HATAY - Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Hatayê, diyar kir ku li çiyayên Amanosan operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Hatayê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li çiyayên Amanosan operasyoneke leşkerî dane destpêkirin û angaşt kir ku di operasyonê de 3 depo tespît kirine û amûrên di depoyan de îmha kirine.