* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil a bi Şandeya Îmraliyê re de ji bo pêvajoya çareseriyê ku weke “gava herî bingehîn” pênase dikir, ev hişyarî kiribû: “Heke ev pêvajoye têk biçe, dê bi xwe re karesatan bîne. Lê heke bi ser keve, dê azadiyê bi xwe re bîne.”
* Hiqûqnasên jin ji bo biryara ATK'ê ya derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de diyar kirin ku biryareke siyasî ye û gotin: "Em dixwazin Aysel Tûglûk bê berdan."
* Girtî Sîbel Balaç 65 roj in û girtî Gokhan Yildirim jî 30 roj in ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne.
* Komîsyona Mafên Zarokan a di bin banê KESK'ê de hat avakirin dest bi xebatên xwe kirin. Hevberdevkên komîsyonê anîn ziman ku dê li dijî tahdeya sivîl û bi unîforma ya li hemberî zarokan bitêkoşin.
* Jinan bertek nîşanî betalkirina destnedayîna parlementeriya Semra Guzelê dan û gotin: "Dê bi ser nekevin, em ê tim kirdeya siyasê û jiyanê bin."
* Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 351'an de bidome.
* Danişîna doza ku derbarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan de hatibû vekirin wê li 19'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê bê dîtin.(09.15)
* Danişîna doza ku derbarê endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de hatibû vekirin wê li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
* Danişîna Doza Çapemeniyê ya KCK'ê wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. (11.40)
* Baroya Mersînê, wê derbarê êrişa ku li parêzerên OHD'î hatibû kirin de li ber Edliyeya Mersînê daxuyanî bide. (12.00)
* SES, TTB ve TÎHV, wê derbarê gefa ku dozger li bijîjkekê servîsa beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê xwaribû de li ber nexweşxaneyê daxuyanî bidin. (12.00)
* CHP û HDP wê komcîvinên xwê yên li meclisê li dar bixin. (12.45-13.30)
* Nobedên edaletê yên malbatên girtiyan ku li Amed, Wan û Îzmîrê dabûne destpêkirin berdewam bikin û li Amedê wê xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê bên gelhev. (12.30-16.00) ZINDÎ
* Buroya Hiqûqê ya Asrinê, "Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya 2021'an" li Şaxa OHD'ê ya Stenbolê bi civîneke çapameniyê parve bike. (13.00) ZINDÎ
* Komeleya Wêjevanên Kurd, di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî de wê li avahiya xwe ya Amedê şahiya ziman li dar bixe. (18.30)
*