Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe

  • rojane
  • 13:57 16 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Şandeya HDP’ê têkildarî serdanên xwe yên li Şengal û Mexmûrê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku hinek kes li ser navê MÎT’ê li welatiyan digerin, sîxûrtiyê lê ferz dikin û gefa kuştinê lê dixwin. 

Şandeya ku ji Hevberdevka Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş û Hûda Kaya pêk dihat, têkildarî serdana xwe ya Şengal û Mexmûrê li ber deriyê Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyaniyek dan. Derheqê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên navborî de raporek hat amadekirin. 
 
Rapora HDP’ê ya ku ji hêla parlamenter Mûrat Çepkîn ve hat xwendin wiha ye: 
 
“Îktîdara AKP’ê hem li hundir û hem jî li derve di polîtîkaya şer de israr dike. Ev polîtîka jî rê li ber rûxîneriyeke siyasî, aborî, civakî û ekolojîk vedike. 
Kûrkirina şer, domandina polîtîkaya ewlekariyê, avakirina girtîgehan û sorkirina dijminatî û nîjadperestiya li hemberî kurdan weke çareseriyê dibînin. Ev polîtîkaye li her ku diçe Qesr û alîgirên wê dewlemendtir dike lê li aliyê din jî bi milyonan kedkaran, gelan neçarî birçîtiyê dike û pêşeroja wan tarî dike. Rê li ber kûrbûna aloziya herêmê vedike. Yek ji sedemên bingehîn a hebûna HDP’ê ew e ku li ser navê gelên bindest, li hemberî vê pergalê derkevin û jiyaneke azad, wekhev, demokratîk û hêjayî rûmeta mirovahiyê ava bikin. Rakirina perdeya li ser derewan, derxistina heqîqetê û lixwegirtina înîsiyatîfê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, peywira me ye. Ji ber ku ev siyaseta heyî, ji ewil li dijî rastiyê şer dike. Dema rastî hatin veşartin, wê demê rê li ber hemû xerabî û zilman tê vekirin. Di vê pêvajoyê de sedema wan êriş û lîncên li dijî HDP’ê tên kirin jî ev e. 
 
DEREWA ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê’ 
 
Têkoşîna Tirkyeyê ya li dijî DAIŞ’ê, têkoşîneke riyalî ye. Serdanên me yên Şengal û Mexmûrê jî di vê çarçoveyê de hatin plankirin. Weke şandeyeke HDP’ê, di navbera 8-12’ê sibatê de em çûn Şengal û Mexmûrê ku ev dever ji hêla Tirkiyeyê ve hatibûn bombebarankirin. Yek ji rastiyên herî balkêş ku şandeya me lê rasthatî ev bû; derket holê ku têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê dereweke mezin e û hêzên navdewletî jî di mijareke wiha krîtîk de pir qels tevdigerin. Em dixwazin bi vekirî bibêjin;  mixabin lê dewleta ku DAIŞ herî zêde hêzê jê digire, hêzê jê kom dike û amûrên lojîstîkî lê peyda dike, Tirkiye ye. Li ser çapemeniyê jî hatibû parvekirin; kesekî ku xwe weke emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê dida naskirin, digot ku li gelek bajaran çek veşartine û baregeha wan a nû jî Tirkiye ye. 
 
XELKÊ ÊZDÎ TÊ BOMBEBARANKIRIN
 
Dixwazin ku hemû destkeftiyên gelê kurd, bi destê DAIŞ’ê tune bikin. DAIŞ ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî berxwedaneke mezin a gel hate têkbirin, dîsa dikeve nava amadekariyên dagirkeriyê û wê derfetê dibîne ku hêza xwe mezintir bike. Êrişa li dijî girtîgeha Hesekê jî li ber çavê hemû hêzên navdewletî, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê kir ku di êrişê de 121 rojavayiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelê êzdî, di tevahiya dîrokê de zêdetirî 74 caran rastî komkujiyên mezin hat. Di êrişa DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa sala 2014’an a li dijî Şengalê re rastî mezintirîn qirkirina di dîrokê de hat. Di encama vê qirkirinê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin, di nav de jin û zarok jî 7 hezar êzdî hatin revandin û ev kes li bazarên koleyan hatin firotin. Hêj niha jî aqûbeta 2 hezar û 800 jin û zarokên êzdî nayê zanîn. Li rexa din jî gelek gorên komî li Şengalê hene ku hêj nehatine dîtin. Xelkê êzdî ji bo ku li ser vê xakê dîsa jiyana xwe birêxistin bike, vegeriya. Lê niha jî li pêş çavê hemû dinyayê rastî êrişên hewayî yên Rejîma Qesrê tên. Ev jî weke sosret e. 
 
'PEYMANA ŞENGALÊ’ 
 
Em dixwazin bi bîr bixin ku di 9'ê cotmeha 2020'an de bi piştgiriya NY, Amerîka û Tirkiyeyê, Bexda û Hewlêrê ‘Peymana Şengalê’ îmze kir. Piştî îmzekirina peymanê, zext û êrişên li ser xelkê Şengalê zêde bûn. Tevî van hemû qewimandinan, şandeya me li herêma Şengalê çavdêriyên xwe kir. Şandeya me serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ), Meclisa Jinan, Nûnerê Gelê ŞÎA yê Şengalê Seyîd Mahmûd, Meclisa Eşîreta Êzidî, Kampa Serdeştê ku xelkê Şengalê xwe lê girtiye, Avahiya Meclisa Gel a Xanesorê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) û goristana komî ya ku 400 êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve lê hatin kuştin, kir. 
 
XEBATÊN MÎT’Ê YÊN LI HERÊMÊ 
 
Li Şengalê 200 hezar kes dijîn. Ji ber vê yekê gelek kes Avusturalya, Amerîka û Kanada jî di nav de, koçberî bi dehan welatan bûn. Hin ji wan neçar dimînin ku li kampên girêdayî PDK'ê yên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bijîn. Bi tevahî 13 kamp hene. Li gorî daxuyaniya şêniyên Şengalê; mirov ji derketina kampan têne astengkirin, ew bi siyasetek asîmîlasyonê re rûbirû dimînin. Malbat bi zorê tên cem hev û parçe dibin. Yek ji agahiyên herî balkêş ku di hevdîtinên me de ji me re gihandine; hate hînbûn ku li ser navê MÎT'ê bang li kesên hatiye kirin, sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin, ger vê yekê nekin dê bên qetilkirin. Agahiyeke din a girîng a ku me bi dest xist; tevî ku Hêzên Parastina Şengalê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke 'terorîst' dihat dîtin jî, ji aliyê dewleta Iraqê ve weke hêzeke fermî weke Tûgaya 80'emîn hat qebûlkirin û hemû pêdiviyên wan û alavên wan ji aliyê dewletê ve hatin bicihanîn. 
 
DANEYÊN ÊRIŞAN 
 
Xelkê Şengalê ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Federal a Kurdistanê nikarîbûn ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin, ji bo ku ji êrîşa îhtîmal a DAIŞ’ê biparêzin û careke din rastî qetlîamekê neyên, neçar bûn ku xweparastina xwe ava bikin. Di 16’ê Tebaxa 2021’an de wê di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de civîneke fermî pêk bihata. Heyeta ku ji bo hevdîtinê bi heyeta ku serokwezîr Kazimî jî di nav de bû, piştî hevdîtinên destpêkê, heyeta ku li ser navê gelê Şengalê çûbû hevdîtinê, ji aliyê hêzên hewayî yên yên Tirkiyê hate xistin û Seîd Hesen jî berpirsiyarê heyetê Seîd Hesen hat û şofêrê wî hatin kuştin. 17’ê Tebaxa 2021’an danê nîvro nexweşxaneya gundê Skeniyê hate bombebarankirin. 4 xebatkarên tenduristiyê yên êzdî û ereb û 4 wezîfedarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Di meha kanûnê de wesayîta Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Mervan Bedel li navenda bajêr, nêzî mala wî hatibû bombekirin. Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî di wesayîtê de birîndar bûbûn. 
 
DIXWAZIN HERÊMÊ BÊÊZDÎ BIHÊLIN 
 
Avahiya Meclisa Gel a Xanesorê di 11’ê Kanûna 2021’an de hat bombebarankirin. Şeva 1-2’ê sibata 2022’an 21 noqte bi saetan hatin bombebarankirin. Di nav deverên hatine bombebarankirî de, herêma Çilmere ya ku ji aliyê êzdiyan ve pîroz dihat dîtin hebû. Di encama van êrişan de 3 kes mirin. Di encamê de di hemû êrişên li ser Şengalê de sivîlan jiyana xwe ji dest didin û xelk mexdûr dibe. Êzdiyên ku hewl didin di bin tehdîda DAIŞ’ê de bijîn jî rastî bombebarana Tirkiyeyê tên. Jiyaneke bê êzidî tê ferzkirin. Komkujiyên ku bi fermanan pêk nayên, hewl tê dayîn bi siyaset û peymanên qirêj bên kirin.
 
XELKÊ ŞENGALÊ LI BENDA PIŞTEVANIYÊ YE 
 
Şêniyên Şengalê dixwazin balafirên şer û SÎHA'yan li ser wan qedexe bikin. Banga Şengalê ji hemû cîhanê re ew e ku ji bo bidawîkirina vê zilmê bikevin nava liv û tevgerê. Gelê Şengalê yê ku hewl dide di bin bombe û dorpêçan de bijî, ji gelên Tirkiyeyê û hemû cîhanê hêviya piştgiriyê dixwaze. Bang li hêzên demokrasiyê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ekolojîk, rewşenbîr û hunermendan dikin ku biçin Şengalê û serdanan bikin. Gelê Şengalê daxwaza naskirina qirkirina êzdiyan ji aliyê hemû dewletan ve dike. Daxwaz dikin ku hêzên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî Neteweyên Yekbûyî li ser rewşê xwedî gotin bin û pêşengiya astengkirina êrişan bikin. 
 
WARGEHA MEXMÛRÊ 
 
Di serdana me ya Wargeha Mexmûrê de ku gundiyên me yên ku hemû welatiyên Tirkiyeyê bûn, gundên wan di salên 90’î de hatin şewitandin û neçarî koçberiyê bûn, neçar man koç bikin û di nava şert û mercên gelekî giran de bijîn; Me serdana Meclîsa Gel, Meclîsa Jinan a ÎŞTAR’ê, Meclîsa Ciwanan û şaredariyê kir û çavdêrî kirin û li gel guhdarî kir. Heyeta me bi vê perspektîfê serdana Wargeha Mexmûrê ya piştî Şengalê kir û çavdêriyên xwe eşkere kirin. Kampa Mexmûrê kampek e ku di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin û xelkê Mexmûrê piştî li bakûrê Kurdistanê di salên 93-94’an de gund hatin valakirin û îşkence û zext li gundiyan hat kirin, penaber bûne. 
 
JINÊN DUCANÎ ZAROK JI BER WAN DIÇIN 
 
Di nava 27 salan de ev kamp bi keda destên mirovan veguherî qada jiyanê. Nêzî 13 hezar kes li kampê dijî. Kampê cihekî jiyana sivîlan e ku herî kêm 5 baxçeyên zarokan, 4 dibistanên seretayî, 1 dibistana amadeyî, 1 dibistana zarokên bi sendroma down, navendeke tenduristiyê û şaredariyeke herêmî ya sivîl heye. 
 
Ji sala 2018’an vir ve xelkê Mexmûrê nikarin biçin bajarên Herema Kurdistanê. Heta nexweş jî nikarin biçin. Hat ragihandin ku gelek jinên ducanî ku nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan zarokên wan ji ber wan çûne. Rêveberiya Herema Kurdistanê ambargoyê daniye ser Mexmûrê. Xelkê Mexmûrê tenê dikare biçe Bexdayê. Ji wir jî di vegerê de tengasiya dibînin. Li gel ku di sala 2018'an ciwan bi erêkirina Neteweyên Yekbû li hemû zanîngehan û Hewlêrê hatin qebûlkirin jî lê belê dîsa destûr nayê dayîn ku biçin zanîngehan. Bi hezaran ciwan ji mafê xwendekariyê bêpar hatiye hiştin û li benda çareseriyê ne. Ciwanên ku diçin Hewlêrê nikarin vegerin Mexmûrê. Beşek ji wan ciwanan du sal in malbatên xwe nedîtine. 
 
QADÊN HATIN BOMBEBARANKIRIN
 
Êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li wargehê dewam dike. Hemû gel bi derfetên xwe ewlehiya xwe pêk bîne. Di wargeha ku her eşîretek xwedî hêzeke çekdarî ye û êrişên çeteyan dewam dikin de kurdên li wargehê dijîn 24 saetan di bin gefan de ne. Wargeh di heman demê de rastî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê tê. Bi vê serdana xwe me careke din çavdêrî kir ku cihên ku weke “cihên terorê” ne tên bomberankirin, cihên ku welatî lê dijînin. 
 
DIVÊ NY BIKEVE NAV LIV Û TEVGERÊ 
 
Daxwazên gelê Mexmûrê ev in; Divê bombebarandin bê bidawîkirin, ambargoya heyî, qedexeyên xebat û çûn û hatinê, astengiyên li pêş perwerdeya zanîngehê bên rakirin, Divê destûr ji firîna balafirên leşkeri yên li ser wargehê re neyên dayîn. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî parastina mafên bingehîn ên mirovên li wargehê dimînin bikeve nava liv û tevgerê û li ser astengkirina êrişan xebatan bide dest pê kirin. 
 
SERDANA SILÊMANIYÊ 
 
Herî dawÎ şandeya me; ji bo 121 kesên ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest dane serdana sersaxiyê li Buroya Rêveberiya Herêmî ya Xweser a Silêmanî kir. Pişt re me serdana parlementerên YNK’ê yên li Silêmaniyê kir. Me ji şandeya parlamenteran re çavderî û daxwazên xwe pêşkeş kirin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ HEDEF NÎŞANDANÊ DAN
 
Di encamê de hewl hat dayîn ku serdanên şandeya me ya parlamenteran a Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji aliyê hin saziyên çapemeniyê û medya civakî ve bi şêweyê ‘Serdana wargeha PKK’ê’ bê nîşandan. Dîmen û wêneyên ku hatine bikaranîn ji serdana sersaxiyê ya nûnerên şandeya me ya li nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Silêmaniyê hatine girtin û berê jî ji aliyê me ve bi raya giştî re hatine parvekirin. Ev dîmenên ji hesabên nijadperest û alîgirên DAIŞ’ê ji nû ve hatin weşandin û wêneyên endamên HSD’ê yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatin kuştin weke ‘serdana wargehên PKK’ê’ hatin berovajîkirin. Serdana me ya sersaxiyê ji ber 121 mirovên di şerê li dijî DAIŞ’ê yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, wek pêwîstiyek berpirsyariya me ya mirovî û wijdanî pêk hat. 
 
BANG LI RAYAGIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ KIRIN
 
Di pêvajoyeke ku di serî de hêzên koalîsyonê, civaka navnetewî peyamên sersaxiyê weşandin de em nûçeyên berovajîkirinê yên li ser hesabên nijadperest û aligirên DAIŞ’iyên li Tirkiyeyê hatine weşandin, gelek manîdar dibînin. Her wiha em kesên ku li dijî navê DAIŞ’ê ev qas têkoşîn kirin, li şûna ku bipirsin çawa DAIŞ’ê ev êrîş pêk anî û 121 kes qetil kirin, wek organên propagandayê yên keriyê kujer dixebitin, şermezar dikin. Daxwaza me ewe ku hemû raya giştî ya navneteweyî vê raporê li ber çavan bigire û bikeve nav liv û tevgerê.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/02/2022
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN