beriya niha de derbarê wê de hatibû dayîn parastin kir û got ku xebatên wê xebatên rojnamegeriyê ne û sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir.
Piştî Demîr parêzerê wê Zafer Încîn jî parastina muwekîla xwe kir û daxwaza beraeta wê kir.
BERAET
Piştî parastinan heyeta dadgehê, ji ber delîlên kêm biryara beraetê ji bo Demîr da.