Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye û banga diyalox û muzakereyan li aliyan kir. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştiyê ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de heyî nirxand. Di destpêka axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser êrişa ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê da destpêkirin û diyar kir ku şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye. 
 
Axaftina Gunay bi kurtayî wiha ye:
 
"Gel û aştiya cîhanê dîsa kete bin tehdîteke mezin. Şerê li Ûkraynayê, şerê hegemonyaya di navbera NATO û Rûsyayê de ye. Em dizanin ev şer ji xeynî mirinê wê tiştekî nede gelan. Şerê hegemonyayê ya di navbera Rûsya û NATO’yê li Efganistan û Lîbyayê li ber çavan e. Gel hê jî berdêla vî şerî didin. Divê bi muzakere, metodên dîplomatîk, diyalog û metodên aştiyane pirsgirêk werin çareserkirin. Polîtîkayên bi metodên leşkerî li ser aştiya cîhanê gefeke mezin e.
 
Divê hêzên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û OSCE têkevin dewrê û ji gelên wê derê bipirsin. Ji ber ku tişta esasî îradeya gelan e. Divê perspektfîfa çareseriyê li gorî îradeya gelan be. Em bang li NY dikin ji bo şerê li Ûkraynayê divê agirbestê îlan bike û tevdîrên lezgîn werbigire.
 
Israra di pergala tecrîda Îmraliyê de tê wateya israra di şer de. Çend roj berê parêzerên rêzdar Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya sala 2021’an eşkere kir. Rapor gelekî berfireh e, em pêşniyaz dikin bila her kes bixwîne. Rapora Îmraliyê rapora hiqûq û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. 
 
Di sala 2021’an de malbata rêzdar Ocalan ji bo hevdîtinê 71 caran serlêdan kirine û 71 serlêdan hatine redkirin. Parêzeran 202 caran serlêdan kirine lê mixabin ev 202 serlêdan jî hatine redkirin. Ev kurteya salekê ye. Em ji vir diyar dikin rêzdar Ocalan di meseleya doza kurdan de her carê diyar kir ku ew alîgirê çareseriyeke demokratîk, makeqanûnî û aştîxwaz e. 
 
Aştiya bi rûmet a ku Ocalan dixwaze wê ava bike, wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke, wê Rojhilata Navîn bibe cihekî ewle. Ji ber vê divê têkilî bi rêzdar Ocalan re were danîn, polîtîkayên tecrîdê were rakirin. Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û aştiya li Rojhilata Navîn ev tişt teqez divê pêk were.
 
Gelên Tirkiyeyê her carê diyar dikin ku HDP tê wateya hêvî û cesaretê. Hemû beşên civakê fêm dikin ku HDP bûye mifteya ku dikare dahatûya welat ava bike. HDP dikare pirsgirêkên sedsalî çareser bike. Em ê gotina xwe diyar bikin ku li hemberî şerê hegemonyayê ya hêzên global, tekane tişta serwer îradeya gelan e.”

Sernavên din

01/03/2022
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir