NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî Tirkiyeyê li navçeya Mabata ya Efrînê 2 welatiyên sivîl revandin.
Binpêkirinên hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wan ên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de “Polîsên Leşkerî” û koma bi navê El Nuxbe yên girêdayî Tirkiyeyê, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 welatî revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku “Polîsên Leşkerî” û koma bi navê El Nuxbe ku girêdayî Tirkiyeyê ne, welatiyên bi navê Ehmed Hanan Reşo (55) û Manan Seîd Şêx Seydî (32) yên ji gundê Şêxutkê yê Mabatayê revandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku ev kes ji ewil li girtîgehên Mabatayê hatine ragirtin û piştre jî li girtîgehên Efrînê hatine veguhestin.
FÎDYE XWESTIN
Çavkaniyan da zanîn ku komên girêdayî Tirkiyeyê ji bo berdana van welatiyan, ji malbatên wan hezar û 500 lîreyên tirkan xwestîne.