Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine

  • rojane
  • 09:03 10 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne li ser çareserkirina meseleya kurdî, li ser hemû meseleyên cîhanê disekine. Kav, destnîşan kir ku Ocalan êdî gihaştiye asta rêberekî gerdûnî. 

Di ser komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'yan, ji roja bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, heya niha di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ye û bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ocalan, tevî hemû şert û mercên tecrîda girankirî jî her di çareserî û aştiyê de israr dike. 
 
Nivîskar Fûar Kav, destnîşan kir ku komplo hatiye pûçkirin. 
 
ARMANCA KOMPLOYÊ
 
Kav, destnîşan kir ku armanca komploya navdewletî pêşîlêgirtina tekoşîna li Kurdistanê bûye û got: "Bi vî awayî dê pêşî li ber têkoşînê bigirtanan. Dê tevgera azadiyê tasfiye bikiranan. Dê Serok Abdullah Ocalan li Îmraliyê bêbandor bikiranan. Lê em dizanin ku ji vana yek jê jî bi ser neket." 
 
‘OCALAN PARADÎGMAYEKE NÛ AFIRAND'
 
Kav, anî ziman ku komplo negihaştyiye armanca xwe û got: "Îro ro ger tevgera azadiyê gavek jî paş de neavêtibe, ji wê rojê heya niha têkoşîn li qadeke berfireh belav bûbe, nexwe ev nîşan dide ku komplo negihaştiye armanca xwe. Ew konsepta li hemberî Serok Abdullah Ocalan hat sêwirandin, pêk nehat. Lê Ocalan li Girava Îmraliyê bi paradîgmayeke nû derket meydanê. Cardin li ser bîrdoziyê hûr bû û mirov dikare bibêje xwe li Girava Îmraliyê ji nû ve afirand." 
 
Kav, bilêv kir ku tevgera azadiyê ya kurd jî bi vê komployê tasfiye nebûye û got: "Axirê bi paradîgmaya nû ya Serok Ocalan re PKK'ê jî xwe ji nû ve ava kir. Daxilî nav pêvajoyeke pir wêdeyî ya kevin bû. Yanî em ji kîjan aliyî ve jî lê mêze bikin komplo negihaştiye armanca xwe. Xwestin bi komployê re tevgera azadiyê ji geşedanên li Rojhilata Navîn dûr bixin. Li di vir de jî bi ser neketin. Tevgera azadiyê tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li Başûr jî pir berbelav bû. Li gelek welatên Rojhilata Navîn atmosfera avakirina siyaset û bîrdoziya xwe çêkir." 
 
‘PKK LI ROJHILATA NAVÎN BÛ VÎN'
 
Kav, destnîşan kir ku mînaka herî berbiçav li Rojhilata Navîn a ji bo çêkirina atmosfera bîrdoziya tevgera azadiyê Şoreşa Rojavaya ye û ev şoreş, şoreşeke li ser esasên bîrdoziya Ocalan e. Kav, anî ziman ku gava mirov di vê çarçoveyê de li PKK'ê mêze bike, dibîne ku bûye xwedî hêzeke enternasyonal. 
 
Kav got: "Helwesta enternasyonal a bîrdozî ya PKK'ê ya beriya komploya li hemberî Serok Abdullah ocalan, piştî komployê veguherî helwesteke rêxistinbûyî. Di vî warî de PKK hem mezin bû, hem pêş ket, hem jî di warê hêzeke siyasî de li Rojhilata Navîn bû vîn." 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Kav, destnîşan kir ku pûçkirina komployê nayê wateya ku komploger dev ji armanca xwe berdane û konseptên "A, B" yên hêzên navdewletî hene. Kav, bilêv kir ku mezinbûn û pêşketina tevgera azadiyê û hêla gerdûnî ya rêbertiya Ocalan komployê pûç kirin, lê di heman demê de komplogeran jî li hemberî vê dest bi pêvajoyeke nû kirine û got: "Bi vî awayî pergala Îmraliyê hat çêkirin. Bi pergala Îmraliyê re Ocalan bi awayekî girankirî tecrîd dikin da wî û civakê ji hev qut bikin." 
 
Kav, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêkanîneke taybet e û got: "Li gelek deverên cîhanê rêberên rêxistinan hatin girtin. Lê wisa xuya ye pratîkek wekî ya vê ku 23 saln di nav behrekê de ragirtina di hucreyekê de tune ye. Ên bi qasî 10 salan mane hene, lê lê kesekî wekî Serok Abdullah Ocalan ev qas dirêj mabin tune ne. Ev jî tê wateya ku komplo bi awayekî din tê domandin." 
 
‘ÇAVKANIYA MESELEYÊ NETEW-DEWLET'
 
Kav, bal kişand ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û fikirên Ocalan ên di vî warî de jî. Kav, destnîşan kir ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkan pergala netew-dewletê ye û ev li ser asasên netewperestîyeke hişk, dogmatîzm, faşîzm, qirkirin û înkarkirinê hatine avakirin û got: "Dîn û îmana netew-dewletê netewperestî ye. Ji netewperestiyê wêdetir jî faşîzm e." Kav, bilêv kir ku Ocalan ev yek di parêznameyên xwe de bi berfirehî daye ber nîqaşê. 
 
GIRÎNGÎIYA OCALAN Û HELWESTA WÎ YA JI BO ÇARESERIYÊ
 
Kav, bilêv kir ku gotinên nûnerên dewletan gotinine dubarekirî ne û tu perspektîfeke wan a ji bo pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navşn tune ye. Kav, destnîşan kir ku lê bi rastî jî nêrîn û helwesta Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir cuda ye û got: "Mesela ew dibêje, 'Pêdivî bi dewletê tune ye. Hûn ji bo dewletê diperpitin. Hûn 10 dewletan bidin min jî ez naxwazim. Ji lew re dewlet bi xwe çavkaniya pirsgirêkan e. Hûn înîsyatîfa avakirina 40 dewletan bidin min jî ez ava nakim. Ger ez 40 dewletan ava bikim, wê çaxê ez ê meseleyên cîhanê 40 caran mezintir bikim.' Nexwe mesele ne mezinkirina dewletê, biçûkkirina wê ye. Çareserî, hîn bêtir berfirehkirina sînorên demokrasiyê ye. Çareserî, jin bibe vîn." 
 
‘BÛ RÊBEREKÎ GERDÛNÎ'
 
Kav, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çavkaniya meseleya kurdî Tirkiye ye û Ocalan jî di vî warî de xwedî wesfeke mifteyê ye û got: "Ger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azad bibe, dê diyarker be bi wê perspektyîfa xwe ya çareseriyê û helwesta xwe ya aştiyane ya ji bo çareserkiria meseleyan li Rojhilata Navîn. Ocalan, meseleya kurdî di çarçoveyeke berteng de nanirxîne. Sosyalîzma reel ji hev veçirand, Yekîtiya Sovyetê û netew-dewletê ji hev veçirand û perspektîfa wî ya çareseriyê ya niha perspektîfeke ku tenê ne ji bo çareserkirina meseleya kurdî, ji bo çareserkirina meseleyên Rojhilata Navîn e jî. Pespektîfeke ku li ser tevahiya meseleyên cîhanê hûr dibe. Yanî Ocalan êdî ne rêberekî xwecihî, rêberekî gerdûnî ye û divê her kes bi vê zanibe." 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin