Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû

  • rojane
  • 09:20 22 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil a bi Şandeya Îmraliyê re de ji bo pêvajoya çareseriyê ku weke “gava herî bingehîn” pênase dikir, ev hişyarî kiribû: “Heke ev pêvajoye têk biçe, dê bi xwe re karesatan bîne. Lê heke bi ser keve, dê azadiyê bi xwe re bîne.” 

Di 3’yê çileya sala 2013’an de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de pêvajoya “çareseriyê” hatibû destpêkirin ku piştre ev hevdîtin veguherîbûn pêvajoya “tesfiyeyê.” Di dîroka çareseriya pirsgirêka kurd de “Mitabeqeta Dolmabahçeyê” xwedî cihekî girîng bû lê dîsa jî Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, ev pêvajo di 5’ê nîsana sala 2015’an de bi dawî kir. Ocalan, ji sala 1993’yan heta niha ji bo pirsgirêka kurd, di çareseriya demokratîk de israr dike û di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya agirbestê dabû destpêkirin. Lê AKP’ê ev pêvajo têk bir û dest bi şerekî giştî kir. Piştî daxuyaniya Erdogan ku digot “me pêvajo xist sarincê”, ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an ve pêvajoya şer dest pê kir. Di vê navberê de qedexeyên derketina kolanan hatin ragihandin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bajar hatin hilweşandin. Ev pêvajoya şer niha jî bi operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê hêj jî bênavber didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hevdîtinan de Ocalan her tim digot ku AKP jidil nêz nabe û heke ev pêvajo têk biçe dê bi xwe re karesatan bîne. 
 
HEVDÎTINA EWIL A ŞANDEYÊ
 
Bi destpêkirina pêvajoya li Îmraliyê re, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî beşdarî hevdîtinan bû û berpirsyarî li xwe girt. Ocalan, cara ewil di 3’yê çileya sala 2013’an de bi Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamentera BDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, “Şandeya Îmraliyê” ku ji parlamenterên BDP’ê pêk dihat hate avakirin û pêvajo bi vî rengî domiya. Şandeyê, hevdîtina ewil di 23’yê sibata sala 2013’an de û ya dawî jî di 5’ê nîsana 2015’an de kir. 
 
GAVA HERÎ BINGEHÎN
 
Di hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser girîngiya hevdîtina di vê pêvajoyê de û wiha dibêje: “Gavekî dîrokî ye. Di sala 1993’yan de me hewl da bi Turgut Ozal re çareseriyeke demokratîk pêş bixin. Lê temamiya van hewldanan têk çûn. Em niha dest bi civîneke dîrokî dikin. Ji serdema Ozal heta niha di nava hewldanan de me. Lê ev hewldan tevek jî bi ser neketin. Divê hewldana niha têk neçe. Nexwe dê bi xwe re karesatan bîne. Divê tirk jî vê rastiyê bizanin; heke ev pêvajo têk biçe, dê bi xwe re şerekî dijwar, serhildan û aloziyê bîne. Mijara behsê xeberê, jiyana me tevekan e. Ew tiştên ku heta niha bi serê me hatine, dê li ber tiştên ku biqewimin pir biçûk bimînin. Divê teqez bi ser kevin. Li ser pêvajoyeke gûftûgoyê ya nû disekinim. Hewceye heval, dost û gelê me dev ji qalibên têkoşînê yên berê berdin û tevlihev nekin. Divê bi temamî dev ji wan hînbûnên xwe yên berê berdin. Ji ber ku dê rejîm were guhertin. Ji guherînên bi Tanzîmat, Meşrûtiyet, Komar û yên di sala 1950’an de bi pirpartîtiyê gelek girîngtirin. Ev, dê ji wan tevekan jî kûrtir be. Heke em bikarin bi ser kevin, em ê derbasî komareke nû bibin. Demokrasiya radîkal, demokrasiya rast û durist, demokratîkbûneke rast û durist a Anatoliya û Mezopotamyayê! Ev, dibe gava herî bingehîn.” 
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Ocalan, pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” pênase dike û nirxandina xwe wiha didomîne: “Min ev biwêj, bi awayekî rasthatî ne hilbijart. Di dema xwe de min gotibû lê fêm nekirin. Heke wê demê fêm bikirana, Ergenekon çênedibû. AKP van tiştan tîne ziman lê bi kûrahî li mijarê nanihêre. Hûn jî dizanin bê ka ez kesekî çiqas biînad im. Ez, ji roja destpêkê heta niha komara demokratîk diparêzim. Lê wan ji min fêm nekir. Ji xwe re digotin; ‘me Apo tune kir.’ Xeletiyên stratejîk kirin. Xwe, dan aliyê Ergenekonê. Hêvîdarim vê carê wisa nebe. Bi taybet jî divê hûn bi AKP’ê baş bidin fêmkirin ku kesek nikare bi min bilîze. Bi AKP’iyan re biaxivin û jê re bibêjin. Heke di serdema Ecevît de lihevkirinên baş bihatina kirin, niha ne AKP û ne jî Ergenokan dê hebûya.” 
 
BERPIRSYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA DARBEYÊ
 
Di berdewamê de jî Ocalan da zanîn ku bi pêşîlêgirtina darbeyan re dest bi vê pêvajoyê kiriye û wiha didomîne: “Baykal (Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Denîz Baykal) ev pêvajoya qirêj dewrî AKP’ê kir. Baykal, xeletiyekî dîrokî kir. Tayyîp Beg (Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan) kesekî fêlbaz derket û Denîz Baykal bi kar anî. Daxwaza Ergenekonê ya ji me ew bû ku ji sala 2002’yan ve şerî dijwar nekin. Darbeyek heye lê nizanim bê ka çiqas kûr e. Heke bikariyan MÎT’ê têk bibin, dê hemû kelehên Tirkiyeyê biketina. Ger Hakan Fîdan bihata girtin dê piştre jî dor bihata Serokwezîr. Bi zindîkirina vê pêvajoyê re rê li ber darbeyê hate girtin ku min ev yek weke berpirsyarî di dît. Min ferq kir ku dê bikarim pêşî li darbeyê bigirim lewma jî min pêvajo da destpêkirin. Li Tirkiyeyê ji sê aliyan ve xebatên paralel ên dewletê hene. Dest bi sabotekirina van têkiliyan kirin. Ev lobî, ne lobiyên ji rêzê ne. DYA jî destwerdanên stratejîk û taktîkî dike. Jêderka her sê aliyan jî Anatoliya ye.”
 
GLADIYOYA NÛ NAYÊ FÊMKIRIN
 
Di hevdîtinê de Ocalan dibêje ku CHP û MHP yek ji parçeyên dewletên paralel in û AKP’ê jî para xwe ji vê girtiye. Ocalan, wiha dirêjî dide nirxandina xwe: “Pêvajoya ku me daye destpêkirin, di hedefa wan de ye. Hewl didin Musteşarê MÎT’ê bigirin. E.U. û M.B., MÎT hedef girt. Hêzeke pir mezin li pişt wan e. Navenda kontrgerîlayê jî Florîda ye. Abdullah Çatli du caran çû wir. Suîqesta li dijî Papa û cînayeta Palme çêbûn. Cînayeta Sakîneyê karê van koman e. Gladiyoya nû baş nayê fêmkirin. Her tiştekî bi navê çareseriyê hate sabotekirin. Bûyera Sakîneyê, dudiliyeke mezin di min de çê kir. Baş zelal nîne. Sakîneyê li Ewropayê nûnertiya aştiyê dikir. Komkujî hêj jî nehatiye zelalkirin. Ha em kuştin ha Sakîne. Bûyereke pir tarî ye.”
 
HIŞYARIYA JI BO XWEPARASTINÊ
 
Parlamenterên BDP’ê beriya hevdîtinê di 18’ê sibata sala 2013’an de di çarçoveya pêvajoyê de li Silopiya ya Şirnexê çendek hevdîtin kirin. Lê rastî êrişê hatibûn. Ocalan jî balê dikişîne ser vê êrişê û wiha dibêje: “Heke li deverekê parastina we ya cewherî nebe, êdî bi tu awayî neçin wir. Dema li we dixin heke hûn nekarin deh caran bêhtir lê bixin, neçin wir. Baweriya xwe bi dewletê neyînin. Wekî ku hûn jî dizanin, du caran li Ahmet Turk xistin. Carekî li Samsûnê û carekî jî li Îzmîrê. Tişta ku li Sakîneyê hatiye kirin, dikare bi serê me tevan jî bê. Em ê jixwe li ser şerê taybet biaxivin. Gelo hikûmetê teqez karî xwe ji wesayetê xelas bike, karî tam hesabê bipirse? Mekanîka hikûmetê ya Tayyîp wiha ye; bi qasî ku li Tevgera Kurd dixe destûrê didinê. Saziya wesayetê û hêzên diyarker jê re qadê vedikin. Serokwezîr, ev mekanîke pir biaqilane teşhîs kiriye û baş bi kar tîne. Parçeyeke komployê nîne. Ez nabêjim serokwezîr parçeyeke komployê ye, rewşekî pevşêwrî ye. Lê belê vê rêbazê weke amûrekî desthilatdariyê dibîne û bi derbkirina PKK’ê cihê xwe qahîm dike.” 
 
LÊGERÎNA AKP’Ê YA HEGEMONYAYÊ
 
Ocalan dibêje ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de, hegemonyaya xwe ava bike û vê nirxandinê dike: “AKP’ê xwest hegemonyayê ava bike lê em li dijî vê hegemonyayê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji wan re ji asîman hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînan û gel çiqas dijwar e. Min, taktîka Denîz Baykal vala derxist. AKP, hegemonyayê dixwaze û hewl dide şûna CHP’ê bigire. Em, destûrê nadin vê yekê. Nexwe dê derfetên bêsînor ên rantê ji AKP’ê re çêbibin. Ez nabim amûra vê. Tekane şertê min ew e ku AKP nebe hêzeke hegemonîk. Me têra xwe ji ya berê kişand, hewcehî bi bareke din nîne. Hewldanên AKP’ê xelet in. Di nava sal û nîvên dawî de şerekî dijwar dan destpêkirin. Operasyonên binbir ên tesfiyeyê kirin. Koma ku ev yek bi birêz serokwezîr daye bawerkirin, di sala 2011’an de digotin; ‘em ê PKK’ê tune bikin.’ Deh hezar kes (operasyonên KCK’ê) xistin zindanan. Vê hêzê li dijî MÎT’ê darbe kir. Ez jî demildest ketim dewrê û min got ev yek darbe ye. Tu ferqa wê ji Ergenekonê nîne. Bi darbeya li dijî MÎT’ê re serokwezîr fêm kir ku dor li wî tê. Dê serokwezîr bi tawana îxanetê bihata girtin.” 
 
‘DARBE BERDEWAM E’
 
Di hevdîtinê de Ocalan, operasyonên KCK’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd weke teşwîqa ji bo “serhildan” û “raperînê” dinirxîne û wiha berdewam dike: “Lê nêzikatiya min û BDP’ê rê li ber vê armancê girt. Li bendê bûn ku ez serî hildim. Em serî hildin nabe û serî nehildin jî nabe. Girtina her KCK’iyekî, sedema raperînekê ye. Me serhildan nekir. Deh hezar kes hatin girtin. Ji hêlekî ve ev jî darbeyeke. Dê herî dawî jî hûn bihatina girtin. Lê me hemleyek pêş xist. Herî dawî, koma parlamentoyê mabû. Şêweyê darbeyê guherandin lê hêjta berdewam e. Darbeya nû li Bruksel û DYA’yê tê plankirin. Jinûve pênasekirina têkiliyên kurt-tirkan bi kêrî karê wan nayê. Bawerim ev hewldana me dê bi kêr bê.” 
 
‘KURD BO XWE LI CIH DIGERIN’
 
Bi domdarî Ocalan dibêje ku “kurd bo xwe li cihekî digerin” û ev nirxandin kir: “Ev sedsal in ku kurd ji dewletê tên dûrxistin. Heta Abdulhamît jî cih dabû kurdan. Mûstafa Kemal jî di demên destpêkê de cih da. Ev, dewleta paralel e. Çandekî bi hezaran salan e. Dibêjin; ‘em çiqas kurdan derxînin pêşiya tirkan, dê tirk ewqas bêhtir li cem me cih bigirin. Heke em bikarin kurd û tirkan bînin hemberî hev, em ê wê demê tawîzan jê bigirin.’ Divê tirk, kurdan bieciqîne û kurd jî li tirkan bixin. MHP û CHP, her yek ji van mezhebeke hişk ên laîk in. CHP a faşîst hêj mîna xwe disekine. Neteweperestiya CHP û MHP’ê mîna nîjadperestiya Hîtler e. Jixwe her du jî di heman serdemê de hatine damezirandin. Heke derfeta çêkirina qanûneke bingehîn çêbibe jî, ev her du partî dê li dij derkevin. Di Qanûna Bingehîn de dewlet, bi vî awayî nayê pênasekirin. Nîjad û ola dewletê nîne. Qanûna bingehîn, rastiyeke hiqûqî ye.” 
 
PÊNASEYA HEMWELATIYÊ
 
Ji bo pênaseya hemwelatîtiyê ya di Qanûna Bingehîn de jî Ocalan van tiştan tîne ziman: “Divê ew pênase wiha be; ‘her kesê ku girêdana xwe ya bi Komarê Tirkiyeyê re bi îradeya xwe ya azad tîne ziman, hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.’ Divê hûn aîdiyeta neteweyê û ya dewletê tevlihev nekin. CHP û MHP vê yekê didin gotin. Ya ku hûn jê re dibêjin neteweperestiya tirk, rêxistiniyeke faşîst e. Em nayên lîstoka wê. Em aîdî dewletê ne lê ne aîdî neteweperwerestiya tirk in. Rêjeya neteweperestên tirk a li Tirkiyeyê, ji sedî 10 jî nîne. Lê têgeha milet, her wiha ereb, kurd û tirkan jî digire nava xwe. Lê millet-î hakîmeyê na. Têgeha milet, hem têgeheke kolektîfe û hem jî têgeheke şexsî ye. Milet, enternasyonalîzma Îslamê îfade dike. Pêxember dibêje; ‘tu mezinahiya ereban ji ya eceman nîne.’ Wer in em li têgehên gerdûnî binêrin. Em dûrî têgehên tekane ne. Em, endamên miletekî hevpar in. Ne endamên wî tiştê ku neteweperestiya tirk pênase dike. Heke em bi vî awayî qebûl bikin, wê demê ew jî dê qebûl bikin. Gelo armanca me çi ye? Mebesta min ew e ku têkiliyên di navbera kurd-tirkan de li ser bingeheke azad, di qanûna bingehîn de bi cih bikim. Erê baş e lê em ê di pêşerojê de çi bikin? Dê kurd bi awayekî azad xwe bînin ziman û birêve bibin. Heke em niha qanûnan li ser wan ferz bikin, ev yek dê çavên wan bitirsîne. Lê di pêşerojê de dibe. Mînak, Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê. Ku heke vê qebûl bikin, dê beşeke mezin a pirsgirêkê çareser bibe.” 
 
DI SÊ GAVAN DE 10 RÊGEZ
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtinê de balê dikişîne ser vekişînê û qala girîngiya Meclisê dike. Ocalan, wiha domand: “Her vekişîn ne wekî hev in. Dê ev, vekişîneke yekalî nebe. Vekişîn, dê bi biryara parlamentoyê bibe. Ev kar, bi gotina serokwezîr a ‘bila vekişin, em dest nadin wan’ re nabe. Divê TBMM erê bike û bi komîsyona vekişînê çêbibe. Ji ewil dê komîsyon bên avakirin. Dê Komîsyona Heqîqetê jê were avakirin. Ev komîsyon dê di bin venihêrîna Mirovên Aqilmend de be. Vekişîn dê wê demê dest pê bike. Dê xelk li gundên xwe vegerin. Nexwe em ê dest bi vekişînê nekin. Ez tev li nêrîna ‘heke em xwe vekişînin dê gerîla tune bibe’ nabim. Em ê li qadên ku me xwe jê vekişandiye, gerîla hîn mezintir bikin. Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar û li Îranê jî çil hezar hene.”
 
‘EZ JI XWE BAWERIM’
 
Ocalan dibêje ku heke pêngava wan a çareseriyê bi ser keve, dê azadî pêk bê û wiha bi dawî dike: “Ne hefsa malê û ne jî efû, dê hewcehî bi van tiştan nemîne. Hemû kes, em tevek dê azad bibin. Vê yekê bizanin ku, dê ev pêngave komployê vala derxîne. Ez vê komployê derbas dikim. Heke ez bi ser kevim, dê ne girtiyekî KCK’î û ne jî girtiyeke din bimîne. Heke ev nebe jî, dê bi beşdariya 50 hezar kesan şerê gel dest pê bike. Yên mirin dê bimrin, ez xwe tev li nakim. Lê divê her kes baş bizane ku em ne dê wekî berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawerim. Vê yekê baş bizanin; ne dewlet û ne jî ez, em nikarin jê vegerin. Aştiyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk... Hêvîdarim AKP me xelet fêm neke. Nexwe dê rê li ber felaketê veke. Tevî vê yekê jî heke AKP dîktatoriyê li ser me ferz bike, wê demê em ê qebûl nekin.” 
 

Sernavên din

24/02/2022
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren