Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas

  • rojane
  • 09:02 16 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Îpek Elmas ku bi gotina "Kamber Ateş Nasilsin" (Kamber Ateş çawa yî?" a bi tirkî di bîra mirovan de ma, heya sax bû ji xeynî zimanê xwe bi tu zimanê din neaxivî. 

Îpek Elmas ku di dema darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de kurê wê hatibû girtin û ji ber ku bi tirkî nizanibû di hevdîtinê de tenê bi tirkî dikaribû bibêje "Kamber Ateş nasilsin?" (Kamber Ateş tu çawa yî?" di 11'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Îmranlî ya Sêwazê hat definkirin. 
 
Îpek Elmas, di sala 1936'an de li Derekoyê hatiye dinê. Dê û bavê wê di 1945'an de mirine. Piştî mirina dê û bavê wê bi 9 salan, di temenekî biçûk de wê bi pismamê wê Huseyîn Ateş zewicandine. Bi navê Melek û Kamber du zarokên wê çêbûne. 
 
Dayik Îpek di temenekî biçûk de li gund li nav erdan xebitiye û gava hevjînê wê ji eskeriyê vegeriyaye, bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî kiriye. Huseyîn Ateş piştî ji eskeriyê hatiye ji bo kar çûye bajêr û hew vegeriyaye. Piştî vê dayik Îpek bi tena serê xwe li zarokên xwe mêze kiriye.
 
JI XEYNÎ KURDÎ TU ZIMANÊN DIN HÎN NEBÛ
 
Ji xeynî xebata li nav erd û xwedîkirina zarokan, hêleke qewî ya dayika Îpek hebûye, ew jî jî girêdana wê ya bi zimanê wê re bûye. Gava piştî derbeya eskerî ya 1980'yan kurê wê Kamber Ateş tê girtin, ji bo wî bibîne diçe girtîgehê. Lê ji ber ku li girtîgehê ji xeynî tirkî axaftina bi zimanên din qedexe bûye, tenê karibûye ji kurê xwe re bi tirkî bibêje "Kamber Ateş nasilsin?" (Kamber Ateş tu çawa yî?" Kurê wê 11 salan di girtîgehê de maye û gelek caran çûye cem kurê xwe, lê dîsa jî tirkî hîn nebûye û heya sax bûye jî ji xeynî zimanê xwe bi zimanekî din neaxiviye. 
 
Em bi kurê wê Kamber Ateş re axivîn. 
 
 
‘PIŞTÎ BÛYERÊN ÇORÛMÊ HATIM GIRTIN'
 
Ateş, anî ziman ku ji bo xwendinê hatiye Enqereyê, û ji bo bibe mamosteyê lîseyê çûye Zanîngeha Gazîyê. Ateş, bilêv kir ku gava bûyerên di Gulan û Tîrmeha 1980'yî de li Çorûmê qewimîne protesto kirine hatiye binçavkirin û paşê ew xistine Girtîgeha Mamakê ya Eskerî. Ateş, bilêv kir ku bi dû re 11 sal û 5 meh ceza lê hatiye birîn û got: "Ew bîranîna di navbera min û dêya min de, dibe ku ya sala 81-82'yan be. Tam nayê bîra min jî. Wexteke ku terora li Girtîgeha Mamakê ya Eskerî gur bûbû. Beriya hevdîtinê bi nîv saetî me ji qawîşan derdixistin û me di bend û barîkatên cur bic ur de derbas dikirin û li me dixistin. Heya tu diçû cem serdêran, têr li te dixistin. Hevdîtin jî tenê 5 deqe bû. Axaftina ji xeynî tirkî, îşaretên bi çav, dest û milan, nerîna li çep û rastê qedexe bû. Yanî muameleyeke dîlgirtiyan bi meriv dikirin. Em, ji ber ku girtiyên polîtîk bûn, min ji hevalê li cem xwe re got dê dêya min bê. Wê demê mirov diket nava derûniyek cuda. Car hebû girtiyan digot, xwezî malbata me nehatana. Sirf ji bo tiştên bihatana serê wan nedîtana yan jî wan tiştên bihatana serê te ew çav pê neketana. Ji lew re li hemberî malbatan û girtiyan zilmek hebû." 
 
 ‘3 CARAN GOT 'KAMBER ATEŞ NASILSIN?''
 
Ateş, bilêv kir ku ji ber ku dêya wî bi tirkî nizanibûye, dizanibû dê zilm li wan bê kirin û got: "Dêya min jî ez matmayî hiştim. Malbatên li derve jî alîkariya wê kirine. Jê re gotine tu bi tirkî nizanî, lê tu navê kurê xwe dizanî û tu yê "Nasilsin?" (Çawa yî?) pê ve bikî. Jixwe yê me pir tahde li me dikirin, lê gava tahde li malbatên me bihatana kirin em pir diêşiyan. Bi alîkariya serdêran tiştek wisa çêbû. Gava dêya min got, "Kamber Ateş nasilsin?" Wê kêliyê min ji xwe re got, her hal tirkî hîn bûye. Min got ez baş im û min bi xwişka xwe re sohbet kir. Dêya min careke din ket navberê û pirsî, "Kamber Ateş nasilsin?" Gava cara sisêyan got, min fêm kir tirkî hîn nebûye..." 
 
Ateş, diyar kir ku ev bûyer li Girtîgeha Mamak a Eskerî qewimiye û dêya wî cara duduyan ji bo hevdîtina vekirî hatiye girtîgehê. Ateş, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo nîşanî Ewropayê bide ku piştî darbeyê îşkence tune ye, mafê hevdîtina vekirî da malbatan û girtiyan û got: "Di rojnameya Cumhûriyetê de nûçeya wê hatibû çêkirin. Wê çaxê sirf ji bo bibêjin îşkence tune ye, hevdîtinên vekirî çêkirin. Li wir hebikekî bi kurdî axivî. Qelebalixî hebû. Xwestin nîşanî Ewropayê bidin ku li Mamakê îşkence tune ye." 
 
‘GAVA OCALAN DÎT PIRSÎ EV NE EW ZILAMÊ ME YE'
 
Ateş, anî ziman ku dêya wî ji gund derneketiye û ji dîtineke polîtîk wêdetir hêla wê ya his û pêjnî berbiçavtir bûye û behsa bîranînek xwe û dêya xwe kir: "Di 1999'an de dêya min hatibû Enqereyê cem min. Dêya min ji nişka ve bi destê min girt û ez birim ber televîzyonê. Min fêm nekir bê ka çi bûye. Min pirsî bê ka çi bûye. Di televîzyonê de dîmenên Abdullah Ocalan ên dema wî ji balafirê dadixistin derketibûn. Lê nas nake, nizane. Ji tirkî fêm nedikir. Lê got, 'Ev ne zilamê me ye?' Wê xwe spartibû hisên xwe û ji ber wê wisa got. Ez matmayî mam. Min bawer nekir. Refleksek wisa da der. Fêm dike tiştekî pir cidî qewimiye, lê nizane çi ye. Hisên wê ew anîn cem min û bi wan hisan min bir wir." 
 
‘QET BI TIRKÎ NEAXIVÎ'
 
Ateş, ji bo helwesta dêya xwe ya ji bo kurdî jî ev tişt gotin: "Gava dêya min hat cem me Enqereyê û gava me ew dibir nexweşxaneyê, ji ber ziman bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Nikaribû nexweşînên xwe baş bîne zimên. Tirkî qet hîn nebû. Qîmet dida zimanê xwe, derdora xwe û axa xwe. Axaftinên bi tirkî fêm dikir, lê min qet nedît bi tirkî xeber da. Li malê ew qas kes bi tirkî xeber didan, lê rojekê jî peyvek tirkî ji deva derneket. Tim bi zimanê xwe diaxivî." 
 
Ateş, da zanîn ku ji ber nexweşînê, wan 12 sal berê dêya xwe biriye Stenbolê cem xwişka xwe Melek Dogrû û got: "Bi ruh tim bi gundê xwe vebû. Bedena wê çû, geriya lê ruhê wê tim li gund bû. Qet nexwest were. Ji ber nexweşînê ji bêgavî ji gund derket. Tim behsa gundê xwe dikir. Carekê gava nexweş bû, me ew bir gund. Got, 'Ez li vira bimirim, li cem xizmên xwe wê baş be.' Gava me cardin ew bir Stenbolê, got 'Kuro ez îsal jî nemirim kanî çito dibim.' Ruhê wê tim li wir bû." 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

18/02/2022
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN