AMED - Li Amedê zilamê ku tundiyê li hevjîn û zarokên xwe kir, hat binçavkirin.
li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê zilamê ku tundiyê li hevjîn û zarokên xwe kir. Ev zilam heqaretê li cîranên xwe jî kir. Welatiyan giliyê wî kir û tîmên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Piştî ku polîs hatin jî vê zilamî kêliyek dirêj heqaretan kir. Polîsan lê da û wî kirin binçvan. Polîsan hevjîn û zarokên wî jî ji bo îfadeyê birin qereqolê.