Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî

  • rojane
  • 11:38 11 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên parêzeran re tîne ziman ku bi komploya navneteweyî xwestin “PKK’yeke bêyî Apo û kurdên bêyî PKK’ê” ava bikin. Ocalan dibêje ku wî bi hewldanên xwe, ev plana hêza bingehîn a NATO’yê vala derxistiye.

Komploya ku di sala 1985’an de bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji hêla Gladîo ya NATO’yê û Almanyayê ve li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di sala 1990’an de bi tevlibûna Ingilistanê, ji sala 1996’an ve bi beşdariya Îsraîl û Yewnanistanê, di sala 1998’an de bi beşdariya Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rûsya û herî dawî jî di sala 1999’an de bi hevkariya Swîsre û Kenyayê berdewam kir. Ev komplo heta radestkirina Ocalan jî domiya. Lê ev plana “îmhakirinê” ya hevpar a hêzên kûrewî bi ser neket. Lewma bi DYA’yê re li hev kirin da ku Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin. Tevî ku dizaniyan dê cezayê darvekirinê bidin Ocalan jî ev biryar hat dayîn. Rêxistina îstîxbaratê ya DYA’yê CIA’yê di demên piştre de di daxuyaniya xwe de got; “operasyoneke serkeftî ya li dijî terorîzmê” û bi van gotinên xwe komplo piştrast kir.
 
GIRTIYÊ KOMPLOYÊ
 
Ji roja 15’ê Sibata sala 1999’an heta niha Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Ocalan ji bo girtina xwe vê nirxandinê dike: “Ez ne girtiyê Tirkiyeyê lê girtiyê komploya navneteweyî me.” Di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe re de Ocalan balê dikişîne ser berfirehiya komployê. Di hevdîtina xwe ya di 17’ê adara sala 1999’an a bi parêzerên xwe re de Ocalan qala rola Yewnanistanê ya di komployê de dike û wiha dibêje: “Bi taybet jî divê rola Hikûmeta Sîmîtîs, hêzên îstîxbaratê ku bi taybet jî a Stavrakakis (Şefê îstîxbaratê) û rola Kenyayê ya di vê komployê de baş bê fêmkirin. Liv, tevger û rola Savas ê ji îstîxbarata Yewnanan û ya Konsolosxaneya Yewnanistanê ya Naîrobiyê divê baş bên vekolandin. Hiqûqa navneteweyî binpê kirin. Divê ev sûcên wan bên derhîkirin û hesab ji wan bê pirsîn.”
 
BIRYARA NATO’YÊ 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku bi biryara NATO’yê hatiye girtin û DYA’yê ji vê biryarê re pêşengtî kiriye. Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran a di 10’ê gulana 1999’an de vê yekê wiha tîne ziman: “Bala xwe bidin ser, wê rojê tu dewleteke Ewropayê nehêla balafira me dakeve. Pîrîmakov jî wê rojê qedexe kir. Divê ew bê tespîtkirin. Ji bo min, di asta NATO’yê de biryar hatiye dayîn. Nizanim bê ka di hundirê vê biryarê de çi heye. Bi qasî ku dizanim, li hemberî berdana çekan dê çareseriya demokratîk pêş bixistina. Biryara li ser min, di sala 96’an de hat dayîn. NATO’yê biryar dabû ku heke ez li ber xwe bidim dê bihatima kuştin. Di rewşa din de jî dê çareserî bihata pêşxistin.” 
 
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
 
Ocalan, di nirxandinên xwe de komploya navneteweyî weke “îxanet” pênase dike. Di hevdîtina xwe ya bi parêzaran re ya di 28’ê hezîrana sala 1999’an de Ocalan vê rewşê wiha rave dike: “Hewceya hiqûqa navneteweyî rola xwe bilîze. Di hiqûqa wan de çi hebe, neçarin ku bi wê bikin. Nexwe dê dîrok wan efû neke. Dibê qey rastiyên heyî hêj nû derdikevin holê. Ez carnan li ser difikirim û dipirsim, gelo Yewnanistanê ji ber Qibrisê ez radest kirim?” 
 
40 XALÊN DERHIQÛQΠ
 
Di hevdîtina bi parêzerên xwe ya di 12’ê hezîrana sala 1999’an de Ocalan dibêje ku divê komplo bê derhîkirin û wiha didomîne: “Li vê derê 40 xalên derhiqûqî hene. Divê bibaldarî bên vekolandin. Hem lîstika Rûsyayê û hem jî ya Yewnanistanê heye. Daxwaznameya ku min dabûye wan heye. Sefîrê Yewnanistanê daxwaza min a îltîcayê qebûl kiribû. Lê piştre çi kirin? Lîstikeke mezin heye. Hûn dikarin ji bo vê mijarê ji Îtalyayê agahiyan bixwazin. Divê ev rastî bên zelalkirin. Divê rûyê rast ê D’Allema derhî bibe. Em, ji Îtalyayê hatine revandin. Niha di nava metirsiyan de ye. Peywira dadgehê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ew e ku vê lîstika mezin derhî bike. Bila wê balafirê bipirsin. Balafireke qaçax bû.” 
 
LÎSTIKEKE DÎROKÎ YE
 
Di hevdîtina xwe ya di 5’ê tebaxa sala 1999’an de Ocalan diyar dike ku Ingilistan û DYA, Yewnanistanê bi kar tînin û vê nirxandinê dike: “Rola wan a di komployê de pir vekirî ye. Lîstikekî pir dîrokî lîstin. Gelek aliyên wê hêj jî nehatine zelalkirin. Xala ku ez baş fêm nakim ev e, gelo ji bo vê meseleyê li Tirkiyeyê bi kê re li  hev kirin? Min di komîsyonê de jî anî ziman, biryara derheqê min de li Tirkiyeyê hatiye dayîn. Hinek mijar hene ku hêj nehatine zelalkirin. Di demên berê de Çîller-Thatcher li dijî me şerekî bi rêk û pêk meşandin. Ingilistanê, Kurdistan mehf kir. Di dayîna biryarên derheqê kurdan de rola Ingilistanê mezin e.” 
 
JI ŞAMÊ HATINA ATÎNAYÊ 
 
Di nirxandinên xwe de Ocalan dibêje ku rola Yewnanistanê ya di radestkirina wî ya Tirkiyeyê de dê her tim bê pirsîn û di hevdîtina 26’ê tebaxa sala 1999’an de wiha dibêje: “Di mijara girtina min de rola Ingilistanê pir mezin e. Yên ku ez revandîm, ingilîz bûn. Piştî ku ji Şamê derbasî Atînayê bûm, êdî tiliya Ingilistanê kete nava mijarê. Lê heke yewnanan alîkarî nedabûya wan, dê ingilîzan nekariya bi ser kevin. Biryara tunekirina min, di sala 93’yan de hate dayîn. Ingilîz, pir xetere nêz dibûn û ev tiştekî girîng e. Roja ku çûyîm Kenyayê, haya wan jê hebû. Yewnanan digot ku ev yek bi veşarî hatiye kirin. Heke ez çûbûma cihekî din jî dê heman tişt bihata kirin. Dikarin lêkolînan li ser bikin. 
 
LIHEVKIRINA EWROPAYÊ
 
Divê li ser Baduvas baş bê sekinandin. Berpirsyariya wî di komployê de heye. Kesayetê ku divê herî zêde bê derhîkirin ew e. Ji bo ku ji Şamê derbasî Atînayê bibim, rola wî mezin e. Almanya jî di nav de, temamiya welatên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û nêzikatiya xwe ya li dijî pirsgirêka kurd, di tunekirina min de li hev kiribûn. Man an jî nemana min gelek girîng nebû. Kontrol ne di destê min lê di destê wan de bû. Daxwaza dilê wan çi bûya, dikariyan wisa bikin. Mijara gorîlên Yewnanistanê ev bû: Di vê pêvajoyê de Yewnanistan bêguneh derbikeve, min bi darê zorê derxînin û bi destê Tirkiyeyê bidin kuştin. Tekane armanca wan ew bû ku şerê di navbera kurd-tirkan de gurtir bikin lê heke nebû jî li ser min bazariyê bikin. Bi vê yekê re dixwestin Tirkiyeyê jî bikişînin nava komployê. Ji bo têkbirina vê komployê, hewldanên min çêbûn. Ji Baduvas heta yên din, divê bên lêkolînkirin. Kalenderidis 6 salan li Tirkiyeyê ma ye. Li Norweçê hevalekî wî yê kurd jî heye. Bawerim ji kurdên noker e. Divê ew jî bê vekolandin. 
 
HEWCEYE REWŞENBÎR BÛYERÊ LÊKOLÎN BIKIN 
 
Bila rewşenbîrên kurd vê bûyerê lêkolîn bikin. Bila rewşenbîrên tirk jî lêkolîn bikin. Di vê pêvajoyê de PKK, bi aqilane tevgeriya. Li her derê îxanet heye. Hewldana hatina min a Kurdistanê ji hêla Moskov û Atînayê ve hat astengkirin. Îxanet hebû lewma ne dixwestin ez li wir bimînim û ne jî dikariyan min ber bidin. Weke ku li nîva golekî destgirêdayî bî. Di wê rewşê de ma dê mirov bikare çi bike? Ji bo ku mirov nexeniqe, mirov tenê dikare taktîka bizavê pêş bixe. Ji îxanetê heta manîpulasyon, sextekarî, hêz û hwd. her tiştek hebû. Dixwestin di şexsê min de gelekî tune bikin. Gelo dewletên Rojava çima wiha hovane nêz bûbûn? Dema ku min digot; qederê, tevna xwe hêj zû de rêsandibû. Min bê wê gotinê dixwest vê rastiyê vebêjim. Divê lêkolîneke zanistî û şîroveyên baş bên kirin. Hinek kes hene ku rolên xwe pêk nayînin. Gelo dê KGB firsendê bidet? Ma çi hêza me heye ku em bikarin tevdîrekî bigirin? Li Romayê zirxekî wisa hebû ku hewl didan ez nekarim xwe bilivînim. Dixwestin min birevînin.”
 
NIÇIKÊN KOMPLOYÊ
 
Di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 7’ê cotmeha sala 1999’an de Ocalan qala niçikên komployê dike û wiha dibêje: “Piştî radestkirina min, Yewnanan ji min xwestin ku heta mirinê li ber xwe bidim. Ji bo ku di vê komployê de ziyaneke mezin negihe wan, yewnan heta niha jî hewl didin xwe nêzî Tirkiyeyê bikin. Dixwestin bi saya vê komployê, di navbera me û Tirkiyeyê de şerekî giran bidin destpêkirin. Bi kuştina min re jî dê kurdperestiyeke li gorî daxwaza Ewropayê bihata pêşxistin. Ji xwe qewlikê wê jî amade kiribûn. Dê pêşengekî kurd ê tiliya wî neketiye xwînê bihata dîtin. Dibe ku ev kes K.B. bûya. Ev yek, polîtîkaya li ser xwînê bû. Hem dê ez bihatima kuştin, hem jî dê bi kurdekî li dijî tundiyê re hevkarî bikirana. Xala herî girîng a îxanetê ev bû. Vê yekê baş fêm bikin. Ji bo ku vê rastiyê bi Tirkiyeyê bidim fêmkirin, ya ku ji destê min dihat min kir. Lê dîsa jî ev rastî baş nehat fêmkirin. 
 
HELWESTA OCALAN 
 
Divê helwesta min a niha ya li vir baş were fêmkirin. Bi helwesta min re hemû berjewendiyên wan serûbin dibin. Min ev rastî dît lewma mijara dewleta unîter û Kuvâ-yî Mîlliye anî ziman. Divê ev yek baş bê fêmkirin. Heke Tirkiyeyê fêm bikira ku pê tê lîstin, dê gelek baş bibe. Hêdî hêdî fêm dikin. Lê ev yek nû pêş dikeve. Min hewl da di parastinên xwe de jî vê yekê bikim. Lîstika heyî tenê bi vî awayî dikare were têkbirin. Di esasê xwe de, tu têkiliyeke van derdoran bi kurdbûnê re nîne. Em dikarin têkiliyeke wiha pêş bixin: Çawa ku rastgirên tirk li Tirkiyeyê qada demokrasiyê dagir kiribin, van jî bi navê kurdperestiyeke sexte qada kurdan dagir kirine. Min ev yek hinek derbas kir.” 
 
HÊZA BINGEHÎN A NATO’YÊ
 
Di hevdîtina xwe ya di 13’ê kanûna sala 1999’an de jî Rêberê PKK’ê diyar dike ku “komploya heyî li dijî Tirkiyeyê hatiye kirin” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Tu kes nikare bi dîrokê bilîze. Min, rewşekî gelek tarî ferq kir. Girtina min, karê hêza bingehîn a NATO’yê ye. Gelo efserên Yewnanistanê yên di nava NATO’yê de xwestin bi destê DYA’yê xizmetekî ji Tirkiyeyê re bikin an xwestin serê Tirkiyeyê bixin belayê? Lîstika herî mezin li Tirkiyeyê hat kirin. Ez dibêjim ku em vê mijarê lêkolîn bikin. Di asta NATO û efseran de xwebirêxistiniyekî efseran heye. Kostulas, zêdetirî 20 sal in di nava NATO’yê de dixebite. Ez nabêjim ev yek sedî bi sed wiha ye. Gelo ji bo tunekirinê hatim radestkirin an ji ber ku pir ji TC’ê hez dikirin lewma wiha kirin? Divê ev mijar baş bê vekolandin.” 
 
DI SALA 19993’YAN DE DAN DESTPÊKIRIN
 
Ocalan anî ziman ku komploya navneteweyî di sala 19993’yan de hat plankirin û di heman salê de hatiye destpêkirin. Bi domdarî jî Ocalan wiha dibêje: “Ji sala 93’yan ve li Londonê li ser planê xebitîn. Ev, îdiaya min e. Bûyerekî kûr û dûr e. Di lêpirsîna xwe ya ji bo êrişa bombeyî ya di sala 1996’an de (Dema Ocalan li Sûriyeyê, li rex mala wî wesayîteke bombebarkirî hatibû teqandin) gotin ku ew ne karê wan e. Di nava wê de Talabanî jî heye. Agahiya ewil wî li Londonê da û got; ‘Apo hat teqandin.’ Li Tirkiyeyê baskek hebû ku Çîller jî di nav de bû. Mesût Yilmaz di nava vî karî de nebû. Tê bîra we jî; Çîller bêyî ku şerm bike digot Mesût Yilmaz agahî da ye Apo. Heke bala we kişandibe, rageşiya di navbera wan de hêj ji wan rojan ve kûr bûbû. Di vê mijarê de bala xwe bidin ser vê yekê. Çatli, bi Serokê Şaredariya Wêranşarê Keleş Abdîoglu re hevdîtin kiriye. Kesê ku bombe derbasî Sûriyeyê kirî, ji malbata Sîno ye û xizmê vî serokê şaredariyê ye. 50 milyon dolar dan wan. Ji van pereyan 10 milyon jî muxaberata Sûriyeyê jê wergirtin. Dema ku Çîller digot; divê Apo bê hilayîstin, baş pê dizanî ku dê ew bûyer derkeve holê. Di îfadeyên lêpirsînê de jî hebû. Lê bawerim nehatin parvekirin. Ez îdia dikim, heke ev komplo were ronîkirin dê kuştinên kiryarnediyar jî bên ronîkirin.” 
 
PLANA DYA’YÊ DI FÎLMAN DE JÎ NEHATIYE DÎTIN
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya di 6’ê çileya sala 2000’an de ji parêzerên xwe re wiha qala rola DYA’yê ya di komployê de dike: “Ji xwe hewce nake em rola DYA’yê nîqaş jî bikin. Bi şiklekî ku di fîlman de jî nehatiye dîtin, ez dam girtin. Ev yek, bi yewnanan re pêk anîn.  Ez anîm Tirkiyeyê. Bi vê yekê re Tirkiye jî xistin nava lîstikê. Peywirdarê serfermandariyê got ku ew bi lîstikê hesiyaye. Min jî jê re got; ê baş e madem hûn jî bi vê lîstikê hesiya ne, wê demê werin em bi hev re vê lîstikê xerab bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Bendewariya Yewnanistanê ew bû ku em tundiyê pêş bixin. Lê piştî daxwaza me ya aştî û biratiyê, wan jî xwe li helwesta aştîxwaziyê danî. Li ser erdhejê sextekarî kirin. Li Yewnanistanê agahiya ku ez di hefteya ewil de hatime kuştin hat parvekirin. Li ser vê agahiyê jî li Stenbolê gelek teqîn çêbûn. Ev bûyer, bi vî rengî bû.” 
 
SEDEM Û ENCAM
 
Ocalan, di hevdîtina 9’ê gulana 2001’an a bi parêzerên xwe re de dibêje ku teslîmgirtina wî sedem û anîna wî ya li Îmraliyê jî encam e. Ocalan wiha didomîne: “Senaryoya lîstikê ji hêla dewletên rojavayî ve hatibû nivîsandin. Aktorên sereke Rojavayî ne. Rola gardiyanî û înfazê jî dan Tirkiyeyê. Ingilistanê, ji Swîsreyê bi awayekî veşarî balafir stand. Yewnanistan, tirsnak e. Kenya jî di nava lepên sîxûrên CIA û Îsraîlê de ye. Şerê derûniyê yê li dijî Îtalyayê jî ji xwe tê zanîn. Almanyayê jî ez qebûl nekiribûm. Yewnanistanê digot; ‘Apo hêj di nîva rê de dê bimre.’ Dê Elçî demance bida min. Ev hemû tevek jî hatine belgekirin. Dê min bi demanceyekê li ber xwe dabûya, dê kurdan li ber xwe dabûya, dê bi dehhezaran kes bimirina û bi vê yekê re jî dê Tirkiye teslîm bihata girtin. Lê ev plana wan pêk nehat lewma jî vêcarê evîna wan dest pê kir. Anku bi rêya artîstan ev yek dikirin û dixwestin bi ser rastiyê de bigirin.” 
 
‘AFIRANDINA KURDAN A BÊYÎ PKK’Ê’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 11’ê hezîrana sala 2006’an a bi parêzerên xwe re de anî ziman ku bi komployê hewl didan ku ‘PKK’yeke bêyî Apo û kurdên bêyî PKK’ê ava bikin.’ Ocalan, vê tespîta xwe bi van nirxandinan bi dawî dike: “Min li xwe berpirsyarî girt û ji bo ku lîstikên heyî vala derxînim, PKK derxist derveyî sînoran. Û piştre jî pêvajoya veguherînê da destpêkirin. Dema ku ez anîm vêderê, ji min dixwestin ku helwestekî xwekuştinê raber bikim. Lê min helwestekî wiha pêş nexist û helwesta xwe bo aştiyê pêş xist. Min ji wan re got ku xeta demokrasiyê ji bo min ne taktîk lê armanceke stratejîk e û dê li ser wê pir bixebitim. Min nexwest gel li dijî hev şer bikin û xwîna hev birijînin. Zanebûna min a dîrokê, sekna min a polîtîk û xeta min a felsefî-bîrdozî vê yekê li min ferz dike.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

13/02/2022
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan