Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome

  • rojane
  • 12:13 13 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî derbarê salvegera 97’emîn a serhildanê de vê daxuyaniyê da: “Înkarkirina mafên kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e. Qedexekirina zimanê miletekî, tunedîtina netewekî di roja me ya îro de jî berdewam dike.”
 
Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî bi minasebeta salvegera 97’emîn a salvegera serî rakirina Şêx Seîd û hevalên wî ya di 13’ê Sibata 1925’an pêk li avahiya xwe daxuyanî da. Endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleyê Mehmet Kasim Firat metna daxuyaniya bi kurdî xwend. Kasim Firat destnîşan kir ku zextên li ser kurdan hêj berdewam dike û li dijî komplo, provokasyon, mirin, sirgûn, hilweşandin, asîmîlasyon û qirkirinê li bakurê Kurdistanê gelek berxwedan qewimîne. 
 
Metna daxuyaniya bi ser navê “Îro 13’ê Sibatê ye. Îro 97mîn salvegera destpêka Tevgera 1925’an e” wiha ye: 
 
“Di 13’ê Sibata 1925’an da raperîn dest pê kir. Ev raperîn bûyereke herî girîng ya dîroka nêz a Kurdan e. Heta roja îroyîn gelek êş, malxirabî, gelkujî, berxwedan û qehremaniyan derxistiye holê. 97 sal berê li Pîranê bi provakasyonekê ev raperîn dest pê kir. Ji ew roj û heta îro ev delil dide destê me ku polîtîkayên neçareseriyê her tim hebûne. Komplo, povakasyon, mirin, surgun, malxirabî, asîmîlasyon û gelkujî her para me bûye. Lê li hember vanan jî berxwedaniya birûmet, fedakarî û qehremanî jî her hebûye…
 
Li Pîranê di 13’ê Sibata 1925’an de çi bû?
 
Em bi kurtasî vê bibêjin.
 
Piştî Şerê Dinyayê yê Yekemîn û di dema Şerê ‘Rizgarkirina Tirkiyê’ de kurd û welatê wan Kurdistan hatibû parvekirin. Kurd di bin nîrê Ereb û Fars û Tirkan de hatibûn çarparçekirin. Di pêvajoya Lozanê de hebûna wan a siyasî hatibû tunekirin. Ji bo mafên siyasî, çandî û îdarî doza Kurdan hebû û li ser vê Mustafa Kemal û hevalbendên wî soz dabûn wan ku ew ê mafên wan biparêzin. Lê berevajê vê kirin, ne mafê wan dan wan ne jî tiştek din kirin. Wan xistin bin nîrê asîmîlasyonê û medreseyên wan hatin girtin û mafên wan ji wan standin. Li ser vê yekê bi navê Azadî rêxistinekê hatibû avakirin û tekoşîna Kurdan dida. Di Îlona 1924'an de li Bêşebabê berxwedaneke dest pê kiribû. Lê Rêxistina Azadî deşifre bûbû û Xalid Begê Cibrî û mebûsê Bedlîsê yê berê Yusif Ziya hatin girtin û ji bo ku îfadeyê wî bigirin bang li Şêx Said dan. Li ser vê lêgerînê, Şêx Said ber bi Pîranê ve meşiya û li ser riya xwe civînan li dar xist û bi serok û rêberên eşîrên Kurdan re hevdîtin pêk anî.
 
ÎNKARKIRINA KURDAN DIDOME 
 
Dewlet pê hesiya ku Şêx Said hatiye Pîranê, ji bo girtina hinek mehkûman xwest bavêje ser ciyên ku Şêx Said li wê ye… Ev jî sedem bû ji bo provakasyonê. Li gorî çanda Kurdî, mêvanê bê malê bi tu awayî nayê dayîn ji bo girtinê. Birayê Şêx Said Şêx Evdirehman vê meselê ji leşkeran re dibêje û dibêje di çanda Kurdan de teslîmirina mehkûman tune ye. Dibêje: “Kekê min Şêx Said mêvanê min e û ew makûmên ku hûn ji bo wan hatine ew jî hatine ziyaretiya kekê min. Nabe ku hûn wan bigirin. Bila civat belav bibe, ew  kesên mehkûm ew ê werin îfadeyê xwe bidin.” Lê serbazê Tirk heqaretan dike û êrîş dike û pevçûn pêk tê. Di encamê de 2 leşker têne kuştin û hin jî birînda dibin. Leşkerên din jî têne derdestkirin. Bi bihistina vê bûyerê re li gelek deverên Kurdistanê berxwedan dest pê dike.
 
Di 13ê Sibata 1925'an de pêketina vê çirûskê li gelek deverên Kurdistanê veguherî berxwedenê û li hember vê jî hêzên dagirker li hember vê raperînê qetlîam û kuştin û wêrankarî kirin. Ev di heman demê da bû bingehdanîna neçareseriyê jî.
 
Înkarkirina mafên Kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e. Qedexekirina zimanê miletekî, tunedîtina gelekî û li ser vê sedemê pêkanîna zilm û zorî û surgun û qatlîaman, ne li gorî dîn ne jî li gorî dinyê ne rewa ye û nayê qebûlkirin.
 
Em ê li ser vê rastiyê şopdarên vê dozê bin. Li ser vê munasebetê silav û serkeftin.”
 
 

Sernavên din

16/02/2022
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin