MÊRDÎN - Li gundê Cirzê ya bi ser navçeya Stewrê ve leşkeran avêt ser mala Îsmet Ok ê 80 salî ku duh jiyana xwe ji dest daye û bi şînê re rûbirû man.
Leşkeran vê sibehê li gundên Ewîna, Quzêrîb û Cirzê yên bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve bi ser malên welatiyan de girtin. Leşkeran li gundê Cirzê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” bi ser mala Îsmet û Muhîttîn Ok ên birayên hev de girt.
Hat zanîn ku Îsmet Ok ê 80 salî duh jiyana xwe ji dest daye û şîna wî hatiye dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku Muhîttîn Ok jî 83 salî ye û nexweşê nav nivînan e.
Leşkerên ku bi ser mala Îsmet Ok de girtin bi şînê re rûbirû man. Ji ber ku Îsmet Ok jiyana xwe ji dest daye û Muhîttîn Ok jî nexweşê nav nivînan e nehatin binçavkirin.
Leşkeran piştî lêgerîna li malan pêk anî, ji gund derketin.
Di serdegirtina malên li gundê Ewîna û Quzêrîb de 5 kes hatin binçavkirin.