NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Mêrdîn, Riha, Qers, Çewlik û Dîlok, polisan bi ser malan de girtin û 35 kes binçav kirin.
Li navçeya Hezroyê, polisan bi ser malan de girtin û welatiyê bi navê Mesûr Çagiran binçav kirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de polisan Çagiran binçav kirine û wî birine Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.
QERS
Li Qers û navçeyên wê jî polisan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan Rêveberê HDP'ê yê Bajar Tûran Altûn, Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Qersê Ziyadîn Can, Endamê berê yê Meclisa Şaredariya Dîgorê Yaşar Bûdak û 2 kesên ku navê wan nehatin hînkirin binçav kirin.
Her wiha hat hînbûn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Ozlem Ozartaç û Halîde Hasanoglû jî ji bo îfadeyê hatine vexwendin.
NISÊBÎN
Li Nisêbînê jî polîsan serê sibê bi ser malan de girt û Mehmet Akçîn û Ferhat Akçîn ên ciwan hatin binçavkirin.
STEWR
Li gundê Ewîna û Qûnzerîb ên bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ve leşkeran avêt ser malan û piştî lêgerînê 5 welatî binçav kirin.
PIRSÛS
Li navçeya Pirsûsêy a Rihayê jî polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Welatiyên ji Sûriyê jî di nav de 15 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Hatgotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hat diyarkirin ku biryara sînordarkirinê li ser dosyeyê heye.
Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Faysal Yilmaz, Ahmet Kuş, Bozan Kuş, Hasan Eşîyok, Ahmet Baz û Mustafa Baz.
ÇEWLIK
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê ve hatiye destpêkirin de polisan li navenda Çewlikê û navçeyên wê Mongilan û Kanîreşê bi ser malan de girtin û welatiyên bi navê Cengîz Mert, Emîn Canpolat, Farûk Orak û Ramazan Bûyrûk binçav kirin.
DÎLOK
Li navçeyên navendî yên Şehîtkamîl û Şahinbey jî polisan di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye destpêkirin de bi ser malan de girt û 7 ji welatiyên sûriyeyî bi giştî 8 kesan binçav kirin. Polisan kesên binçavkirin piştî kontrolên teduristiyê birin Miduriyeta Polisan a Dîlokê. Hat hînbûn ku heta 24 saetan hevdîtina parêzeran a bi kesên binçavkirî re hatiye sînordarkirin.