Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne

  • rojane
  • 13:55 18 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL – Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî destnîşan kir ku tu daxwazên wan nayê qebûlkirin û ew bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû mane. Parêzerên dozê jî gotin dadgeh dixwaze ku parêzer jî wek wan tevger bikin. 
 
Rêveberên Weqfa Tahîr Elçî û parêzerên malbata Elçî têkildarî pêvajoya darizandina doza Elçî li restorandek li Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzerên dozê beşdarî civînê bûn. 
 
Destpêkê Turkan Elçî axivî û destnîşan kir ku ew lêgerîna edaletê dişibînin rêwîtiyekê û wiha got: “Ev rêwîtiya heq e. Ez baş dizanim ku xwesteka mexdûr a di vê rêwîtiyê de ji aliyê dadgehê ve li ber çavan nayê girtin. Her çiqas em dibêjin bila sûcdar were darizandin û vê daxwaza xwe bi israr tînin ziman jî lê hewldanên parêzeran û malbatê bi tenê têr nake. Ji bo darizandina sûcdar divê daraz hebe. Em di vê rêwîtiya xwe de di nîvê rê de man. Me dizanibû ev rêwîtî zehmet e lê dîsa me xwest em bi hêvî bin.” 
 
DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN 
 
Elçî da zanîn ku wan div ê rêwîtiyê de danişînek şikestina nîzamî dîtine û di danişînan de tu daxwazek wan nehatiye qebûlkirin û bi gefa ji eywanê avêtin re rûbirû mane. Elçî diyar kir ku li gel vê yekê jî ew bi hêvî dixwazin vê rêwîtiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Salek û nîv e danişîn didome. Derdora me bi polîsan dorpêç dikin. Di her danişînê de me vê yekê hîs kir. Dema dozê dest pê kir, me texmîn kir ku em ê bi tiştên wiha re rûbirû bimînin. Lê divê hiqûqzanek bi pêşdaraziyan tevger neke. Divê em pêşdaraziyên xwe deynin aliyekî û tevger bikin. Lê em piştî salek û nîvê dikarin viya baş destnîşan bikin ku heta niha daxwazên me anîne ziman yek ji wan nehatiye qebûlkirin. Em dikarin dubare dubare girîngiya vebêjin. Çimkî Tahîr Elçî hiqûqzanek heta dawiyê li dijî tundiyê bû û parêzvanê mafê mirovan bû. Civak jî bi viya baş dizane. Belkî jî sedemek ku me bi hêz li ser piya digire jî ev be.” 
 
DADGEHA ENGÎZÎSYONÊ 
 
Elçî anî ziman ku di danişînan de dadgeh bi qasî wan ne di wê pozîsyona ku civakê bifikire de ye û herî zêde jî ev rewş wan xemgîn dike. Elçî destnîşan kir ku dema ew li dadgehê dinêrin, bi dadgehek engîzîsyonê re rûbirû mane û wiha got: “Heke raporên li Îngîlistanê hatin amadekirin nebûna belkî dozê dest pê nekira jî. Lê piştî van raporan 4 sal û nîv şûn ve dozê dest pê kir. Min berê jî got hindik be jî baweriya min bi edaletê tê. Lê qonaxa ku em gihîştinê doz wiha bi rê ve naçe. Dilê me dixwest ku heyeta dadgehê jî bi qasî me vê dozê girîng bidîta. Ewropa ji dadgehên engîzîsyonê dersan derdixe û li gorî vê tevger dike. Lê belê li Tirkiyê çi dike? Mîna dadgehê engîzîsyonê tevger dike û ez difikirim dozê bixe nava rûpelên reş ên dîrokê.” 
 
‘DADGEH DIXWAZE KU EM MÎNA WAN TEVGER BIKIN’ 
 
Ji parêzerên dozê Orhan Kemal Cengîz jî diyar kir ku dadgeh têkildarî doza Tahîr Elçî her tiştî bêdil dike û got: “Dadgeh her tim her tiştî piştguh dike. Ji me jî dixwaze ku em wek wan tevger bikin. Ji me jî dixwazin em bibin wek wan. Lê em dixwazin destên tarî yên li ser dozê werin rakirin. Em dixwazin heqîqet derkeve holê. Dixwazin dozê wek dozek înfaza bêdaraz bihêlin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê.” 
 
‘CIVÎNA LI AMEDÊ NEHIŞT KU BÛYER RONÎ BIBE’ 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî destnîşan kir ku 4 sal û nîv lêpirsînê bi dawî nekirin û di vê pêvajoyê de darazê tiştên ku xwest niha bike wê demê nîşan da. Eren got lêpirsîna dozê bi awayek têr û tije û bi bandor nehat kirin. Eren anî ziman ku piştî Tahîr Elçî hat qetilkirin li Amedê civînek ewlehiyê hatiye lidarxistin û got: “Bi rastî em difikirin ku biryara neronîkirina vê cînayetê di vê civînê de hatiye girtin. Îdianameya ku piştî 4 sal û nîvan derket, îdianameyek pir vasat bû. Lê di îdianameyê de tiştek derket holê. 2 polîs hatin kuştin, lê derbarê wan de doz nehat vekirin. Bi rastî jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwest van her du bûyeran bi hev re binirxîne û lêpirsînê veke. Ji destpêka lêpirsînê ve me dît ku bi dixwazin sûc bixin stûyê endamên rêxistinê. Di vê dozê de şahid hebûn. Lê van kesan di rûniştinan de anîn ziman ku çawa îşkence li wan hatiye kirin û dozgeran bi kîjan sozan wan xapandiye. Ji bo ku rastiya bûyerê derkeve holê pêwîstî bi îradeyek siyasî heye. Berevajî vê wê tu rastî bi destê dadgehê dernekeve holê.” 
 
Pişt re parêzerên din behsa tiştên beriya cînayetê û piştî cînayetê qewimîne kirin. Parêzeran pirsên rojnamevanan nirxandin û banga beşdariya danişîna dozê ya ku bê kirin. 
 

Sernavên din

18/02/2022
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir